Dayikên gerîla: Tevgkariya PDK`ê ya bi artêşa Tirk re xiyaneta herî mezin e

Dayikên gerîla bi daxuyaniyekê Tevkarîya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir ku li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariya êrişeke berfireh dike û got: "Ên ku Başûrê Kurdistanê parast, gerîla bûn lewma divê li dijî siyasetên qirêj ên qirkirina gelê Kurd dikin armanc bisekinin."

Dayikên gerîla: Tevgkariya PDK`ê ya bi artêşa Tirk re xiyaneta herî mezin e
10 nîsan, 2022   09:23
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina Tevkarîya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi artêşa Tirk a dagirker re di êrişên li dijî gerîlayan li Başûrê Kurdistanê de, dayikên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek da.

Dayika bi navê Menîce Heyder daxuyanî li Baxçeyê Giştî yê bajarê Qamişloyê xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Xiyaneta PDK`ê ya li dijî gelê Kurd ji mij ve berdewam dike, ev xiyaneta ku xizmeta dijmin û peymana PDK`ê ya bi dewleta Tirk re dike, xiyaneta herî mezin e û xizmeta gelê Kurd nake.

Zarokên me kezeba me ne ku bi berxwedana xwe erd û rûmeta me diparêzin û ji bo nifşên bê bûne pêşeng. Her wiha Başûrê Kurdistanê parast. Mayîna heta niha bi saya têkoşîn û berxwedana PKK`ê ye.

Em dayikên gerîla siyaset an jî dijminatiya li dijî zarokên me yên li çiyayên Kudistanê qebûl nakin û bila her kes bizane nexasim rayedarên Başûrê Kurdistanê ku me ava kir, afirand, têkoşiya û ji zarokên xwe re bûn palpişt, êdî bila PDK`ê ji berxwedan û qêrîna dayikên şehîd û têkoşeran şerm bike. Artêşa Tirk û PDK`ê hewl didin Tevgera Azadiyê têk bibin û Kurdistanê bi temamî dagir bikin.

Şandina PDK`ê ya hêzên xwe ber bi herêmên gerîla ve, tevgerên provokatîv in û li aliyekî din hikumeta Iraqê dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dike.

Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê siyasetê bisekinin û xeta şehîd û têkoşeran berdewam bikin. Ji ber ku bêdengiya wan li hember vê xiyanetê sûcekî mezin e di heqê zarokên me de. Hêzên me civak bi giştî parast. Niha dora wan e ku bi şervanên li çiyayan re bisekinin ku bi lehengî li ber xwe didin û tê dikoşin."

(eh)

ANHA