Welatiyên Qamişloyê: Ambargoya hikumeta Şamê bê hurmetî ye

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku hikumeta Şamê bi ferzkirina ambargoya li ser Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê bê hurmetiyê li hemberî ol û miletan dike, destnîşan kirin ku wê bi dorpêçê rewşa bêkariyê rû bide, pê re jî azadiya gel tê sînordar kirin.

Welatiyên Qamişloyê: Ambargoya hikumeta Şamê bê hurmetî ye
12 nîsan, 2022   07:49
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Hikumeta Şamê di siyasetên xwe yên li dijî gelan bi dorpêç û qutkirina ji pêdiviyên jiyanî de dewam dike; herî dawî tevî meha Remezanê ye jî, firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ambargoyek giran li ser taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê ferz dike, tê de bi hezaran welatî ji madeyên xwarin û pîşesazî ku bi dehan kargeh li wan taxan hene qut dike.  

Têkildarî mijarê şêniyên Qamişloyê nerîna xwe bi ANHA`ê re parve kirin. Hindirîn Xelîl diyar kirk u di dorpêçkirina welatiyên li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê, hikumeta Şamê bê hirmetiyê li bemberî ol û miletan dike û got: “Meha Remezanê ye, gelê me bi rêya êzingan re xwarina xwe çêdikin.”

Hindirîn Xelîl da xuyakirin ku hikumeta Şamê di nava axaftinên xwe de qaşo banga çareseriya aloziya Sûriyê dike û wiha dom kir: “Lê berovajî wê dike, ji siyasetên wê tê xuyakirin ku ew naxwaze projeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê belav bibe, tevî ku ev proje Sûriyê parça nake jî napejirîne.”

Hindirîn Xelîl da zanîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîste hikumeta Şamê berê xwe bide projeya Rêveberiya Xweser û wiha dom kir: “Em hene li vir in neçare destekdayînê bide me, heke berovajî vê yekê bike; ew ê plan û lîstokên wê ti çareserî neke. Divê li gelê Sûriyê xwedî derkeve.”

Hindirîn Xelîl bang li gelê ku niha di nava dorpêça hikumeta Şamê de ne kirk u mîna carên beriya niha li ber xwe bidin û wiha axaftina bi dawî kir: “Gelê me beriya niha li hember top û balafirên dewleta Tirk û çeteyan li ber xwedane."

`BI AMBARGOYÊ AZADIYA GEL TÊ SÎNORDAR KIRIN`

Ehmed El-Elî jî da zanîn ku ambargoya li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nayê qebûlkirin û got: “Em li Qamişloyê di nava hemû pêkhateyan re dimînin, pirsgirêkên nîjandperestiyê bi me re derbas nabin. Ji mafê her kesiyê pêdiviyên xwe yên jiyanî qezenc bike.”

Ehmed El-Elî da xuyakirin ku bi qutkirina madeyên xwarin û pîşesaziyê wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û got: “Wê rewşa bê kariyê rû bide, ji dorpêçê jî azadiya gel tê sînordar kirin. Dive bi danûstendinan aloziyên heyî bên çareserkirin.”

`JI DESTPÊKÊ VE HÊZÊN KURDÎ SÛRIYÊ JI TALANBÛNÊ PARAST`

Hilwa Silêman diyar kir ku şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xwediyê berxwedana bê hempa ne û wiha got: “Dema ku li berxwedidan hêzên hikumeta Şamê li kîjan deverê bûn? Gelê me parçebûnê naxwazin parastina xwe bi xwe dikin.”

Hilwa Silêman got: “Em wek gel li dijî hikumeta Şamê tu caran derneketine. Hêzên kurdî ji destpêkê ve Sûriyê ji talanbûnê parast, niha jî devera ku Kurd lê bi cih dibin dorpêç dike; bila bizanibe bê piştgiriya me ji gelê me qut nabe, em gel daxwaza demokrasî, mirovahî û yekitiyê dikin. Bila hikumeta Şamê bizanibe bê em ê dorpêça li ser gelê xwe qebûl nakin.”

Hilwa Silêman di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku hikumeta Şamê ji roja roj de şerê Şehbayê dike, ew jî li hemberî berxwedana gel tê û got: “Em ê jî heta dawiyê piştgiriya berxwedana wan bikin.”

ANHA