​​​​​​​Rewşenbîr û siyasetmedar: Hiştina PKK’ê di lîsteyan de neheqiya li edaletê ye

Rewşenbîr û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got mayîna navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de neheqiyeke li hember bi deh milyon mirovan e ku baweriya wan bi fikirên PKK’ê û edaletê tê.

​​​​​​​Rewşenbîr û siyasetmedar: Hiştina PKK’ê di lîsteyan de neheqiya li edaletê ye
18 adar, 2022   07:04
HESEKÊ – MEHMÛD IBÊD

Li cîhanê bangên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK`ê didomin. Di 13`ê Kanûna 2021`an de ji bo derxistina PKK`ê ji ''lîsteya terorê" yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekitiya Ewropayê, Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî hate ragihandin. Bi hezeran kes ji netewe, ol û aliyên siyasî yên cuda beşdarî însiyatîfê bûn.

Têkildarî armancên PKK’ê, têkoşîna wê û sedema xistina wê nav "lîsteya terorê" siyasetmedar û rewşenbîr ji ANHA'yê re axivîn û diyar kir ku li seranserî cîhanê bi milyonan xwedî li fikirên PKK’ê derketine.

Lîstikvan û derhênerê şanoyê Azad Hac Mihemed anî ziman ku hemû tevgerên rizgariyê yên di nava zehmetiyan derdikevin û nûnertiya hemû beşên civakî dikin, mîna PKK'ê rewa ne.

Azad Hac Mihemed wiha domand: "Ji bo naskirina armancên PKK`ê divê mirov li dîrokê vegere. Sedemên derketina piraniya şoreşên zilm e ku li ser gel û civakan hat meşandin . PKK`ê weke çi tevgereke şoreşgerî rizgarî ye. PKK'ê ji ber êriş û paşguhkirinê ku di dîrokî de li dijî kurdan hatibûn kirin, hate damezirandin. Heger em pîvanên sereke yên mafên mirovan vegerin, em dibînin ku bendeke girîng heye. Ew jî mafê diyarkirina çarenûsa çi gelê bindest ên ku azadî û mafên wan ji wan hatine standin, her wiha mafê xweparastinê. Gelê Kurd di dîrokê de ji zêdetir gelên ku rastî binpêkirin û paşguhkirinê hatine. Tevgera PKK`ê ku ji kûrahiya êşên gelên kedkar hate damezirandin."

Têkildarî têkoşîna siyasî û ya çekdarî ya PKK'ê Hac Mihemed got: "PKK dema ku hate avakirin tevgereke siyasî bû ji bo mafên gelên bindest ên li dewleta Tirk tê dikoşiya. Wê demê têkoşîneke çekdarî tune bû. Lê kiryarên kuşti û terorê ku li dijî kadroyên partiyê û damezrînerên wê hatin kirin hişt ku xeta têkoşîna çekdarê ya xweparastinê û parastina gel bigre."

Azad Hac Mihemed wiha lê zêde kir: "PKK'ê pîvanên rewa û mafê xweparastinê girtin, banga mafên gelan û welatê ku hatiye binpêkirin dike. Pîvanên wê ji bo mirovahî û tevahî gelên bindest e. Ji ber vê yekê wesifandina wê bi terorê, qet lê nayê."

Her wiha serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezkaran a bajarê Hesekê Mihemed El-Birak jî wiha axivî: "Em baş dizanin ku li di nêrîna dewletên hegemonîk de, çi xebat, tevger, rêxistinên siyasî, leşkerî û yên mîna wan di nava dîrok û serdeman de û di serdema nûjen de ji derveyî îradeya dewlet û sîstemên serdest, terorîst in. Heke ev tevger di nava xaka Tirkiyê de ku sîstemeke faşîst dîktator wê bi rê ve dibe, dê çawa be! "

Mihemed El-Birak wiha domand: "Ji ber vê yekê jî normale ku dewleteke wek Tirkiyê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi giştî û PKK`ê bi taybet bixe nava "lîsteya terorê" û bihêle ku dewletên din jî vê yekê bikin. Ji ber ku ew endama NATO`yê ye û ji hilweşandina dîktatoriya xwe  ditirse."

El-Birak got PKK tevgereke têkoşînê ye û wiha anî ziman: "Di rastiyê em gelê herêmê ne giştî Kurd in. Lê tevî vê yekê jî em PKK`ê ji bilî tevgereke têkoşînê û xwedê maf di projeya rewa de, nabînin.  PKK'êji hejmarek ciwan dest pê kir ku fikirekî siyasî û felsefeya mirovî hilgirtibûn."

El-Birak diyar kir ku PKK`ê gelek gel û rêveberên wan ji tarîtî û tevlîheviyê derxistin û ber bi têkoşîn, azadî, xweprastin û parastina fikirên exlaq û mirovahiyê ve bir. El-Birak îşaret bi bingeha gelêrî ya berfireh a PKK`ê kir û diyar kir ku xwepêşandan û hemleyên komkirina bi sed hezeran îmze ne ji xwe ve hatine.

El-Birak wiha pê de çû: "PKK`ê ji bo damezirandina rêveberiya xweser a gelan xebitî ku bikaribin bi xwe xwe birêve bibin û bi xwe berhemên xwe bi kar bînin bêyî ku derfetên bidin perglan ku gelan bi kar bînin. Meclisa Ewropayê ku îdiyaya demokrasiyê dike û nikare xwe bi rêve bibe û ne xwedî rêveberiyeke xweser e. Lê belê ew girêdayî biryarên siyasî yên dewlet û berjewendiyên derve ye."

El-Birak bi van gotinan axaftina xwe domand: "Di salên borî de bangên gel zêde bûn. Xwepêşandanên li Ewropayê, çalakiyên li pêşiya navendên rêxistinên navneteweyî, hemleyên komkirina bi sed hezeran îmze ji bo rakirina navê PKK`ê ji "lîsteyên terorê yên navneteweyî" vê yekê nîşan didin. Xistina PKK'ê di vê lîsteyê de neheqiyek li hember milyonan alîgirên wê ye û ew jî bêyî sûd e."

El-Birak da zanîn bêdengiya civak û hêzên navneteweyî tê wateya ku ji bilî berjewendiyên xwe guh nade tiştî, dûrî bangên gel û mafên wane û ev tişt got: "Bê guman civata navneteweyî û Meclisa Ewropayê tu girîngiyê nadin nêrîna gelê kedkar û xwestkên wî yên rewa. Her wiha diyar dike ku Meclisa Ewropayê bê guman bi ajindeyên derve biryar dide û ew ne xwedî biriyareke siyasî ye, divê em di vê rewşê de zêde xwe nespêrin wê."

Lîstikvan û derhênerê şanoyê Azad Hac Mihemed got tevgera gel ku banga rakirina navê "terorê" ji ser PKK`ê ku ji bo gelê kedkar têdikoşe, tevgereke rast û xwesteke rewa ye.

Azad Hac Mihemed ev tişt got: "Gelê ku PKK`ê ji xwe re nûner û hêviya rizgarî û bidestxistina mafan dibîne, ji bo rakirina qedexeya li ser wê di nava çalakiyan de ye. PKK'ê bi salan li hemberî terora herî mezin a ku dewleta Tirk tê dikoşe. "

Hac Mihemed bang li civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî kir ku durûtiyê nekib û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji hemû dewletên cîhanê re dibêjim ku PKK ne partiyeke terorî ye. Kesên ku parastina mafên milyonan dike ne teror e. PKK'ê xwedî pîvanên diyar û rewa ye. Ev yek ji ser tu kesî nayê veşartin. Divê hûn baş lê binihêrin. Ji ber PKK`ê nûnertiya hemû beşên gel ku rastî binpêkirin, teror û binpêkirina mafên rewa tên, dike."

(bx)

ANHA