Fransî dest bi dengdayînê kir

Îro hilbijartinên serokkomariyê yên Fransayê li piraniya herêmên welêt destpê kirin. Fransî dê ji 12 nameztan serokek hilbijêrin.

Fransî dest bi dengdayînê kir
10 nîsan, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê bang li 48.7 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Dengdanyin li 70 hezar buroyên hilbijartinê saet di 08:00 de destpê kir. Tê payin ku encamên destpêkê yên li bajarên mezin saet di 20:00 de eşkere bibin.

Kampanya hilbijartinê di bin bandora vîrûsa Covîd-19 û şerê Ukraynayê de pêk hat.

12 namzet tev li pêşbirka hilbijartinê bûne. Li gorî anketan Serokkkomarê heyî Emmanuel Macron wê bibe yek ji serketiyên tûra destpêkê.

Di anketa dawî ku hefteya derbasbûyî hate weşandin de, rêjeya dengê Macron di navbera asta ji sedî 25 û 28'an de ye. Marine Le Pen a rastgiriya tund jî ji sedî 21.5 heta ji sedî 24 ê dengan werdigire û di rêza duyemîn de cih digire. Ji namzetên çep a radîkal Jean Luc Melenchon jî ji sedî 16 heta 18'an dengan werdigire.

Du namzetên ku di tûra destpêkê de bi ser ketin wê 24'ê Nîsanê di tûra duyemîn de werin hemberî hev.

Ji ber ku partiyên çep li ser namzetekî li hev nekirin, dibe ku derbeke giran bixwin û di tûra duyemîn de nemînin.

Her wiha dibe ku hilbijêrên çepgir ji bo pêşî li namzeta rastgiriya tund bigire, dengê xwe bidin Jean-Luc Melenchon. Di rewşeke wiha de jî Melenchon û Macron dikarin werin hemberî hev.

Pirsgirêka herî mezin a demokrasiya Fransayê ya di hilbijartinê de, xemsarî û boykot e. Li gorî anketan, ji sedî 25 heta 30'î ê hilbijêran boykotê tercîh dikin.

Li gorî gelek çavdêrên siyasî mîna hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2002'an xemsariyek di asta rekorê dikare bê nîşandan. Sala 2002'an ji sedî 28.4 ê hilbijêran dengê xwe di tûra destpêkê de nedabûn. Di hilbijartinên sala 2017'an de ji sedî 22.2 ê hilbijêran deng nedabûn.