​​​​​​​Semîr Ezam: Projeya rêveberiya xweser li Siweydayê li ber avabûnê ye

Semîr Ezam diyar kir ku ji sedemên sereke yên xwepêşandanên li Siweydayê rewşa debarê ya nebaş e û  ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziyê re ye. Ezam îşaret pê kir ku projeya rêveberiyeke xweser li parêzgehê li ber avabûnê ye.

​​​​​​​Semîr Ezam: Projeya rêveberiya xweser li Siweydayê li ber avabûnê ye
24 adar, 2022   05:09
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Li tevahî parêzgeha Siweydayê yê başûrê Sûriyê xwepêşandanên bi banga çareseriya siyasî, başkirina rewşa aborî, rewşa debarê û xizmetguzarî berdewam in.

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtinek  bi koordînatorê Kombûna Sûriyên Laîk a Demokratîk li Siweydayê Semîr Ezam re çêkir.

SEDEMÊN XWEPÊŞANDANAN

Semîr Ezam di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ji ber gelek sedeman xwepêşandanên girseyî li Siweydayê ya başûrê Sûriyê li dar dikevin û got, ji wan sedeman nebaşbûna rewşa debarê û ya xizmetguzariyê ye, her wiha da ku helwesta Siweydayê ya dijberî rejîmê bighêje hundir û derve.

Ezam wiha got: "Bi rastî peyama Siweydayê gihaşt aliyên hundir û derve. Ji aliyên hêzên muxalefetê yên hundir û yên herêmî ve daxuyaniyên piştevaniya tevgera li Siweydayê hebûn. Helwesta Serokê Desteya Ruhî ya Muwehedîn a Dirziyan Şêx Muwefeq Terîf xurt û aktîf bû ku di serdana xwe dawiya vê hefteyê yên ji bo Rûsya, Urdin û Îtalyayê û hevdîtinên xwe yên li Romayê yên bi berpirsên Yekitiya Ewropayê re piştgiriya xwe bi şêniyên parêzgehê re nîşan da. Her wiha di serdana şêx Muwefeq Terîf de ji Papa Francis ê duyemîn ê Vatîkan re pirsgirêka Siwedayê nîqaş kir."

'PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER LI SIWEYDAYÊ BER BI PÊKANÎNÊ VE YE'

Ezam diyar kir ku armanca şêniyên Siweydayê ji van xwepêşandan ew e ku zemînek ji bo dîtina projeya çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were avakirin.

Semîr Ezam destnîşan kir ku projeya ku li parêzgehê ber bi avabûnê ve diçe, projeya rêveberiya xweser e heta ku çareseriyeke mayînde ji aloziya Sûriyê re were dîtin û şêniyên parêzgehê karibin bi rêya vê rêveberiya pirsgirkên xwe yên debarê çareser bikin. Ezam îşaret bi vê yekê kir: "Şêniyên parêzgeh dîtin ku di bêrîka hikumeta rejîmê de derfetên madî tune ne ku aloziya debarê ya şêniyên parêzgehê û yên tevahî Sûriyê çareser bike an jî sivik bike. Ji ber ku rejîm di îlflaseke diravî de ye, ji wê zêdetir baceyan ferz dike û nirxê madeyên xwarinê yên sereke û yên sotemeniyê bilind dike û kontrol nake. Sedemeke din a xwepêşandanan ew e ku navendîbûna dewletê û qanûnên wê yên bêserûber nahêlin aborî ji derveyî Şamê û Helebê werin geşkirin. Çareseriya yekane di pêkanîna geşkirineke hevseng û mayînde li hemû parêzgeh û herêmên Sûriyê de ye. Ev yek jî bi rêya projeya rêveberiyên xweser a erdîngarî pêkan e, mîna aboriya li Ewropa, Amerîka, Asya û Îmaratê. "

'XWEPÊŞANAN WÊ BIDOMIN'

Der barê rêveçûna xwepêşandanên li Siweydayê Ezam wiha dawî li gotin xwa anî: "Heger rewş bi vî rengî dewam bike wê xwepêşandanên aştiyane li parêzgehê berdewam bikin. Tu parçebûna li hundirê parêzgehê tune ye. Tu hêzeke siyasî ya rejîmê li Siweydayê tune ye ku parçebûnê di nava civata Siweydayê de çêke. "

(fr)

ANHA