Li Amedê teqîn.. 10 kes birîndar bûn – HATE NÛKIRIN

Li Amedê li Sîteya Pîşesaziyê ya 3`yemîn teqînek çêbû, di encamê de herî kêm 15 kes birîndar bûne.

Li Amedê teqîn.. 10 kes birîndar bûn – HATE NÛKIRIN
24 adar, 2022   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3’yemîn a Amedê ya li ser rêya Rihayê li kargeha Doguş Torna teqînekê dijwar rû da.

Hat zanîn ku teqîn ji ber tûpê oksîjenê pêk hatiye. Ji ber dijwariya teqînê li kargehê û li derdora kargehê 10 kes birîndar bûne, jê rewşa 5`an giran e.

Ji ber teqînê kargeh û wesayîtên li dar derdorê jî zirareke mezin dîtin. Heta niha derbarê teqînê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.