​​​​​​​Dewleta Tirk nahêle girtiyên nexweş ên ji Efrînê bên tedawîkirin

Komeleya Mafên Mirovan da zanîn ku girtiyên efrînî yên nexweş ên di Girtîgeha Yayladagi ya Hatayê ya dewleta Tirk de dîl têne girtin, nayên dermankirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk nahêle girtiyên nexweş ên ji Efrînê bên tedawîkirin
24 adar, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxê Hatayê (Îskenderon) der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Yayladagi ya Hatayê ya de raporek amade kir. Rapor li ser hevdîtina parêzerên ÎHD’ê ya li gel girtiyan hat amadekirin û binpêkirinên mafan ên girtî bi wan re rû bi rû mane, di raporê de cih digirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên ji Efrînê li girtîgehê hene, îtîraz û parastinên wan li ber çavan nayên girtin û mafên wan darizandina adilane û parastinê tê binpêkirin û têkildarî tiştên diqewimin dê serî li Dadgeha Destûrê bidin.

Di raporê de hat gotin girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû mane û girtî ji ber ditirsin serî li rêveberiya girtîgehê nadin û mafê tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku qedexekirina tiştên li dijî rûmeta mirovahiyê û îşkencey û muameleya xerab tê binpêkirin û divê derbarê girtiyan de di warê hiqûqa ceza de demildest lêpirsîn bê destpêkirin.

Di raporê de hat gotin M.M.D. û M. V.Î. di sala 2018’an de li Efrînê ji aliyê OSO’yê ve hatine binçavkirin û îşkence li wan hatiye kirin û pişt re radestî Tirkiyê hatine kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku her du welatî bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevahiya dewletê” hatine cezakirin û her du girtî di heman qawîşê de ne û nêzîkî 4 salan e bi 12 kesên ku xwe wek “serbixwe” pênase dikin re dimînin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku M.M.D. bi rêya parêzeran diyar kiriye ku ew ji aliyê OSO’yê ve li Efrînê hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin û ji ber gule berdanê lingek wî hatiye jêkirin û parçeyên şarapnele di laşên wî de hene. Di raporê de hat gotin dema girtî dibin girtîgehê jî tundiyek giran lê tê kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku her tim cezayên dîsîplînê li A.S.T. û M.M.D. tên birîn û ji ber tedawiya girtiyan nayê kirin, rewşa wan nebaş e û her ku diçe rewşa wan girantir dibe.