​​​​​​​Prof Atmîş: Iraq ber bi rewşeke ne diyar ve diçe û Tirkiyê sûdê jê digre

Reportaj Summay

​​​​​​​Prof Atmîş: Iraq ber bi rewşeke ne diyar ve diçe û Tirkiyê sûdê jê digre
11 nîsan 2022   04:17

Profesorê iraqî Dr. Sadiq Atmîş diyar kir ku Iraq ber bi rewşeke ne diyar ve diçe û partiyên desthilatdar ên Iraqê çi Ereb û çi Kurd li berjewendiyên neteweyî nafikirin. Her wiha anî ziman ku Tirkiye ji rewşa Iraqê sûd werdigire da ku armanca xwe pêk bîne.

Iraqê di rewşeke valahiya destûrî heye. Heta niha partiyên siyasî nikarin serokkomarê hilbijêrin. Sedema vê yekê nakokiyên di navbera "Hevgirtina Rizgariya Welat" ya bi serkêşiya Sedir û hêzên "Çarçoveya Hemahengiyê" de ne. Li ser vê yekê serokkomarê Iraqê Berhem Salih di 9'ê Nîsanê de hişyar da û gotibû, heger aloziya siyasî dewam bike dibe ku welat ber bi rewşeke xeter ve biçe û hemû windahiyan bibînin.

Profesorê iraqî Sadiq Atmîş di hevdîtinekê li gel ANHA'yê de got: "Pêwîstiya Iraqê bi serhildan û şoreşgeke gel a mezin û bi hêz heye ku bikaribe hemû partiyên desthilatdar yên ku pîroziyên welatiyan binpê kirine, ji hev bixe."

Hevpeyvîn wiha ye:

Li Iraqê aloziya avakirina hikumeta nû heye. Piştî hilbijartinên parlamantoyê ku di 10'ê Cotmeha 2021'an de hatibûn lidarxistin û ruxmî ragihandina hevbendiya Tevgera Sedir, Mesûd Barzanî û Mihemed Helbûsî ya ji bo avakirina hikumet, lê parlamanto heta niha nikarî serokekî nû yê welat hilbijêre, ji ber ku hejmara qanûnî temam nebûye, nemaze piştî ku hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîe û hevalvendên wê yên ku hejmara wan 126 parlamanter in, civîn boykot kirin. Gelo sedema vê yekê çi ye?

Gelek sedem hene. Yekem: Birêz Sedir helwesta xwe diguhere. Heger îro helwestekê bide wê sibe biguhere. Ev yek ji aliyê gelê Iraqê ve tê zanîn. Hemû pêşniyarên birêz Sedir tenê axaftin in ku civakê Iraqê esas nagire. Ya duyemîn: Rihê welatparêziyê li gel aliyên iraqî yên ku dixwazin serkêşiya proseya siyasî bikin, tuneye. Niha berjwendiyên şexsî û ezezîyet rola aktîv pêk tînin. Ya sêyemîn jî, dijbertiya di navbera tevgerên siyasî de ye, bi taybet nakokiyên di navbera Sedir û Malikî de. Ev dijminahî bandorê li pêkhateya herî mezin a di parlamantoyê de anku mala Şîeyê dike. Mala Şîe niha jihevketî ye û li ser gelek pirsgirêkan li hev nakin.

Sedema çaremîn: Afirandina aloziyan e ku hîna berdewam dike, tu dibêje qey ji bo derxistina van aloziyan  plan têne kirin. Ji ber ku ev partî di prosesa siyasî bi bin ketine û gendeleiya wan eşkere bû, bêyî domandina aloziyan nikarin rewşê biparêzin. Jiyana van partiyan li ser domandina aloziyan e. Ev partî dûrî xebata siyaî ne û nikarin ku bi plan vê xebatê bimeşînin. Lihevkirinên ku di navbera wan de têne kirin, ne li gorî bernameyeke siyasî ne, lê belê li ser pirbûna hejmara parlamanteran e da ku bloka piraniyê ava bikin. Ev yek di serî de ehmeqiya siyasî nîşan dide û ya duyemîn nezanbûna wan bi mijarên siyasî yên herî hêsan diyar dike.

Ev tiştên ku me bi bîr xistin bandoreke neyinî li jiyana welatiyan dike û welat ber bi rewşeke ne diyar ve dibe.

Hinek alî teqez dikin ku ji aliyê dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê ve planên mezin li dijî Iraqê têne kirin. Dewleta Tirk hewl dide bi destekê vê partiyê qada dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh bike û sûdê ji aloziyên heyî digire da ku hîn zêdetir destwerdanê li Iraqê bike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Tirkiyê rewşa Iraqê baş bi kar tîne da ku armancên xwe pêk bîne. Tirkiyê û bi Îran û ajanên Amerîkayê re di nava pêşbaziyê de ye da ku qada siyasî ya Iraqê bikin qada nakokiyên xwe. Li ser vî esasî dewleta Tirk cih û hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê bi kar anîn û bi desthilata li wir re li ser lîstina bi herêma Kurdistanê, dagirkirina xaka wê û xirabkirina herêmên sînorî û topbarankirina gundên sînorî li hev kir. Her wiha nuqteyên xwe yên pêşîn li dijî şoreşa Kurdan, bi taybet a Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi kar tîne.

Hevkariya hêzên serdest ên Başûrê Kurdistanê, anku hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê û hevkariya nerasterast a Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi Tirkiyê re, nîşan dide bê çiqasê partiyên serdest ên Başûrê Kurdistanê tevahî rêgezên neteweyî, rizgariyê û demokrasî bin pê dikin, nîşan dide bê çawa ji bo berjewendiyên xwe bi partiyên navendî re an jî bi Tirkiyê re yanî bi Îranê  re siyasetekê dikin, lê encamên wê li ser doza kurdî, gel, şoreşgera rizgariya Kurdistanê di ber çavan re derbas nakin.

Gelo armancên Tirkiyê ji gûrkirina aloziya li Iraqê çi ye û çima li hember êrişên wê yên li ser xaka Iraqê bêdengî heye?

Armanca Tirkiyê li erdîngariyê berfireh bibe. Aliyên siyasî yên Tirkiyê ev yek piştrast kirin ku armanca wan vegerandina hegemoniya dewleta Osmanî ye. Ji ber vê yekê plan dike ku qadeke berfireh dagir bike, li gorî nêrîna wê bi vê dagirkirinê dikare şoreşên kurdan ên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tune bike û tevahî parçeyên din amade bike da ku dest deyne ser vê herêmê, siyasetên nejadperestî yên Tirkiyê li herêmên Bakurê Kurdistanê bi taybet û herêmên di bin kontrola wê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de pêk bîne.

Her wiha armanceke aborî ya Tirkiyê heye, ew e ku hegemoniya xwe ya aborî xurt bike, bi taybet di vê qonaxê de ku Tirkiyê di nava aloziyên aborî û hilweşandina lîreya tirkiyê de ye. Ji ber ku aboriya wê hilweşiya ye. Ev yek dê rê jê re veke da ku sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de veke ji bo ku kelûpelên xwe lê bifroşe û Başûrê Kurdistanê û Iraqê bike bazarek ji bo firotina berhemên xwe.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi derxistina aloziya bernamzetê serokkomariyê, hewl dide rola YNK'ê lawaz bike. Bi nêrîna we armanca sereke ji vê yekê çi ye û kî destekê dide namzetê PDK'ê û çima?

Nakokiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê vedigerin salên notî yên sedsala borî. Ev nakokî ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd e, ji ber ku ev şer li ser destkeftiyên muhtemel ên siyasî û aborî ne. Ji ber vê yekê herdu partî diçin hevkariyê bi dijminên gelê Kurd re dikin. Bê guman hevkariya bi Tirkiyê re dijminatiya li gel, doza kurdî û şoreşa wê ya rizgariyê ye.

Niha rewşa Iraqê ber bi ku ve diçe?

Tevahî partiyên serdest ên li Iraqê çi Kurd be yan jî Ereb bi berjewendiyên niştimanî nafikirin. Lê amade ne ku dizî û binpêkirinên hurmeta welatiyan bidomînin. Iraqê ber bi rewşeke ne diyar ve diçe. Hîna ev partî serwer in, hîna çekdariya eşîrtî û ya milîstî ku ev partî dimeşînin, hene û belav in.

Ev hemû nîşaneyên tunebûna dewletê û saziyên dewletê ne. Diyardeyên çekdarî ku niha kolanan hikum dikin, her wiha urf û adetên eşîrtî û qebîltî dozgeriya Iraqê kontrol dikin. Ev hemû proseya siyasî bi giştî têk dibe. Heger serhildaneke gel a mezin tunebe wê dawî li vê aloziyê neyê. Şoreşa gel a çekdarî û hêrsa gel ji bo Iraqê hêviya yekane ye. Tevahî gelê Iraqê li bende vê şoreşê ne ku em nizanin wê kengî dest pê bike.

LI SER JIYANA NIVÎSKAR SADIQ ATMIŞ

Nivîskar Dr. Sadiq Atmiş ji bajarê Şetra yê Iraqê ye, ji sala 1965 heta sala 1968 li Zanîngeha Mûsilê mamostetî kiriye. Di mijara êkolojiya çandinî de bawernameya master û doktora wegirtiye. Her wiha li zanîngeha Albert Ludwig li Almanyayê zanistên îslamî xwendiye. Li Enstîtuya Protestan a ji bo Lêkolînên Olî, Civakî û Perwerdehiyê wek mamoste kar kir û ji bo penaberên Ereb û Misilman wek şêwirmendê hukûmeta parêzgeha Baden-Württemberg a başûr kar kir. Gelek lêkolînên wî bi zimanên erebî û almanî di kovarên zanistî de hene.

ANHA