Avesta Roj: YPJ`ê xwe dispêre parastina cewherî û gelê xwe

Reportaj Summay

Avesta Roj: YPJ`ê xwe dispêre parastina cewherî û gelê xwe
4 nîsan, 2022   01:36

Ji fermandên YPJ`ê Avesta Roj anî ziman ku têkoşîna yekîneyan bi parastina jinan ve sînordar nine, lê belê hêzeke û xwe dispêre parastina cewherî, her wiha li dijî hemû awayên tundî û êrişên li ser jinan disekine. 4`ê Nîsanê salvegera 9`emîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye û bi vê boneyê ajansê hevpeyvîneke bi fermandara YPJ`ê Avesta Roj re çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

YPJ'ê sîwana parastina hemû jinan e, li dijî hişmendiya baviksalarî, komên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker şer kirin, gelo di vê qonaxê de hûn rola YPJ`ê çawa dinirxînin?

Destpêkê em hemû şehîdên canên xwe di oxira garantiya roja me ya îro de feda kirin, bi bîr tînin. Her wiha vê rojê li wan û hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Damezrandina YPJ`ê ne ji valatiyekê hat, lê belê encamên çewisandina nasnameya jinan e . Em îro di civakekê de dijîn ku biryarên xwe û hişmendiya mêrdestî ya vedigere beriya 5 hezar sal li ser jinan ferz dikin.

Di civata Rojhilata Navîn de, fikira ku jin li hemberî gefan çekê rake mijarekî gelekî zehmet bû. YPJ`ê jî ji bo vê yekê şer kir û parastina rêgezên xwe kir, da ku mafên xwe û mafên hemû jinan bi misoger bike.

Hişmendiya ku jinan kole dike û dibîne ku jin ji bo çêkirina zarokan û rêvebirina kar û barên malê hatiye avakirin û erkên wê hene, lê mafên wê tunene, zihniyeta ku ji 5 hezar sala ve jin hikum dikir. Vê hişmendiyê avabûna yekîneyan red kir. Her wiha hin aliyên din mîna eşîrên di bin sîwana edetkên kevnar û sîstemên kapîtalîstê de avakirina yekîneyan red kir.

Di heman demê de cesaretê jinê tunebû, ditirsiya ku çekê rake û li hemberî zihniyeta ku li ser wê hatiye ferzkirin û nasnameya wê hatiye çewisandin şer bike, nemaze di civakekê de ji aliyê sîstema kapîtalîst a destpotî ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê jina ku çekê radike û şer dike ji wan re tirsek çêkir.

Destpêka damezrandinê hejmara me pir kêm bû, lê me bi vê hejmara kêm karî baweriya bi hezaran jin qezenc bikira û biba hêviya jinên ku zilim û zordarî dikişandin. Êdî bi saya şehîdên xwe em gihaştin vê qonaxa pêşketî û bi sekin û têkoşîna xwe hîn zêdetir baweriya gel bi me hat.

YPJ'ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de deng veda. Gelo vê yekê çawa bandor li jinên Kurd û jinên tevahî cîhanê kir?

Rola sereke ya DAIŞ'ê kolekirina jinan e. DAIŞ'ê bi nêrîna ku jin kole û xizmetkara mêr li bazaran tê firotin û kirîn lê dinêre. Ji xwe di bin navê ola îslamê sûcên hovane li dijî jinan pêk tîne. Di serî de armanc dike jinan tune bike, lê YPJ`ê û wekî hêzeke fedayî ev rastî dît û bi vîna xwe li dijî wê sekinî. Di heman demê de me jî nas kir ku ger em di şexsê DAIŞ`ê de hişmendiya baviksalarî têk nebin, dê pêşeroja me tarî be. Lewma me bi hêz û vîna xwe ya xurt li dijî vê rêxistinê şer kir. Mînakên vê yekê; hevalên me yên ku şehîd bûne û bi hezaran wekî wan şopdarên rêya berxwedanê ne.

Li Kobanê di pêvajoya şerê li dijî DAIŞ`ê de, YPJ`ê bajarê Kobanê kir bajarekî azad û bi rûmet û hişt ku di qada navneteweyî de were naskirin.

Di şerê li Kobanê yê li dijî DAIŞ`ê de, YPJ`ê di şexsê hevala Arîn Mîrkan jina ciwan de, roleke diyarker list. Destpêka binketina DAIŞ`ê li Kobanê bû. Bi saya heval Arîn û bi sedan şehîdên mîna wê ku heta rizgarkirina Kobanê tê koşiyan, serkeftin para Kobanê.

Niha hin dipirsin çima DAIŞ`ê ji jinan û hêza wan hesaban dike? ji ber ku dizane ka jin di xendeqan de ne lê na, ji ber dev ji nuqteya xwe bernade. Ev vîna xurt jî bi saya fikrê me ye ku dihêle em têkoşîna xwe ya li dijî dijminê jinan dewam bikin. Di heman demê de vê vîna mezin kesayeta şehîd Arîn Mîrkan isbat kir.

Gelek dipirsin gelo çima DAIŞ ji jinan û hêza wan ditirsin. Ji ber ku dizanin ku jin di xendeqan de ne û dev jê berandin. Ev vîn û israra me dihêle ku em têkoşîna xwe li hemberî dijminê jinan heta dawiyê berdewam bikin. Vê vine kesayeta şehîd Arîn Mîrkan îsbat kir. Çima wexta rêxistina DAIŞ a terorîst êriş dike, destpêkê dibêje, heger em bi destê jinê bên kuştin em naçin cihnetê, em ê biçin cehnemê. Ew dizanin ku heger jin di xendeqên şer de bin em ê tu carî têk neçin. Ji ber vê yekê DAIŞ ji hêza me ditirese. Dema em dengê hevalên me bi rêya telefonên bêtêl guhdar dikin, ji hêz û îradeya hevalên me dilerizin. Ji ber ku jin dev ji xwendekan bernade, digêje astê ku bombeya xwe bi destê xwe ve biteqîne."

Gelo rêgez û pîvanên YPJ`ê xwe dispêrê çi ne?

Bi rastî dema em tev li eniyên şer dibûn, me xwe û vîna xwe isbat dikir her wiha vê yekê baweriya me ya bi kesayeta xwe xurt dikir. Vê rastiyê jî bandor li civakê kir. Beriya rizgarkirina Kobanê civet li dijî tevlêbûna jinan ji Yekîneyên leşkerî re disekinîn, ji ber ku rastiya YPJ`ê û hêza wan nas nedikir, lê piştî binketina DAIŞ’ê li Kobanê û rizgarkirina bajêr, jin tev li refên YPJ`ê bûn. Li aliyekî din jî hin malbatan bi xwe xwestin keçên xwe tev li YPJ`ê bikin heta ne tenê Kurd, lê belê malbatên Ereb jî.

Hêza sereke gelê me ye, ji ber ku em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin û vê hişt em hîn zêdetir li dijî zilim û zordarî şer bikin û em ber bi israra zêde ya azadiyê ve birin ku ew jî rizgarkirina gel ji zilmê ye.

Ji ber vê yekê em ê tu carî bê çare nemînin, tê bikoşin û hêza xwe ji gelê xwe bigirin. Çîroka her gelekî sedemeke şoreşê ye û çîroka her jinekê sedema avakirina hêzekê ku parastina hemû jinan bike, lewma em ê heta mîsogeriya azadiya gelên xwe tê bikoşin. Li aliyekî din jî em hêza xwe ji parastina cewherî werdigirin û ger em berê xwe bidin hêzeke din, bê guman em ê têk biçin, ji ber vê jin xwe dispêrin îradeya xwe û em "artêşa jin" xwedî hebûneke taybet in û tev li artêşa giştî jî dibin.

Bi nêrîna we sedema girêdana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê  bi YPJ`ê çi ye?

Jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê zehmetiya pirsgirêkekê dikişînin û vê pisgirêkê em anîn gel hev ku ew jî dijmin û hişmendiya baviksalarî ya ji beriya 5 hezar sal ve li ser jinan hatiye ferzkirin.

Li dewletên Ewropa dibînin ku jin çi bixwaze ji mafên wê ye bike û hîn zêdetir banga azadiya jinan dikin, li vir ez dibêjin, ger em bindest bin, ew hîn zêdetir bindest in, ji ber ku bindestî ne tenê qetilkirin, lêdan û girtin e ew tenê wê laş dibînin, lê ew hîn zêdetir bi lêdan û qetilkirinê re rû bi rû ye.

Rewşa jinan li Rojhilata Navîn bi êş û trajedîk e, ji ber ku tu mafên wê tune ne lewma em têne gel hev. Li hemû dewletên cîhanê daxwaza tevlêbûna ji YPJ`ê re heye, li ser vê hemû jin vê hêza hebûn û temsîla xwe dibînin. Ev yekîne di rewşên zor û zehmet de hatiye avakirin û tu dewlet nikare artêşeke taybet bi jinan ava bike, ji ber ku li ser bingeha hişmendiya baviksalarî tev digere.

YPJ`ê ne hêzeke leşkerî ye, lê belê ew hêza vîn, bawerî û israrê ye ku xwe dispêre parastina xwe ya cewherî û li dijî hemû zayendperestiyê disekine, lewma avakirina hêzekê ku ne di bin sîwana jinan û fikrê wê yê azad be dê bi bin bikeve.

Bi hişmendiya baviksalarî ew ê artêşên taybet bi jinan neyên avakirin û ew ê ev hişmendî bi ser bikeve û bibe wekî mêran.

Em, jinan di artêşên din de jî dibînin, lê li gorî hişmendiya baviksalarî tev digerin.

Tevlêbûna ji yekîneyan re di kîjan astê de ye?

Piştî şerê Kobanê û hemleyên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Hecîn û tevlêbûna me ji hemleyên din re, tevan bandor li navûdengên şervanan kir, nexasim di şerê li dijî çeteyan de, ji ber vê yekê kota beşdarbûna jinan ji yekînan re zêde bû, êdî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê tevlêbûn çêdibû. Li aliyekî din jî rêjeya tevlêbûna jinên Ereb jî zêde bû û li dijî çeteyan şer kir. Her wiha gelek jin ji Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê, dewletên ereban û Ewropa jî tev li yekîneyan bûn.

Jinan, YPJ`ê rêya xelasiya ji zilim û zordariyê dîtin, wekî ku rêya rizgarkirina jina Kurd ji bindestî û hişmendiya baviksalarî bû.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) weke artêşa parastina jinan tê naskirin. Ji bo ku jin rola xwe zêdetir bilîzin, çi jê tê xwestin ?

Ji bo rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) zêdetir aktîv bibe, divê perwerdeyên leşkerî û fikrî zêdetir bibin, destkeftiyên ku me bi dest xistine, mirov nikare bêje serkeftinên dawî ne, hê jî gelek zehmetî û astengî li pêşiya me hene. Ger jinek rastî neheqî û tundiyê were, em negihêjin azadiya xwe û ne jî serkeftinan bi dest dixin, armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû jinan û wan azad bikin û piştgiriyê bidin wan.

YPJ hêza tolhildana jinan e, parastina her jineke ku hatiye kuştin, rastî tundî û destavêtinê hatiye û mafên wê ji dest hatiye standin, girtiye ser milê xwe.

Di deh salên dawî de, YPJ çi gav avêtin, rastî çi astengiyan hatin ?

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, jin beşdarî hemû qadên jiyana civakî, siyasî, dîplomatîk, leşkerî û parastina cewherî bûn. Yekîneyên Parastina Jin saziya leşkerî ya ji bo jinê ku karîbû xwe weke hêzeke serbixwe bi rêxistin bike dihat naskirin, lê di warê têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalarî de em rastî gelek zehmetiyan hatin.

Ji berî 5 hezar salî ve, jiyana me bi destê mêr hat xêzkirin û hemû maf û destkeftiyên wê ji dest da. Karê me yê sereke ew e ku destkeftiyên ku ji jinê hatine dizîn vegerînin, her dema ku em dixwazin destkeftiyên xwe vegerînin, em rastî zext û astengiyan tên.

Em dixwazin li gorî bawerî, azadî û vîna jinê jiyaneke nû ava bikin.

Ev hemû zehmetî rê li ber armanc û têkoşîna me negirt û ne jî dikarî li pêşiya me biba asteng, rêya azadiyê gelek zehmetî tê de hene. Ji ber ku armanca me azadî û têkoşîn e, em ê rê nedin van zehmetiyan ku rê li ber daxwazên me bigirin, em dizanin rêya azadiyê giranbuha ye, em ê xebatên xwe bidomînin.

Hêzên emperyalîst, bi taybet dewleta Tirk a dagirker, hewl didin Yekîneyên Parastina Jin bixin nava "Lîsteya Terorê", Li gorî we sedemên wê çi ne ?

Hêzên emperyalîst, bi taybet dewleta Tirk a dagirker ji jinan nefret dikin. Ev yek bi sîstema ku jin xizmeta mala xwe bike, zarokan bîne û li gorî kêfa xwe cil û bergên xwe li xwe bike, eşkere bû. Ji ber vê yekê dema ku Yekîneyên Parastina Jin ava bû û li Kobanê bi ser ket, dewleta Tirk hêrs bû û heta niha hewl dide astengiyan derxe.

Dewleta Tirk ne kurdan û ne jî kesên ku têkiliya wan bi kurdan re heye qebûl dikin, ew ji jinên birêxistinkirî ditirse û dibîne ku Yekîneyên Parastina Jin ji rêya ku dewleta Tirk a dagirker li ser wê daye destpêkirin, dûr ketiye.

Dewleta Tirk a dagirker gelek fermandarên jin ên Yekîneyên Parastina Jin ku di belavkirina hişmendiyê de cih digirtin, kirin hedef û hejmarek ji wan şehîd xistin ku di nav wan de fermandar Sûsin Bîrhat ku yek ji pêşengên jinên ku di avakirina Yekîneyên Parastina Jin de rol lîstiye.

Têkildarî sûcên li dijî jinan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tê kirin, Yekîneyên Parastina Jin gelek caran rizgarkirina jinan ji dagirkeriyê û çeteyên wê li Reqa, Tebqa û Dêrezorê ji zîhniyeta DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker piştrast kir. Planên we çi ne ?

Me tu carî binpêkirinên li ser jinan li herêmên dagirkirî ji bîr nekirine, dewleta Tirk û çeteyên wê li van herêman her cure tundî, binpêkirin û sûcên li dijî jinan pêk tînin. Ji ber vê yekê erka me ew e ku em xwe bigihînin van jinan û wan ji destê çeteyan rizgar bikin. Em hewl didin xwe di warê leşkerî û fikrî de zêdetir pêş bixin da ku wan rizgar bikin.

Yekîneyên Parastina Jin ji bo parastina jinan ji êrişên derve û hundir, çawa dikare bingehên xweparastin bi pêş bixe û îspat bikin ku xebata wan tenê bi leşkerî re sînordar e, lê hewl dide îdeolojiya azadiya jinê belav bike ?

Berxwedana jina Kurd bi rêya Yekîneyên Parastina Jin li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Berxwedan û xweparastina ku bi pêşengtiya jinê bi pêşketiye, beriya ku bibe artêş ew hizreke îdyolojîk e û rê li ber pêkanîna rêveberiya xweseriya demokratîk vedike û bi vî awayî di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de, rola jinê tenê di aliyê leşkerî de sînordar nebû. Bi rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet piştî ku projeya biratiya gelan weke çareseriyeke siyasî ji bo tevahiya Sûriyê hate pêşniyarkirin, jinên Kurd hewl dan hebûna xwe îspat, Yekîneyên Parastina Jin zemîna avakirina deste û saziyên serbixwe ji jinan re amade kir, jin di hemû saziyên sivîl, xizmetguzarî û perwerdeyê de cih girtin û rêxistinbûna xwe ava kirin.

Beriya şoreşa Rojava û damezirandina Yekîneyên Parastina Jin, jin li gorî hemû pîvanan dihatin astengkirin, dema ku ji malê derdiket rastî pirsgirêkan dihat, lê niha jin bûne pêşeng û hêza xwe ji Yekîneyên Parastina Jin digirin.

Her heyînek xwedî sîstemeke parastinê ye û ger ev sîstem lawaz bibe dê nikaribin berdewam bikin, heman tişt ji bo jinan derbas dibe û girêdayîbûna hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi jinan bi Yekîneyên Parastina Jin re, bû sedem ku îrade û berxwedana xwe bilind bikin.

Ji bo ku Yekîneyên Parastina Jin di salên pêş de rola wan zêdetir pêş ve biçe, hewcedarî bi çi heye?

Ji bo ku xebata me berfirehtir bibe, divê hejmara endamên YPJ zêde bikin, li gorî armancên ku me dane pêşiya xwe, hejmara me pir kêm e, divê jin hîn bêhtir bi hêza xwe bawer bin ku di nava refên azadiyê de têbikoşin û rola YPJ zêdetir aktîv bikin.

Gelo YPJ’ê bi rêxistinên jinan û saziyên leşkerî re ku bi erkên parastina jinan radibin re têkildar e?

Wek YPJ’ê em hewl didin xwe bigihînin tevahî rêxistinên jinên hiqûqnas û siyasetmedar, bi taybet jî saziyên girêdayî jinan ne yên giştî. Gelek rêxistinên hiqûqî hene ku ji bo parastina mafên jinan hatine avakirin, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li Rojhilata Navîn û cîhanê, em dixwazin xwe bigihînin wan û pisporiyên xwe bi hev re parve bikin. Em hewl didin YPJ’ê bi wan û hemû rêxistinên jinan ku parastin jin û mafên wan dikin bidin nasîn. Ez bawer im ku çarekirina pirsgirêka jinan û krîzên cîhan tê re derbas dibe dê bi destê jinan be. Ji ber jin edalet, azadî û wekheviyê belav dike û heke jin bûn yek wê demê dê hêzeke jinan a rasteqîn were avakirin ku nayê şikandin.

Em bang li tevahî jinan dikin ku tev li YPJ’ê bibin, ji ber YPJ’ê ji bo azadiya tevahiya jinan tê dikoşe û li ber xwe dide. Em roja damezrandina YPJ’ê li tevahî şehîdên canê xwe di oxira ewlehî, aştî û îstîqrar pêk were de daye, pîroz dikin. Em vê roja pîroz li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.