' PDK'ê eşkere xiyanetê li gelên Kurdistanê dike'

Li Hesekê ji bo nirxandinên geşedanên siyasî civîneke berfireh hate lidarxistin. Di civînê de siyasetên PDK'ê bi xiyaneta li gelên Kurdistanê hate binavkirin û banga serhildanê li dijî van siyasetan hate kirin.

' PDK'ê eşkere xiyanetê li gelên Kurdistanê dike'
11 nîsan, 2022   15:03
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê bi amadebûna endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi dehan şêniyên bajar, saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinan jinan civîn ji gel re li dar xist.

Di civîna ku li navenda Çandê ya Serdemê hate lidarxistin de geşedanên leşkerî û siyasî yên li ser asta Kurdistanê û mijara amadekariyên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK'ê ji bo pêkanîna  êrişekê li ser Herêmên Parastinê Yên Medyayê hatin nirxandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê kordînasyona Meclisa Kantona Hesekê Bawer Mihemed geşedanên siyasî yên li ser asta Kurdistan û cîhanê nirxand.

Mihemed bal kişand ser siyasetên dewletên dagirker û berjewendiyên wan yên li dijî biratiya gelan û derxistina tevliheviyan, her wiha diyar kir ku hêzên desthelatdar li dijî gelan pişta xwe bi aliyên hundirîn ve girêdidin, ew vîna gelan û armancên wan paşguh dikin.

Bawer Mihemed got: "Siyasetên PDK'ê li dijî gelê Kurd û gelên din ên Başûr in, ew siyaset sûd didin berjewendiyên dijminên Kurdistanê."

Bawer Mihemed siyasetên PDK'ê weke xiyaneya li doz û armancên gelê Kurdistanê bi nav kir û ev tişt anî ziman:" PDK'ê bi artêşa Tirk a dagirker re amadekariya êrişeke nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, her wiha bi hikumeta Bexdayê re li dijî Êzidiyan rêkeftin îmze dike û destê wê di lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de heye."

Bawer Mihemed hişyarî da encamên xiyaneta PDK'ê ya li gelê Kurdistanê û got, ew di qirkirina gelan û çewisandina çand û destkeftiyên wan de beşdarî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê PDK ji tevger û xiyaneta xwe şerm bike û dest ji van kiryarên xeteriya wê li ser pêşeroja gelê Kurdistanê heye berde, divê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan şermezar dike."

Di dewama civînê de beşdaran bal kişandin ser belgeyên dizîna malbata Barzanî  pereyên gelê Başûrê Kurdistanê.

Her wiha diyar kir ku divê civaka Kurdistanê li dijî PDK xwedî helwest be û serhildan bike.

Civînên bi vî rengî wê li seranserî Bakur  û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin.

(şt)

ANHA