Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn

Bi boneya salvegera 29`an a wefata Dayika rêber Abdullah Ocalan, Uveyş li Dirbêsiyê baxçeyek bi navê Şehîd Mizgîn Loqo hate vekirin. Li Helebê jî civînek hat lidarxistin. Her wiha li Dêrikê dar hatin çandin.

Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
Li sê navendan Dayika Uveyş hat bibîranîn
11 nîsan, 2022   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi civînekê Dayika  Uveyş di salvegera 29`an a wefata wê de bi bîr anî.

Bi dehan şêniyên taxê, endamên meclis û komînan beşdarî civînê bûn. Civîn li hola civînan a li aliyê rojavayê taxê hate lidarxistin. Di civînê de beşdaran li dengê rêber Ocalan ku behsa dayikê, jin û şoreşê dike, guhdar kir.

Paşê ji endamên Kongra Star Fatma Hesen behsa dayika Uveyş kir û wiha axivî: "Dayika Uveyş dayikeke pîroz bû, rêberekî mezin ji me re anî. Li hember zilmê têkoşiya. Rêveberî ev yek ji dayika xwe fêr bû.

Fatma Hesen wiha domand: "Rêber APO ji bo avakirina jineke xurt û azad têkoşiya û hewl da ku wê ji zihniyeta desthilatdar xilas bike. Îro jî rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de bi rihê berxwedana ku ji dayika xwe fêr bûye têdikoşe. Têkoşîna rizgariyê li Kurdistanê birêve bir û bi milyonan xwe li ser bingeh û pîvanên neteweya demokratîk û biratiya gelan bi rêxistin kir."

HESEKÊ

Kongreya Star bi dirûşmeya "Bi îradeya jinê em ê li civaka elolojîk vegerin" li gundê Xenamiyê yê navçeya Dirbêsiyê bi navê Şehîd Mizgîn Loqo baxçeyek vekir.

Bi dehan şêniyên navçeyê, nûnerên Kongra Star, rêxistinên jin, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê vekirina baxçe bûn.

Di merasîma vekirina bexçe de Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed wiha got: "Vekirina baxçeyê bi navê Şehîd Mizgîn Loqo berdewamiya çalakiyên 4`ê Nîsanê ku rojbûna rêber Ocalan e."

Remziya Mihemed diyar kir ku rojbûna rêber Ocalan roja damezirandina felsefeya azadiyê ji bo Kongra Star, jinên Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha anîz iman ku pêwîstiya lêgerîna ji bo azadiyê bi berxwedan û têkoşîneke mezin heye.

Remziya Mihemed bang li jinan kir ku têkoşînn û berxwedana xwe xurt bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.

Têkildarî wefata dayika Uveyş Remziya Mihemed wiha axivî: "Dayika Uveyş kesayeteke mezin mîna rêber Ocalan ava kir û li ser esasê avakirina civakê ku karibû felsefeyekê li Kurdistanê ava bike da ku parastina nasnameya kurdî û Kurdistanî bike, ava kir."

Piştre 450 dar di baxçeyê Şehîd Mizgîn Loqo de hatin çandin.

Şervana YPJ'ê Şehîd Mizgîn Loqo 4`ê Nîsana 2014`an di pêngava rizgarkirina bajarokê Mebrûka yê Serêkaniyê ji komên çete de şehîd bû.

DÊRIK

Li Dêrikê jî endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo bîranîna Dayika Uveyş 450 dar li Goristana Şehîd Xebat çandin.

(bx)

ANHA