Serdar Saadî: Konferansa Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftî bû

Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn konferansa xwe li dar xist. Endamê desteya rêveber a navendê Serdar Saadî diyar kir ku konferans serkeftî bûye û got gelek beşdarên biyanî jî xwest alîkariyê ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş bikin.

Serdar Saadî: Konferansa Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftî bû
25 adar, 2022   01:34
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 17`ê Adarê de Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekemîn konferansa xwe bi navê “Dubare fikirandina li ser zanîngehan li gel şoreşa Rojava” li dar xist. Di konferansê de gelek akademîsyen, rewşenbîr, xwendekarên Kurd, Fransî û biyanî beşdar bûn.

Têkildarî konferansê endamê Desteya Rêveber a Navenda Piştgirî û Alîkariya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CSCUNES) Serdar Saadî axivî û diyar kir  ku bi konferansê wan xwestiye navendê bidin naskirin û got: “Konferans li Parîsê hat lidarxistin. Di konferansê de nîqaş li ser zanîngehên li Rojava û di şoreşa Rojava de zanîngeh û rola wan hatin kirin.”

Serdar Saadî got: “Nêzî 70 kes akademîsyen, rewşenbîr û profesor beşdarî konferansê bûn û tevî 50 kesên ku bi rêya online beşdar bûn, hejmar bû 120. Ev jî ji bo me serkeftin bû.”

BEŞDARÊN KONFERANSÊ

Serdar Saadî da zanîn ku konferans ji 3 beşan pêk hat û wiha dom kir: “Di beşa yekemîn de Prof. Éric Fassin û Prof. Shahrzad Mojab û Rohan Mustefa axivîn.”

Der barê rûniştina duyemîn de Serdar Saadî da xuyakirin ku wan li ser tecrubeyên zanîngehan nîqaş kirine û hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîlah Mistefa, hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim û hevserokê Zanîngeha El-Şerq Hesen El-Îsa axivîne. Her wiha nûnerên ‘Fondation Danielle Mitterrand’ û Zanîngeha Bremenê ya Almanyayê jî axivîne û li ser xebatên ji bo pêşerojê nîqaş hatine kirin.

Saadî da zanîn ku di beşa dawîn de Prof. Hamît Bozarslan der barê rewşa zanîngehên cîhanê, azadî û rola akademîsyenan de axiviye.

‘KONFERANS SERKEFTÎ BÛ’

Serdar Saadî destnîşan kir ku piştî bidawîkirina konferansê beşdaran daxwaza xwe ya ji bo alîkariya ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da û got: “Konferans bi awayekî serkeftî qediya.

Serdar Saadî têkildarî serdana wan a li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Planeke me heye ku serdana zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, lê pirsgirêka sereke ew e ku ji milê Başûr ve gelek zehmetî hene.”

Navend di 1`ê Mijdara 2021`an bi armanca pêşkêşkirina alîkariyê ji bo zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşxistina bernameyên perwerde û lêkolînê û zêdekirina çavkaniyên zanistî hatibû avakirin.