​​​​​​​Rojnamevanekî lubnanî: Aloziyên gelên Kurd û Ereb ji hev ne cuda ne

Rojnamevanê ji Lubnanê Elî El-Emîn, banga xurtkirina têkliyên di navbera gelên Kurd û Ereb de kir û got, ew yek dikare encamên baş bi xwe re bîne. Her wiha diyar  kir ku têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû kesên ku banga azadî, edalet, hevduqebûlkirin û pirengiya çandî dikin, minareyeke.

​​​​​​​Rojnamevanekî lubnanî: Aloziyên gelên Kurd û Ereb ji hev ne cuda ne
12 nîsan, 2022   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Rojnamevanê lubnanî Elî El-Emîn cara yekemîn îsal beşdarî pîrozbaahiya Newrozê ya li bajarê Amedê bû, bal kişand ser hevgirtina Kurdan di Newrozê de û got: "Newroza Amedê yekitiya gelê Kurd, daxwaza derxitina mîrat û çanda kurdî di hemû astan de derdixe holê." Her wiha diyar kir ku aloziyên gelên Kurd û Ereb ji nev ne cûda ne.

Elî El-Emîn  di hevdîtinekê bi ajansa me re behsa Newroz Amedê kir û got, tevî astengiyan bi sedhezaran kes berê xwe didan qada Newrozê.

Elî El-Emîn destnîşan kir ku hêzên ewlekariya dewleta Tirk bê sedem wan pişkinîn kir û got: "Nizanim çima van kiriyaran dikin, wan dikarîbûn kontrola xwe kêmtir bikrana da hejmareke mezintir tev li şahiyê bibana."

'GELÊ KURD LI ROJHILATA NAVÎN GELEKÎ RESEN E'

El-Emîn destnîşan kir ku Cejan Newrozê, boneyeke neteweyî ye, rihê gelê Kurd derdixe pêş û rehendên çandî û dîrokî yên herêmê tîne holê û ev tişt anî ziman: "Em behsa şaristanî û dîrokekê li herêmê dikin ku vedigere hezarên salan û nîşaneyên nasnameya sereke ya vê herêmê ye. Mebesta min li herêma erebî û Rojhilata Navîn bi giştî ye."

El-Emîn diyar kir ku gelê Kurd ji bo pêkanîna mafên xwe yên ku divê pêk werin xwedî têkoşîneke demdirêj e û wiha dom da axaftina xwe: "Kurd pêkhateyeke sereke ye. Divê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe xwedî biryar bin, ev yek dewlemendiya herêmê ye, em her dem pesnê vê yekê didin,  lê em pêk nayînin, em aliyên din paşguh dikin, divê em dûrî vê yekê bikevin."

'KURD Û EREB XWEDÎ PIRSGIRÊKÊN HEVBEŞ IN'

Rojnamevanê lubnanî bal kişand ser xalên hevbeş ên di navbera gelên Kurd û Ereb de û got: "Pirsgirêkên gelên Kurd û Ereb ji hev ne cuda ne, ew jî nebûna demokrasî û hebûna dîktatoriyê li herêmê. Ev yek di navbera welatiyên ji heman netewe li ser asta Erebî, niştîmanî Lubnanî û nijadî yan jî Sûrî nakokî derdixe. Pêwîstiya me bi demokrasiyê heye ku nakokiyan çareser dike, nebûna demokrasiyê astengiya herî mezin a li hember gelên Kurd û Ereb e û li ser asta niştîmanî ya Ereb jî astengî ye."

Elî El-Emîn anî ziman ku gelê Kurd li herêmê û li ser asta welatên Erebî, Tirkiyê, Îranê û derve xwedî hebûneke çalak e û got: " Kurd kesên din jî fêm dikin, Kurd û Ereb dikarin li ser tiştên hevbeş li hev bikin."

El-Emîn di dewama axaftina xwe de ev tişt jî anî ziman: "Em behsa mafên mirovan dikin, divê em bal bikşînin ser doza kurdî û binpêkirinên li dijî Kurdan. Divê hevkariyek di aliyê pevguhestina agahiyan de hebe û divê çanda kurdan bi civaka Ereb re were nasandin.

Her wiha diyar kir ku avakirina saziyên ji bo têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de dikare encamên baş bi xwe re bîne û ew sazî dê bibin pira hevdîtinê û got: "Pêşeroja me yek e, nabe ku çareserî tenê li cem komekî yan beşekî yan jî gelekî hebe. Divê çareserî ji bo hemû gelan be, navnîşana demokrasî û azadiyê, derbasgeha rasteqîn û çalak e ji bo çareserkirina astengiyan, li ser asta siyasî û îtîrafa bi mafên hevbeş."

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Elî El-Emîn di dawiyê de destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû kesên banga azadî, dad, îtîrafa bi hev û pirengiya çandî minareyeke û got: "Herêm bi vê yekê dewlemend e. Divê parastina vê yekê bê kirin û îtîrafeke giştî bi rehendên çandî, civakî û siyasî bê kirin."

(şt)

ANHA