Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sibê dema havînê dest pê dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji sibê ve saet tê guhartin û dema havînê dest pê dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sibê dema havînê dest pê dike
24 adar, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê biryarnameyek derxist.

Di biryarnameyê de hate diyarkirin ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibê ve (25.03.2022) saet tê guhartin anku demjimêr saetekê bi pêş ve dibin û dema havînê dest pê dike.

(dx)