​​​​​​​Endamên PYD: Bi xweparastinê em hebûna xwe diparêzin

Endamên PYD’ê da zanîn ku bêyê xweparastin û parastina xakê tu hebûna jiyanê tune ye, her wiha teqez kirk u xweparastin dijmin têk dibe û planên helandina hebûn û pêngavên qirkirinê bi bin dixe, serkeftin û azadiyê pêk tîne.

​​​​​​​Endamên PYD: Bi xweparastinê em hebûna xwe diparêzin
25 adar, 2022   01:47
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Girîngiya xweparastinê di parastinê kesayet, parastina destkeftî û nirxn civakan de heye û serkeftinê li dijî rejîmên destpot û hêzên hegemon pêk tîne û li hember hemû pêngavên qirkirinê disekine.

Têkildarî vê yekê endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) da zanîn ku divê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe parastina vê xakê bikin û li hember tevahî pêngavên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, hevgirtî bin.

‛TU BIJARTE JI PARSTINA HEBÛNÊ RE JI BILÎ XWEPARASTINÊ TUNE YE’

Endamê rêveber ê PYD’ê şaxê Helebê Elî Mistefa bal kişand ser girîngiya xweparastin ku destkeftî were parastin û wiha got: "Digel rewşa heyî de, divê em li kêlek hêzên xwe yên leşkerî parastina xaka xwe bikin."

Mistefa wiha domand: "Xweparastin pêdiviyeke mutleq e û girîngiya wê di dabînkirina ewlehî û îstîqrara herêmê de bi rêya rêxistinkirina gel heye. hevgirtina pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember êrişên dagirkeriyê nimûneya vê yekê ye."

Elî Mistefa diyar kir ku xweparastin ji valahiyê nayê, lê belê ji sekna li hember çi tevgereke xeternak li ser hebûnê tê û ev tişt anî ziman: "Bêyî xweparastin û parastina xakê em nikarin ne xwe îsbat bikin ne jî azad bibin."

Mistefa destnîşan kir ku xweparastina ku gel pêk tîne hêz û vînê dide hêzên leşkerî ku li eniyên pêş şer dikin  û wiha pê de çû: "Berxwedana gel li hundir destekê dide hêzên leşkerî ku li ber xwe bidin, bi hêz bibin û bibin xwedî vîneke xurt."        

‛ÇAREYA GUNCAW A RIZGARKIRINA GELAN XWEPARASTIN E’

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Roşîn Mûsa wiha got: "Mijara xweparastinê ne nû ye, lê belê ji kevn de heye, bi taybet mirov bi awayekî otomatîk ji xeteriyan xwe diparêze."

Roşîn Mûsa behsa pêkanîna rêbaza xweparastin û belavkirina wê di civakan de kir ku ji xeteriyên li dijî hebûna wan were parastin û wiha got: "Pêdiviya li hember êrişên li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li dijî gelê Kurd bi xweparastina hebûnê heye."

Roşîn Mûsa daxuyand ku divê gel xwe bispêre rêgeza xweparastinê da ku tu hêz vîna wî neşikîne û ev tişt anî ziman: "Divê em di vê rêgezê de berdewam bikin da ku destkeftiyên xwe biparêzin û planên dijmin têk bibin."

Roşîn Mûsa bal kişand ser berxwedana welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li dijî çeteyan ku li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî bû wiha bi lêv kir: "Pêkhateyên herêmê bi rihê welatparêziyê hev girt û li kêlek hêzên leşkerî sekinî û çete têk birin."

‛BÊYÎ PARASTINA XAKÊ Û HEBÛNÊ TU JIYAN TUNE YE’

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko da zanîn ku xweparastin di xwezaya mirov de heye û ji bingehîn jiyanê mîna xwarin, av û zêde bûnê ye û wiha got: "Bêyî xweparastinê hebûna jiyanê tune ye."

Emîn Elîko hevrûkirineke di navbera herêmên dewleta Tirk dagir kirin û herêmên Rêveberiya Xweser de çêkir û wiha domand: "Li herêmên dagirkirî tevliheviyeke ewlehî û gendelî heye, lê li herêmên Rêveberiya Xweser  bi xwesparastina li ser rêgeza xweparastina ewlehî û îstîqrarê heye."

Têkildarî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê Elîko wiha got: "Gefên dewleta Tirk a dagirker berdewam in, ji destpêka krîza Sûriyê û heta niha deweleta timayên dagirkirina herêmên me dike. Divê em li hember vê yekê xwe bispêrin rêgeza xweparastinê, ji ber rêya yekane li hember planên wê ye."

(fr)

ANHA