Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir re xwest

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Bekir Bekir re xwest.

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir re xwest
25 adar, 2022   13:16
HELEB-ARIF SILÊMAN

Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya mala şehîd a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, konê sersaxiyê yê şehîd Bekir Bekir vegirt.

Endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê-Jin, YPG û YPJ'ê herikîn bin kon û sersaxî xwest.

Kon bi wêneyên şehîdan, rêber Abdullah Ocalan û alên Hêzên Parastina Civakê (HPC) hate xemilandin.

Destpêka merasîmê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih axivî û got: "Şehîd rêya me ronî dikin û bi saya wan herêmên me ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, êdî ji wê demê ve em bi aramî û aştî dijîn."

Remziye Salih di dawiya de soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo, endamê meclisê Mistefa Hemo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Bekir, hemû şehîdan û rêber Abdullah Ocalan re xwest. Hemo têkildarî taybermendiyên şehîd Bekir wiha axivî: "Tevî bi temenê xwe mezin bû jî, lê tev li Hêzên Parastina Civakê bû, heta dawiyê bi hevalên xwe re paratina tax û welat kir û gihaşt asta şehadetê."

Hemo anî ziman ku şehîd Bekir tev li van hêzan bû, da ku destkeftiyên bi gel, şervanên YPG û YPJ li taxê bi dest xistin, biparêze.

Bi navê Kongra Star Îlham Hemdî axivî û got: "Şehîd bingeha şoreşê ne, ji lewma divê hemû gel xwîna şehîdan biparêzin û şopdarên rêya wan bin, ji ber ku azadî û jiyana birûmet ne tiştekî hêsan e. Kar û kedeke mezin ji me dixwaze."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Mistefa axivî û gotina rêber Abdullah Ocalan anî ziman: "Gelê min ê fedekar li rêya min nenêrin, lê belê li rêya şehîdên ku ji bo vî welatî canên xwe fedar kirine, binêrin."

Elî Mistefa destnîşan kir ku şehîd Bekir bav û heval bû, ji bo doza xwe kar û xebat kir lewma ew ê fedekariya wî ji bîr nekin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, mamosteya zimanê kurdî Zekiye Mistefa nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Endamê HPC`ê şehîd Bekir Bekir 22`ê mehê gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA