'Dewleta Tirk amadekariyên êrişê dike, em amade ne bersivê bidin'

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê got, tevgereke zêde ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heye ku amadekariyên êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk ji mijûlbûna navneteweyî bi şerê Ukrayna – Rûsyayê sûdê digire da ku herêmê dagir bike.

'Dewleta Tirk amadekariyên êrişê dike, em amade ne bersivê bidin'
11 nîsan, 2022   23:44
HESEKÊ

Ji destpêka meha Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser navçeya Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê zêde kirine. Heman demê bi balafiran bê mirov ên biçek gelek herêm bombebaran kir. Her dawî di 9'ê Nîsanê de girê gundê Kepez ê navçeya Dirbêsiyê ya  kantona Hesekê kir hedef.

Hemwextî van êrişan, artêşa Tirk a dagirker tevgerên leşkerî li eniyên şer zêde kiriye, hêz û çeteyan li wan bi cih dike û xendeqan li gundewarên li beramberî eniyên şer dikole.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda ji ANHA`yê re diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka şerê Ukrayna – Rûsya ve hewl da ku sûdê ji vê rewşê bigire da ku êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Ferhad Canfeda anî ziman ku ji destpêka meha Nîsanê ve dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde kiriye, bi balafirên bê mirov hin fermandarên li eniyên kirin hedef û wiha axivî: "Me ev yek di hedefgirtina endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan fermandar Orom Mafogê li Til Temirê de dît."

Canfeda di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa eniyên li Til Temirê û got: "Artêşa Tirk a dagirekr li eniyên şer ên bi Til Temirê re, ji gundê Menax heta gundê Amiriyê zêdetirî 10 baregeh ava kirine . Li gorî agahiyan,  di wan baregehan de çekên giran ji obus, moşek, panzer û çekên pêşketî hene."

Ferhad Canfeda bi domdarî got: "Li gorî şopandinê, tevgereke mezin a dewleta Tirk û çeteyên wê li tevahî eniyên şer hate dîtin. Ev dide diyarkirin ku hewldanên wan ên pêkanîna êrişeke bejahî hene. "

Canfeda da zanîn ku hêzên wan ên leşkerî li tevahî eniyên şer ji navçeya Zirgan heta Til Temirê hemû tedbîrên pêwîst girtine û amade ne bersiva çi êrişê li ser herêmê bidin û wiha axivî: "Em derfetê nadin ku dîrok xwe dûbare bike wek ku çawa li Efrîn û Serêkaniyê çêbû. Em xwe dispêrin amadekariyên xwe yên mezin û piştgiriya ku şêniyên herêmê didin hêzên me."

Têkildarî rola hêzên hikumeta Şamê jî fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ev tişt anî ziman: "Ji sala 2019'an ve zêrevanên sînor ên hikumeta Şamê li seranserî eniyên şer belav bûne. Ew hêz nikarin bersivê bidin û derfeta wan tune ku bersiva tu tevgera leşkerî li herêmê bidin. Em wan rexne dikin ku erka xwe di parastina herêmê de pêk naynin û bersiva êrişan nadin."

Ferhad Canfeda bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji destpêka belavbûna wan hêzan ve, tevî topbarana rojane ku li ser nuqteyên wan tê kirin, lê wan bersiva dewleta Tirk û çeteyên wê nedane. Beriya çend rojan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên bejahî birin ser çend nuqteyên li gundê Um El-Xêr ê rojavayê navçeyê kir, lê hêzên hikumeta Şamê li şûna ku bersiva êrişê bide nuqteyên xwe vala kirin. Heger hêzên me destwerdan nekiriba dê gund hatiba dagirkirin."

(bx)

ANHA