​​​​​​​Li Şedadê zarokek ji ber mayîna DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Heclat ê Bakurê rojhilatê Şedadê ya Hesekê de zarokekî 14 salî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Şedadê zarokek ji ber mayîna DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da
24 adar, 2022   19:25
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, di encama teqîna mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê li gundê Heclat ê bakurê rojhilatê Şedadê de zarokê bi navê Zekeriya Fadil Dear Hesen jiyana xwe ji dest da. gundê Heclat 10 kîlo metre li ser rêya di navbera Şedad û Deşîşa de ye.

ANHA