Kampanyaya ekolojîk: 2 hezar û 500 dar hatin çandin

Kongra Star encamên kampanyaya ekolojîk a bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya jinê vegera li ekolojiyaya civakî" ragihand.

Kampanyaya ekolojîk: 2 hezar û 500 dar hatin çandin
11 nîsan, 2022   15:37
HESEKÊ

Kongra Star îro bi daxuyaniyekê bidawîbûna kampanyaya ekolojîk a bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya jinê vegera li ekolojiyaya civakî" ragihand ku di 26`ê Sibata borî de hatibû destpêkirin.

Daxuyanî li baxçeyê Şehîd Mizgîn Loqo yê navçeya Dirbêsiyê bi amadebûna endamên Kongra Star û nûnerên rêxistinên jinan hate dayîn.

Berdevka Komîteya Ekolojîk ya Kongra Star Rîhan Temo daxuyanî xwend û got: "

Di 26'ê Sibatê de û ji ber pêşwazîkirina 8'ê Adarê, kampanyaya bi tevlêbûna çend sazî û komîteyan hate ragihandin. Armanc ji kampanyayê ew bû ku ev sal bi pêşengtiya jin em karibin têkoşîna xwe ya parastin û xwedîderketina li jîngeha xwe bi rêya avakirina hişmendî û mejiyekê ku xwe dispêre avakirina hevlaltiya bi xwezayê re, her wiha dawîanîna li dagirkeriya dewleta Tirk  li ser herêmên me nexazim Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û hwd.. bi rêya bilindkirina asta berxwedanê.

Li ser vî esasî  û li gorî daxuyaniya destpêka kampanyayê ev kar hatin meşandin. Ji ber avakirina asteke îdeolojîk di nava hemwelatiyan de û hişyarkirina wan ji xeteriya ku jîngeha me pê re rû bi rû dimîne, bi rêya komîteya perwerdeyê ya Kongra Star zêdetirî 160 semîner derbarê girîngiya parastina jîngehê bi beşdarbûna 2 hezar û 550 jin û mêr ji gundewar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dayîn, hemleya paqijiyê bi pêşengtiya Kongra Star û koordînasyona şaredarî û komîteyên jîngehê hate destpêkirin, hezar mask, 2 hezar lepik, 20 paketên dezenfektekirinê bi koordînasyona Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd hatin belavkirin. Ji bo bîranîna şehîdên pêngava Gurzê Gelan û bi koordînasyona Însiyatîfa Keziyên Kesk dar li 121 dibistanê hatin çandin.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinana a Cîhanê û 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Ocalan, bi beşdarbûna zarokan û Koordînasyona Komîteya Jin 35 dar li Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan hatin çandin. Her wiha zêdetirî 2 hezar da li ser bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kamp û nexweşxaneyan hatin çandin.

Di çarçoveya kampanyayê de Baxçeyê bi navê Şehîd Mizgîn Logo hate vekirin û nêzî 450 dar têde hate çandin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû sazî û komîteyên beşdar hate kirin ku hemleyên ji bo parastina jîngehê, peydakirina pêşeroj û jîngehek tendirust ji nifşên bê re.

(bx)

ANHA