PKK: Ev Newroz bû Newroza serfiraziyê

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek da û diyar kir ku “Ev Newroz bi maneya rastîn tam bû Newroza serfiraziyê. Tam bû 'Newroza Rêbertî’. Gelê me û dostên me aşkera danî holê ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo heta dawiyê tê bikoşin.”

PKK: Ev Newroz bû Newroza serfiraziyê
25 adar, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî pîrozbahiya Newrozê daxuyaniyeke niviskî da.

Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniyê de wiha diyar kir:

“Ji heft salî bigirin heta bi heftê saliyan gelê me û dostên me bêyî ku bibêjin herî û berf û baran e rabûne serhildanê û li dora Rêber Abdullah Ocalan hatin cem hev. Ji Botanê heta bi Serhedê, ji Zagrosan heta bi Dersim, Amed, Stenbol, Edene û Izmîrê, ji Qamişlo heta bi Reqa, Kerkûk Qandîl, Hewraman û Merîvanê, ji Ewropayê heta bi Esya, Efrîka, Emerîkayê li çar parçeyên Kurdistanê û li çar hêlên cîhanê bi dehan milyon mirov herikîn kuçeyan û meydanên Newrozan tije kirin û azadiya fizîkî ya  Rêber Apo xwestin. Pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê parçe kirin, Rêber Apo gihandin bi milyonan.

Em her kesê ku xwe berdane meydanan û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestine slav dikin. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ya ku wê di sala pêncihî ya Newrozê de ku bi Rêber Apo û PKK'ê re hatiye jiyîn, serkeftinê dixwazin. Pir aşkere ye ku ti tişt ji ber xwe ve nabe. Her tişt bi têkoşîna fedayî ya partiya me û hêzên gerîlayên me yên leheng dibe. Gelê me û dostên me ku bi pêşengiya jin û ciwanan, bi dehan milyon mirovên ku meydan tije kirin u azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin, helwest û vîna xwe danîne holê.

Bersiva hewce dane yên ku digotin, “Me gerîla çewisand û PKK tasfiye kir”. Êdî ne pêkan e ku pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê zêdetir bidomînin. Her wiha opurtunîstên ku bi gotina, “gel şikestiye, nikare têkoşînê ragire” hewl didan ku rastiya xwe veşêrin, ên bedbîn jî bersiva xwe standine. Êdî ne pêkan e weke berê derkevin pêşberî gel û propagandaya bi destekdayina îxanetê serê mirov tevlîhev bikin. Me peyama ku gelê me û dostê me di Newrozê de dayî stand û me fêhm kir. Di dema pêş de em ê peywirên xwe yên pêşengiyê bi rengekî xurtir bi cih bînin, em ê peywira perwerdekirin, rêxistin û sewqkirinê ya gelê xwe bi rengekî bêhtir serkeftî bi cih bînin.”

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin, bi rengekî pir xurt dikevin “Sala 50'î ya Rêbertî û Partiyê” û hate gotin, “Ji aliyeLî ve serfiraziya sala pêncihî ve ji niha ve hatiye mîsogerkirin. Ji bilî komeke xayin, bi dehan milyon mirovên ji gelê me û dostên e kuçe û meydanan tije kirin, dnaîne holê ku ew li azadiya fizîkî ya Rêber Apo û li jiyana azad asê bûne.”

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi gotina, ji niha û pê de divê mirov her roje bike Newroz, “Her roj Newroz her cih berxwedan” divê mirov tê bikoşe û ev bang kir: “Çawa ku 8'ê Adarê bi Newrozê gihandin , wê Newrozê jî bi 'Roja Lehengiyê' re bigihînin û ji wir bi domdarî bigihin 4'ê Nîsanê, 1'ê Gulanê û Meha Şehîdan, Sala Pêncihî ya Rêbertî û Partiyê bikin sala têkoşîna herî xrt û sala herî mezin a serfiraziyê. Helbet bandora Newroza ku hatî jiyîn wê bi vê re sînordar nemîne. Pîrozbahiya 2022'an, Newroz ji Kurdistanê wêdetir çûye, kiriy Newroza yekîtî, berxwedan û cejna azadiyê ya hemû gelan. Ji ber vê jî bêguan wê tesîra xwe bi salê re sînordar nemîne, wê li dehan sal û sedsala pêşiya me berbelav bibe. Tesîraeke wiha bike ku bîreweriya azadiyê û berxwedana gelê me wê bi çewisandiyên din re bibe yek û biratiyê bîne. Di serî de jin û ciwan, karker û kedar lêzimiya vê peyamê di pratîkê de bi cih bînin.

Bi vê bingehê, em 'Roja Lehengiyê ya Neteweyî' di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, gelê me, dostên me pîroz dikin, em bang dikin tevahiya Heftiya Lehengiyê, rih û berxwedana Newrozê bidomînin. Em Fermandarê xwe yê Nemir û Lehengê xwe yê Netewî hevrê Mahsûm Korkmaz, di salvegera 36'an a şehîdbûnê de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em careke dî sond dixwin ku armanca wî bibin serî û bîranîna wî bidin jiyîn.

Weke ku tê znaîn roja me ya lehengiya dîrokî 21'ê Adarê û roja şehîdbûna hevrê Egîd, Lehengê me yê Netewî 28'ê Adarê weke “Hefteya Lehengiya Netewî' digihije hev.  Ango roja me ya berxwedanê Newroz û roja me ya serfiraziyê li heftiyekê berbelav dibe. Ev Newroz bi maneya rastî bû Newroza serfiraziyê. Tam bi rengê “Newroza Rêbertiyê' hate jiyîn. Gelê me û dostê me, danîn holê ku ew ê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin. Xasma jî jin û ciwanan nîşan dan ku ew ê li vê armancê asê bûne. Niha jî wê 'Roja me ya Lengiya Netewî' jî bi berxwedana dîrokî pêşwazî bikin û bi dema piştre bikin yek .Wê xwe bikin weke Egîdên dema niha û têkoşîna me ya azadiyê li ser xeta serfiraziyê geş bikin.

Her wiha sala 50’yî ya Komkujiya 30'ê Adara 1972'yan e. Bi vê çarçoweyê em Şehîdên Kizildereyê, ji Rêberê Şoreşa Tirkiyê Mahîr Çayan û hevalên wî di salvegera şehîdbûna wan de bi hurmet û minet bi bîr tînin. Me bîranîna wan di pêncî de salî de li nav berxwedana PKK'ê da jiyîn û niha jî bi çarçoweya berwedana HBDH'ê didin jiyîn.  Li ser hîmê serfiraziya têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî em armanc dikin ku armanca wan bi ser bixin.

Her wiha 1'ê Nîsanê dibe salvegera 14'an a hevê Nûda Karker, endamê Komîteya Avakar a PKK'ê, endamê Komîteya Navendî Ferhat Dersim û hêza propagandayê ya hevrê Halîl Dag. Di şexsê hevrê Nûda, Ferhat û Halîl de ku şopdarên Mazlûm Dogan in, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin, em sond dixwin ku armanca wan biin serî û bîranîna wan bidin jiyîn. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên demokrat dikin li ser xeta Rêbertî û Şehîdan bi biryardarî û serkeftinî bimeşin û Roja me ya Lehengiya Netewî bikin Newroz.”