Li herêma Cizîrê li 18 cihan lembeyên trafîkê têne danîn

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê ji ber zêdebûna erebeyan li herêmê, li 18 cihan amadehiya danîna lembeyên trafîkê dike. Her wiha gelek kolanên girtî yên Qamişloyê hatin vekirin.

Li herêma Cizîrê li 18 cihan lembeyên trafîkê têne danîn
25 adar, 2022   05:33
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê di sala 2021`an de li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonal a li Qamişloyê wek tecrube lembeyên trafîkê danîbûn. Piştî ku bandora lembeyan ya erênî hate dîtin, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê biryar da ku li cihên din jî lembeyan dayne.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Giştî ya Gerînendetiya Trafîkê ya Herêma Cizîrê Mihemed Şêxanî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dê lembeyên trafîkê li Hesekê û Qamişlo bên danîn û got: “Di demên pêş de dê li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bên zêdekirin.”

Mihemed Şêxanî got dê 10 lembeyan li Qamişloyê û 8 lembeyan jî li Hesekê bi cih bikin. Li Qamişloyê li çerxerêyên El-Şerq, Muaselat, Firin, El-Wihdê, Xelîc, Osman Sebrî, Elef, Eleya, Kolana Munîr Hebîb û kolana Şaredariyê û li Hesekê jî li çerxerêyên Sebax, Sînalko, Agirkujê, Dêra Asûriyan, Salihiyê, Xiwêran û Sînaa dê lembeyên trafîkê bên danîn.

Şêxanî têkildarî diyarkirina cihan û pêwîstiya danîna lembeyan jî got: “Me cih li ser esasê kombûna erebeyan hilbijartine, di demeke nêz de wê bên danîn.”

VEKIRINA KOLANAN

Her wiha li Qamişloyê gelek kolan ku ji ber rewşa şer hatibûn girtin, hatine vekirin û hin bendên kontrolê hatin rakirin. Mihemed Şêxanî têkildarî vê mijarê jî got: “Ev gav ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Trafîkê bû, ji ber ku binesaziya bajar hejmara heyî ya erebeyan ranedigirt, me ev gav avêt.”

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Trafîkê hejmara erebeyan li herêmê digihêje 53 hezarî.

Mihemed Şêxanî diyar ku ji ber qelebalixê endam û dewreyên xwe di nava bajar û navçeyan de zêde kirine û got: “Em bi hêvî ne ku şênî li gorî zagon û sîstema trafîkê tev bigerin.”

ANHA