Meclisa Jinan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir

Xebatên konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi diruşma "Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirk de, êş-azar, xweragirtin-berxwedan" bi gelek pêşniyaran bi dawî bû.

Meclisa Jinan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Jinan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Jinan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Jinan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Jinan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Jinan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
24 adar, 2022   19:54
QAMIŞLO

Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê bi diruşma "Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirk de, êş-azar, xweragirtin-berxwedan" Ii hola Zana ya Qamişlo li dar ket.

Di konferansê de gelek axaftin hatin kirin, dûvre beşên li ser jinan digel dagirkeriya Tirk de ji aliyên siyasî, civakî û hiqûqî hatin nîqaşkirin.

Her wiha ji bo birêvebirina beşan dîwanek ji hêla endamên Meclisa Jinan û endamên navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, Mizgîn Hesen, Etiye Yûsif û Naîle Mehmûd ve hate avakirin.

Beşa sêyemîn, beşa hiqûqê ji hêla endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Naîle Mehmûd ve hate xwendin û wiha tê de hate gotin: "Digel mezinbûna krîza Sûriy û tunebûna çareyeke siyasî ku azarên gelê Sûriyê bi dawî bike de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka krîza Sûriyê ve rûbirûyî êrişeke hovane ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve ye. Di encama vî şerî de bi deh hezaran şehîd û bi sed hezaran qurbanî hatin dayîn."

Naîle Mehmûd wiha domand: "Piştî destwerdana wê di krîza Sûriyê de û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên dewleta Tirk ên şer û dijmirovî zêde bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê gefan li ewlehî û aştiya civakên resen ên li herêmê dixwin, bi taybet Kurd, xiristiyan û êzidî. Komkujiyên dewleta Tirk destpêkê li bajarokên Til Hasil û Til Eran pêk hatin."

Naîle Mehmûd da zanîn ku komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk a dagirker bi desteka madî û manewî herêmên fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, sûcên hovane li dijî gelên wê pêk anîn. Dewleta Tirk sûcên dijminane, koçberkirina bidarê zorê, guhartina demografî, qetilkirin li dijî sivîlan pêk anî. Di encama hedefgirtina dewleta Tirk û çeteyên wê ji sivîlan re, 115 jin û 113 zarok hatin şehîdxistin, 216 jin û 237 zarok hatin birîndarkirin. Her wiha zêdetirî hezar jinî hatin revandin. Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan 201 rewşên revandina jinan belge kirin.

Naîle Mehmûd behs kir ku ji destpêkê ve armanca vî şerî, têkbirina vîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber jinan hêzeke dînamîk a aktîf li hember dijminên azadiyê ava kir û biryar da ku mafên xwe di tevahî aliyan de wergirin, civakê zana bikin û bi rê ve bibin. Da ku mafên xwe yên rewa di Sûriyeke demokratîk a nenavendî û pirrengî de bixwazin. Êrişa dewleta Tirk a dawî li dijî endamên Kongra Star; Zehra Berkel û hevrêyên wê û hedefgirtina endamên Meclisa Jinan Hind û Sede bi hewldana şikandina vîna xurt û israra li ser serkeftina di vî şerî de ye ku şerê hebûn û nebûnê ye.

Di sala 1974’an de Komeleya Giştî ya NY’yê Danezana Parastina Jin û Zarokan di dema Rewşên Awarte û Şerên Çekdarî de derxist, di vê danezanê de gelek xalên qedexekirina êrîş û bombebarankirina sivîlan jî hene û ev kiryar tên şermezarkirin, ji ber ku êşên bêhesab dixin serê wan. Di serî de jin û zarokên ku herî zêde mexdûr in, divê endamên civakê, dewletên ku di nava şerê çekdarî de ne, bi hemû hêza xwe hewl bidin jin û zarokan ji belaya şer rizgar bikin.

Piştî beşa hiqûqê hate xwendin, endamê Saziya Sûriyan a ji bo Heqîqet û Edaletê Izedîn Salih bi rêya online wiha got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatin hedefgirtin û koçberkirin. Her wiha piraniya welatiyên ku hewl didan vegerin herêmên xwe yên dagikirî rastîn revandin, qetilkirin û îşkenceyê hatin. Ji wan kesên herî rastî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tên jin in."

Salih wiha domand: "Sûcên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî tevahî pîvan û mafên mirovan derbas kirin û divê sînorek jê re were danîn. Her wiha li pêş çavên cîhanê hemû mal û milkên şêniyên li herêmên dagirkirî hatin dizîn û talankirin."

Salih wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em hevkar bin û rastiya dewleta Tirk eşkere bikin û hewl bidin şêniyan li herêmên wan vegerînin, aştî û edaletê pêk bînin. Divê ew jî bi rêya rêxistin, avakirina koman û şandina belgeyên li ser sûcan pêk bînin. Dê ew jî bibe parçeyeke bingehîn ji bo rakirina tundî û dagirkeriyê."

Dûvre deriyê nîqaşê li ser beşa sêyemîn hate vekirin. Her wiha beşdaran da zanîn ku divê sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî ji raya giştî re bên eşkerekirin, siyaseta dagirkeriya Tirk bê eşkerekirin.

Divê balê bikişînin ser sûcên li dijî jinan û divê dewleta Tirk a dagirker pabendî peymanên civata navneteweyî bê kirin da ku zarok û jin werin parastin. Her wiha divê jin têkiliya xwe xurt bike, rêxistina xwe ji aliyê hiqûqî ve xurt bike, her wiha saziyên jinan di aliyên rêxistin û xebatê de xwe di nava civakê de aktîf bikin.

Di nîqaşên hatine kirin de, gelek pêşniyar hatin kirin û wiha ne;

Dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê bidawîkirin, vegera koçberan li gorî mekanîzmaya desteyên têkildar ên NY’yê were dabînkirin, komîteyeke navneteweyî ya lêpirsîna rastiyan were şandin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî werin belgekirin, mekanîzmayeke ji bo belgekirina sûc û binpêkirinan li gorî pîvanên navneteweyî were danîn û destek ji navenda belgekirinê re ji aliyên madî û manewî ve were dayîn.

Konferans bi encamnameyê bi dawî bû û wiha ye:

"11 sal derbas di ser şoreşa ku gelê Sûriyê banga rûmet û jiyana azad dikir re derbas bûn, lê hîna krîztir dibe. Ev şoreş ji naveroka wê derket, dûrî armancên xwe ket û kete bi bandora fikrê radîkal û wê jî Sûriyê kir gola xwînê. Sûrî di navbera kuştî, birîndar û girtiyên desthilatê de belav kirin. Sûrî koçber û penaber kir. Ji bo berjewendiya navneteweyî û herêmî de Sûriyê li pey hev parçeyên ji erdnîgariya xwe de ji dest da. Di dawiyê de jina sûrî di vê krîzê de azarên zêde ji bo zihniyeta desthilat û dagirkeriyê da.

Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku pêkhate û sînoran derbas dike û di pêkanîna biryarên yekemîn konferansa Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 13’ê Hezîrana 2021’an de hat lidarxistin de konferansek li ser rewşa Jinên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24’ê Adara 2022’an de bi hevkariya gelek rêxistinên mafên mirovan û jinan konferansek bi dirûşma "Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de: Êş-azar, xweragirtin - berxwedan" li dar xist. Tê de zêdetirî 80 kesyasetên ji rêxistin, sazî û kesayetên çalak ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên dagirkirî beşdar bûn. Konferans li hola Zana ya Qamişlo hate lidarxistin. Tê de bal li ser azarên jinan li parçeyên dagirkirî ên Sûriyê ji Efrîn, SErêkaniyê, Girê Spî, Idlib, Cerablus, Ezaz, Bab û bajarên Sûriyê hate kişandin.

Ji konferansê gelek pêşniyar hatin kirin da ku têkoşîn û xebat heta derxistina dagirkeriyê ji herêmên dagirkirî bê berdewamkirin, hemû jinên sûrî bên rizgarkirin, çareyeke aştiyane ya siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin û Sûriyeke pirrengî, demokratîk û nenavendî bê avakirin:

Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, hêzên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bên derxistin.

Divê dewleta Tirk dewleteke dagirker were wisifkirin û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji hemû xaka Sûriyê re were kirin.

Xebata li ser vegerandina koçberan û penaberan li warên wan bi garantiya navneteweyî were kirin û milkên wan li wan were vegerandin.

Dewleta Tirk li hember sûcên ji hêla hêzên wê de yan jî bi desteka ji wê de were sûcdarkirin û li pêş dadgehên navneteweyî were darizandin.

Divê çarekirina krîza Sûriyê li Sûriyê be, bi destê sûriyan û bi rêya danûstandinên siyasî be ku tê de hemû sûrî beşdar bibin.

Jin di xebata siyasî û biryaran de beşdar bibin.

Banga serbestberdana hemû girtiyan were kirin û çarenûsa wan were diyarkirin.

Banga derbasbûna komîteyên çavdêriyê yên navneteweyî were kirin û rê li pêş çapemeniyê were vekirin ku derbasî herêmên dagirkirî bibin û nixumandina çapemenî ya ji bo belgekirina sûcan were şikandin.

Komîteyên hiqûqnasan werin avakirin û navendên lêkolînan a lêpirsîna rastiyên li herêmên dagirkirî û belgekirina sûcan werin vekirin.

Konferans, hevdîtin û pêşangehên wêneyên belgekirina sûcan li ser asta navneteweyî werin lidarxistin.

Asta têkoşîna jinan û civakê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî were bilindkirin.

Têkilî bi civata Sûrî re li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser were kirin, têkilî bi rêxistinên hiqûqî yên Sûrî re were xurtkirin ku wan bi bûyerên li herêmên dagirkirî bidin nasîn, sûcên werin şopandin û rayeyeke giştî ya Sûrî li dijî dagirkeriya Tirk were avakirin.

Kurdistaniyên li Ewropa çalakiyên destekê didin avakirina rayeke giştî ya cîhanê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dar bixin.

Guhartina pisporiyên têkoşîna jinan li ser asta navneteweyî.

Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker civata navneteweyî bê bêrpirsiyarîgirtin.

Xebat li ser aktîfkirina bernameya hevgirtina civakî di navbera pêkhateyan de were kirin.

Banga rawestandina êrişên leşkerî li tevahî herêman were kirin ku jin û zarok werin parastin, ewlehî û îstîqrar werin dabînkirin.

Dewleta Tirk li ser bikaranîna daneyên avê û binesaziyê weke çekekê li dijî sivîlan were sûcdarkirin.

Mekanîzmayeke belgekirina sûc û binpêkirinan li gorî pîvanên navneteweyî were danîn û destek ji navendên belgekirinê re ji aliyên madî û manewî were kirin.

Têkilî û peywendî bi rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî rew were xurtkirin ku rastiyên li ser sûcan werin belgekirin û rayeke giştî ya cîhanê were avakirin.

(fr)

ANHA