Desteya Hundirîn: Li Hesekê qedexeya beşî hate rakirin û li Holê dewam dike

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro qedexeya beşî ya li bajarê Hesekê rakir, lê ya navçeya Holê hişt.

Desteya Hundirîn: Li Hesekê qedexeya beşî hate rakirin û li Holê dewam dike
10 nîsan, 2022   10:12
HESEKÊ

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek da û tê de ev ragihand: "Qedexeya beşî ya ku ji destpêka êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya başûrê Hesekê hatibû ferzkirin, îro bi dawî dibe.”

Li gorî biryarnameya bi hejmara 5 a desteyê, qedexeya beşî ya ji saet 18:00`an êvarê destpê dikir û heta sibeha roja din dewam dikir, bi dawî bû. Lê qedexeya li navçeya Holê wê heta demeke nediyar berdewam bike.

Qedexeya beşî ya li navçeya Holê li gorî biryarê ji saet 18:00`an êvarê heta saet 08:00`an sibê ye.

(eh)

ANHA