‛Qutbûna peywendiya petrolê di navbera Rûsya û dewletên rojava de ne pêkan e’

Reportaj Summay

‛Qutbûna peywendiya petrolê di navbera Rûsya û dewletên rojava de ne pêkan e’
8 nîsan 2022   06:53

Moskov bi rêya bikaranîna gazê û petrolê hewl dide baskên dewletên rojavayî û DYA’yê xwar bike an jî bişikîne û bi wê yekê hewl dide bersiva dewletên Ewropayê bide. Girêdayî wê lêkolîner û aborînas Mr. Boldokian bi dûr xist ku Ewropa bikare vê yekê bike.

Bi tevgerên leşkerî yên Rûsya li Ukraynayê re tevgerên aborî yên Rûsya li dijî Ewropa derketin. Bi wê re serokê Rûsya di civîneke hikumetê ya 23’yê Adarê de ragihand ku wî biryar da ku rêzetedbîrên veguherandina beşan li beramber dayîna gazê ji dewletên "ne dost" re bi ruble rûsî pêk bîne. Bi wê yekê serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn bijarteya derbasbûna li nava "şerê gazê " bi dewletên Ewropayê re ku mîqdareke mezin ji vê madeya pêwîst ji welatî yan jî hin pîşesaziyan re hilbijart, mîna dewletên Almanya, Fransa, Finland û hwd. Ew yek jî mîna bersiveke tund li hember sizayên ku dewletên rojava li Rûsya birîne. Lê belê heta niha van cezayan bandoreke mezin li damara jiyana aborî ya Rûsyayê nekiriye.

Pisporên aborî da zanîn ku Pûtîn hewl dide destekê bide pereya Rûsya ku di zexteke tund re derbas dibe û dibînin ku ev gaveke jêhatî ya Pûtîn e ku cezayên li ser Moskov werein rakirin. Êdî dewletên Ewropa ruble ji banka Rûsya dikirin û ev yek jî bi cezayên darayî yên rojava re nakok e.

Heta niha dewletên Ewropa red dikin ku bersiva xwesteka Pûtîn a dayîna ruble li hember dayîna gaza Rûsya pêk bînin. Lê çareyên demkî ji bo vê krîza enerjiyê bi rêya aktîfkirina planên dayîna gazê dîtin, ew jî bi dîtina xetên altarnetîf û sivikkirina mezaxtinê tevî bikaranîna yedekê.

Der barê mijarê de ajansa me hevpeyvînek bi lêkolîner û aborînas Mr. Boldokian re çêkir. Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Gelo armancên Rûsyayê ji tevgerên xwe yên leşkerî û aborî yên li dijî Ukrayna û rojavayiyan çi ne?

Geleke armancên şerê Rûsya li dijî Ukrayna hene, ev yek jî girêdayî hiş û fikrê hirçê rûsî ye. armanca yekemîn ku ew jî hatiye ragihandin ku sînorê Rûsya ji aliyê Ukrayna ve dabîn bike. Bi wê yek Ukryana ji NATO dûr bixe û yekalîbûna wê dewletê ku berê girêdayî Yekitiya Sovyetê bû. Ji armancên din jî Ukrayna bi tevlêkirina girava Crimea ji Rûsyayê re nas bike. Li kêlek wê jî erêkirina Ukrayna li ser serxwebûna her du herêmên binakok wergire.

Ji bo armancên jeopolîtîk Rûsya ev şer li dar xist û di rêveçûna şer de Rûsya dît ku êdî derfeta heyî guncaw e ku danûstandina darayî û aborî bi dewletên rojavayî ku destek da Croatia di şerê li dijî Rûsyayê de biguhere û DYA’yê di wê demê de cezayên tund li dijî Rûsya birîn û bû sedema hilweşîna nirxê ruble ya rûsî.

Dê çawa Rûsya bersiva cezayên rojavayî bide, ma Moskov wê pêdiviya mezin a dewletên rojava bi jêderên enerjiyê yên li gel Rûsyayê bi kar bîne?

Derfeta ku Rûsya li pêş xwe dîtiye ku guncaw e, bikaranîna enerjiya xwe wek çekeke parastinê li hember rojava ku bi rêjeyeke mezin pişta xwe didin gaza Rûsyayê. Bi wê yekê Rûsya dît ku dewletên rojava, nexasim Almanya, Fransa û hwd ji dewletên rojava bi awayekî bingehîn pişta xwe didin dabînkirina pêdiviyên enerjiyê yên Rûsya, bi taybet gaza Rûsya, bo nimûne ji sedî 50 pêdiviya Almanya pêk tîne. Ji ber wê Rûsya gef xwarin û gefan li hember rawestandina dayîna gazê bi rêya xeta Nord Stream 1 ji rojava re dixwe yan jî ji rojava dixwaze ku nirxê gazê li şûna dolar, bi ruble rûsî bide.

Daxwaz û gefên Rûsyayê, rojava tevlihev kir. Ji ber rojava dît ku helwesta Rûsya gefên li ser ewlehiya enerjiyê ya li parzemîna xityar e û Amerîka lez kir ku alîkariya hevalbendê xwe yê rojava bike û ewle bike. Bi wê re beşek ji depoya xwe ya petrolê bide ku bihayên petrolê bi awayekî mezin bilind bûye, sivik bibe. Li kêlek wê jî Amerîka li gelek dewletan fişar kir ku li şûna petrol û gaza Rûsyayê, rojava tawîz bikin. Lê ev yek bê encam bûn, ji ber altarnetîfa gaza Rûsya ne pêkan e. Bo nimûne Qeter ragihand herî zêde nikara zêdetirî ji sedî 10-15 ji pêdiviyên Ewropa yên gazê dabîn bike, her wiha dewletên din jî mîna Japan, South Korea û Australia nikarin pêk bînin.

Gelo dewletên Ewropayê dikarin enerjiya Rûsyayê nebin?

Êdî gaza Rûsya qedera dewletên rojava bi salên dirêj e. Ji ber wê divê hevalbendên Ukrayna nakokiyên xwe bi hirçê rûsî re çareser bikin ku ya xerabtir pêk neyê. Li rex wê jî divê Rûsya jî vê nakokiyê çareser bike, ji ber bi awayekî mezin jêderên wê ji Ewropa re diçin ku destekê dide aboriya wê. Hinardeyên Rûsya ji petrol û gaza xwezayî ji sedî 40 ji budceya Rûsya ye û ji sedî 70 ji giştî hinardeyên wê ye. Ji ber dahatûyên dewletên rojava yên salane 150-190 milyar metrekab ji gaza Rûsyayê ye. Di encamê de hevsengî û berjewendiyên dualî hene. Rûsya jî mîna rojavayan asta nakokî û hevrikiya xwe bilind nake. Ew dizanin ku dijbertiya zêde dê zirarê bigihîne her du aliyan. Ji lew re siyaseta çareserkirina nakokî, dayîna dîsplînan û nexşekirina xetên sor siyaseta guncaw û dirust ji Rûsyayê re ye. Rojava jî li benda çarekirina rêveçûna şer e ku diyar e gihaştiye dawiyê.

Moskov bi rêya fersendgirtina gaz û petrola xwe hewl dide baskên dewletên rojavayî û Washingtonê xwar bike?

Di encamê de, ya tê texmînkirin têkiliya petrolê ya di navbera Rûsya û dewletên rojava de qut nabin û siyasetên xwarkirina destan çênabe. Ji ber Rûsya dayîna gazê ji rojava re ranawestîne, ku bandorên mîna vê yekê li ser aboriya Rûsya û ruble dizane. Li aliyekî din jî dewletên rojava jî hirçê rûsî bi hêrs nakin, da ku di dayîna gazê de zirarê nebînin ku dizane niha altarnetîfa vê gazê tune ye. Lê têkildarî dayîna bi ruble, ev yek mijareke ku dê Rûsya wek çekeke gefan li ser stûyê Ewropa bi kar bîne.

Mr. Boldokian, lêkolîner û aborînasekî navneteweyî ye, gelek berhemên wê hene, gelek xelat wergirtine. Erka cîgirê berpirsê banka Lubnanê wergirtiye, akademisyenek e ku di 1969-2009’an de di 5 zanîngehên Lubnanê de mamostetî kiriye.

(fr)