​​​​​​​Gelo dê parlamanto di hilbijartina serokkomarê Iraqê de bi ser bikeve?

Tevgera El-Sedir pişta xwe dide parlamenterên serbixwe da ku bidestxistina hejmarê di civîna hilbijartina serokkomarê de ku dê şemiyê li dar bikeve, wergire. Têkildarî wê lêkolînerê Iraqê Nebîl Cebar El-Elî da zanîn ku bidestxistina wê hejmarê "zehmet" e û îhtîmal e berê xwe bidin lihevkirinên mezin di navbera hêzên şîe de ku hikumeteke lihevkirinê ava bikin.

​​​​​​​Gelo dê parlamanto di hilbijartina serokkomarê Iraqê de bi ser bikeve?
25 adar, 2022   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Ji hêla hêzên siyasî ve, bi taybet aliyên hevbendiya sêalî (Tevgera El-Sedir, PDK û Hevpeymana Serweriyê) ve tevgereke siyasî ya fireh li Iraqê heye, da ku hejmareke mezin di civîna parlamentoyê de ya ji bo hilbijartina serokkomar, bi dest bixin.

Tê payîn parlamentoya Iraqê 26’ê Adarê civîna taybet a ji bo hilbijartina serokkomarê nû li dar bixe.

Ji bo hilbijartina serokkomariyê pêşbirk di navbera 2 namzetên partiyên Kurd ên sereke de hene, ew jî Berhem Salih ê YNK’ê û Rêber Ehmed yê PDK’ê.

Hîna nakokiyên di navbera komên siyasî yên iraqî de li gel gefên boykotkirina civîna dengdayînê de hene. Divê di civînê de ji 329 parlamenteran herî kêm 220 amade bibin.

Serokê Tevgera El-Sedir Muqteda El-Sedir bang li parlamenterên serbixwe kir ku beşdarî civîna parlamentoyê bibin.

El-Sedir duşema borî bang li parlamenterên serbixwe kir ku civîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomar asteng nekin.

MALÎKÎ GEFA ASTENGKIRINA CIVÎNÊ DIXWE

Serokê îtîlafa ‘Dewleta Qanûnê’ û serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malîkî ragihand ku hêzên "Çarçoveya Hevkariyê" bi astengirina civînên parlamentoyê ve girêdayî ne.

Ruxmî astengkirina hilbijartina serokkomar, El-Malîkî piştrast kir ku ew bijarteya helandina parlamentoya Iraqê ya niha û ji nû ve hilbijartinên parlamentoyê red dike.

El-Malîkî wiha domand: "Doza helandina parlamentoya Iraqê û ji nû ve hilbijartinên parlamentoya niha nayê qebûlkirin û ‘Çarçoveya Hevkariyê’ û hêzên wî yên siyasî nahêle ev yek pêk bê û bi xurtî li dijî vê bijarteyê ye."

El-Malîkî anî ziman ku lidarxistina civîna parlamantoyê ku tê payîn sibe be, bi armanca tirsandina namzetan e, nexasim ên serbiwe da ku tev li civînê bibin.

Endamê parlamantoyê têkildarî beşdarbûna ji civînê re got, helwesta çarçoveyê ji rûniştina sibe diyar e ku ew jî bêyî lihevkirinan dê derbasî civînê nebe.

Rojnameya El-Ereb ragihand ku aliyên siyasî yên Iraqê pêşbîn dikin ku nameya El-Sedir wekî "jehra di hingiv de" de ye û ji ber ku ji wan dixwaze destekê bidin projeya wî ya kesayetî.

Parlamenterê Iraqê li ser zimanê lihevkirina namzetên serbixwe Ednan El-Cabirî roja duşema derbasbûyî anîbû ziman ku ew xwesteka serokê şîe Muqteda El-Sedir a avakirina hikumetê ku piraniya wan nîştimanî bin, erê dikin lê bi şertê ku nêrîna wan di binavkirina serokê hikumetê de bigirin.

El-Cabirî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re wiha axivî: "Namzetên serbixwe şertekî pêşwext diyar kir û divê mafê tevlêbûna ji binavkirina serokwezîrê erkdar were parastin."

Çavdêr dibînin ku şertê namzetên serbixwe û hejmara wan ji 329`an tenê 40 e. Ev jî serokê Tevgera El-Sedir tengav dike.

TEMAMKIRINA KOTAYÊ ZEHMET E

Tevgera El-Sedir bi parlamenterê serbixwe re şertê temamkirina kotayê di civîna hilbijartina serokkomar de danîye, lê El-Elî pêşbîn dikin ku ew ê civîna parlamantoyê sibe li dar nekeve ji ber ku nekarîn 220 parlamanter di dema civînê de kom bûn. Sedemên vê yekê ew ê ku 73 kursiyên El-Sedir in, serwerî 59, Kurdistanî bi hevkarên xwe re 45 kursî ne û tevde dibe nêzî 177 kursî. Serbixweyên Şîe jî hejmara yên tev li Koalîsyona Sêalî bûne zêdetirî 5 kesan e û partiyên Iraqê 9 kursî ne bi vî awayî hejmara wan 191 kursî ye.

Di encamê de lihevkirin nikare hikumetê ava bike.

HEVKARÎ Û HIKUMETEKE LIHEVKIRÎ

Der barê tedbîrên hilbijartinên pêşwext an jî vegera li koteyan ger civîna parlamantoyê ya hilbijartina serokkomar, El-Elî pêşbîn dike ku di rojên pêş de ev dê bibe kaxezeke zextê.

Lêkolîner siyasî Nebîn Cebar El-Elî di dawiyê de destnîşan kir ku ger civîna hilbijartina serokkomariyê li dar nekeve, muhteml e lihevkirinên mezintir di navbera hêzên Şîe de çêbibin, bi taybet der barê avakirina hikumeteke lihevkirî ku her kesî bigire nav xwe de. An jî El-Sedir dev ji "Çarçoveya hevkariyê" û cihê opozîsyon parlamantoyê bigire.

Ji dema lidarxistina hilbijartinên Cotmeha derbasbûyî Iraqê bi krîza siyasî re rû bi rû ye, her wiha têkildarî namzetê serokkomariyê nakokî di navbera Kurdan de hene.