Liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê dewam dike

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan nêzî Keîv moşek avêtine baregeheke sotemeniyê ya artêşa Ukraynayê. Li aliyekî din jî hêzên behrî yên Ukraynayê daxuyand ku keştiyeke Rûsyayê li nêzî Berdyansk peravê noq kirine.

Liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê dewam dike
25 adar, 2022   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

RT ragihand ku berdevkê wezaretê Igor Konashenkov îro daxuyand ku 24`ê Adarê moşek avêtine baregeheke bajarê Kalinovka yê nêzî Keîv, di encamê de mezintirîn baregeha sotemeniyê ya hêzên çekdar ên Ukraynayê ruxandin.

Kalinovka got, komeke hêzên Rûsyayê duh bi şev 4 kîlometreyan bi pêş ve hatine û gundên Batmanka, Mikhailovka, Krasny Partizan, Stavki û Troitskoye kontrol kirin. Li aliyê Yekîneyên 24 ên girêdayî artêşa Ukraynayê hîn jî pêşde diçin.

Berdevkê wezaretê bi bîr xist ku çekên hewayî yên Rûsyayê şeva dawî li Ukraynayê 51 nuqteyên leşkerî derbe kirine, ji wan navenda fermandariyê, du depoyên çekan, 26 wesayitên şer.

Berdevkê wezaretê ev lê zêde kir: "Balafirên hewayî yên artêşa Rûsyayê 4 balafirên keşfê yên Ukraynayê ruxandin, ji destpêka tevgerên leşkerî yên Rûsyayê ve li Keîv 261 balafir, 204 moşek, hezar û 587 tank, 636 hewan û hezar 397 panzêr hatine ruxandin."

Alhura ragihand ku hêzên darayî yên Ukraynayê daxuyand ku wan li nêzî bajarê Berdyansk peravê keştiya Rûsyayê noq kirin.

(eh)