​​​​​​​‛Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ zexteke giran li ser dagirkeriyê çêdike’

Endamê Komîteya ‘Pêngava Dem dema azadiyê ye’ Luqman Hesen da zanîn ku pêngav gihaşt astên herî pêş. Her wiha endamê Akademiyên Civaka Demokratîk a Hesekê Ezîz Elî jî got dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser wî bi xwesteka hêzên global e da ku nakokî berdewam bin.

​​​​​​​‛Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ zexteke giran li ser dagirkeriyê çêdike’
12 nîsan, 2022   06:46
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Desthilatdarên dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên li dijî rêber Abdullah Ocalan de ji dema dîlgirtina wî 15’ê Sibata 1999’an ve berdewam dikin û tecrîda girankirî li wî ferz dikin; nahêlin ne parêzer ne jî malbata wî hevdîtinê pê re bikin.

Gel û aliyên siyasî destnîşan dikin ku armanca desthilatdarên Tirk ji ferzkirina tecrîdê û girankirina wê li ser rêber Ocalan ji gel û girseya gel ku bi fikrên wî bawer in, dûr bixin.

Endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk a Hesekê Ezîz Elî girêdayî berdewama dîlgirtina rêber Ocalan û girankirina tecrîdê wiha got: "Bi wê yek dixwazin nakokiya di navbera rejîmên li Rojhilata Navîn de berdewam bikin, xêr û bêrên wê talan bikin û gel ji destkeftiyên mehrûm bikin, nexasim piştî derketina rêber Abdullah Ocalan ku civak zana kir, da ku nehêle ev rejîm xêr û bêr û destkeftiyên gel talan bikin."

‛RÊBER OCALAN NÛNERTIYA ÇAND Û RASTIYA GELÊN LI ROJHILATA NAVÎN DIKE’

Elî girêdayî vê yekê wiha got: "Mijara herî şantaj ji bo AKP’ê, fikir û felsefeya rêber Ocalan e. Ji ber AKP’ê dizane ku fikrên rêbertî yên projeyên demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan ji bo çareserkirina ewlehî û îstîqrara li Rojhilata Navîn e."

Têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û berdewama tecrîdê ji hêla desthilatdarên dagirkeriya Tirk ve, Ezîz Elî ev tişt got: "Armanca wan şikandina vîna civakan û têkbirina azadiya wan e. Ji ber rêbertî nûnertiya çand û rastiya gelên Rojhilata Navîn dike."

Elî bal kişand ser çareyên altarnetîf ji bo krîz û dozên asê yên li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ne û wiha pê de çû: "Ji ber wê divê em berê xwe bidin rêbertî, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî."

Her wiha Elî bang li rejîmên herêmî û navneteweyî lêborîna xwe ji rêber Ocalan bixwazin, deriyên diyalog û nîqaşê bi awayekî demokratîk vekin ku doz û krîzên li Rojhilata Navîn çareser bikin.

‛BI RÊYA PIŞTGIRIYA KESAYETÊN CÎHANÊ YÊN NAVDAR PÊNGAV GIHAŞT LÛTKEYA XWE’

Ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û ferzkirina wê ji tecrîda li dijî rêber Ocalan re, Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) pêngava "Dem dema azadiyê ye" di 12’yê Îlona 2021’an de li Kurdistanê û derveyî wê da destpêkirin. Girêdayî wê gelek çalakî li seranserê çar parçeyên Kurdistanê û dewletên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatin lidarxistin.

Der barê nirxandina pêngava berdewam de, endamê komîteya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li Başûrê Kurdistanê Luqman Hesen ev tişt anî ziman: "Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan gihaştiya lûtkeya herî jor û hîna bi rêya berfirehkirina dengvedana wê li nava tevahî beşên civakê; civaka Ewropayê, herêmê, gelê Kurd, berdewam e."

Hesen wiha gotina xwe berdewam kir: "Li ser astên gel û partî, heta partiyên siyasî yên li Kurdistan, bi taybet li Başûrê Kurdistanê alîgiriya vê pêngavê tê kirin û di pêngava komkirina îzmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û pêngava derxistina PKK’ê ji "lîsteya terorê" destek tê dayîn. Ev pêngav bi rêya beşdarbûna kesayetên navdar ên cîhanê di qadên siyasî, fikrî û felsefî de gihaştiya lûtkeyê."

Hesen da zanîn ku hiştina rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de nîşaneya ku dewleta Tirk a dagirker xwestekên gel ên çareserkirina dozên Rojhilata Navîn û parçeyên Kurdistanê, nabersivîne.

Her wiha Hesen ev tişt got: "Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ zexteke mezin li ser dewleta dagirker, li ser qadên civakên Ewropa, Ereb û Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û beşdarbûna di xebata siyasî ya çareserkirina dozên li Rojhilata Navînê de çêdike."

Endamê Komîteya Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ Luqman Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê pêngav û têkoşîn heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan were bilindkirin, her wiha divê hikumetên adil û serokên partiyên siyasî yên li parçeyên Kurdistanê zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku doz û krîzên li Rojhilata Navîn çareser bikin, di serî de doza gelê Kurd bi rêya dan û standinan, li şûna êrişên li ser xaka Kurdistanê."

(fr)

ANHA