Şehîd Îsa Derwîş: Ger mirov parastina welatê xwe neke dê kî bike?

Şehîd Îsa Derwîş di parastina welatê xwe de xwe nespart tu kesî û digot: "Şêniyên herêmê bi tenê dikarin parastina wê bikin, ji ber ku ger mirov parastina welatê xwe neke, dê tu kes neke."

Şehîd Îsa Derwîş: Ger mirov parastina welatê xwe neke dê kî bike?
18 adar, 2022   06:52
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Îsa Derwîş bi nasnav Îsa, navê dê Siltanê, navê bav Xelîl. Derwîş 1959`an li gundê Sefer ê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dayik bûye û di pêngava Gurzên Gelan de gihaşt şehadetê.

Şehîd Îsa Derwîş ji malbateke welatparêz e û di pêvajoya Şoreşa Rojava de 7 kes ji malbata wan şehîd bûne. Îsa Derwîş ji zaroktiya xwe ve bi hezkirina xwe ya ji welêt û têkoşîna xwe dihat naskirin. Hevalê şehîd Îsa, Newaf Hec Derwîş li ser zimanê şehîd wiha axivî: "Ger mirov parastina welatê xwe neke dê tu kes parastina wî neke."

Newaf her wiha li ser zimanê Îsa Derwîş ev got: "Piştî ez tev li Şoreşa Rojava bûm, min ferqa di navbera tevlêbûna rastî ya ji welatê xwe re û di navbera mirov li ser erdê xwe û di bin sîstema desthilat de xerîb be, dît."

Şehîd Îsa Derwîş xwendina xwe ya seretayî dike, piştre karê avahîzasiyan li bajarê Hesekê dike û dûvre vedigere gundê xwe da ku di çandiniyê de bixebite.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re 19`ê Tîrmeha 2012`an, şehîd Îsa Derwîş biryar da ku tev li şoreşê bibe, bi vî awayî 2015`an beşdarî nav refên QSD`ê dibe. Hevsera şehîd Cemîle Hisên anî ziman ku Îsa Derwîş ji Rojava Hez dikir û bi hemû enerjiya xwe xizmeta şoreşê dikir.

Şehîd Îsa baweriya xwe bi rizgarkirina jinan û mîsogeriya wekheviya di navbera her du zayendan de dianî. Li ser vê yekê Cemîle Hisên wiha axivî: "Taybetmendiyên hevserê min cuda bûn, qedrê min dikir, min nêrîna xwe serbest digot û wî jî bi dilekî fireh qebûl dikir."

Şehîd Îsa Derwîş piştî artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kirin, 2019`an tev li hemleya Berxwedana Rûmetê dibe. Dûvre jî 20`ê Çileya îsal dema çeteyan êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêranê kirin, tev li pêngava Gurzên Gelan dibe.

Beriya ku Îsa Derwîş şehîd bibe, hevsera wî Cemîle Hisên vê pirsê jê dike: "Tu ji çeteyên DAIŞ`ê natirsî?" Şehîd Îsa wiha bersiva hevsera xwe da: "Em natirsin, beriya niha 2019`an em li dijî wan bi ser ketin û em ê careke din jî bi ser bikevin."

Cemîle Hisên li ser şehadeta Îsa Derwîş wiha axivî: "Ez bi şehadeta hevserê xwe serbilind im, ji ber parastina rûmet, ewlehî û îstiqrara Rojava kir."

Kurê şehîd Îsa Derwîş rêya bavê xwe dişopîne û bi armanca parastina herêmê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe.

4 kur û keçek şehîd hene, kurê wî Alan Îsa Derwîş bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên çeteyan şermezar kir û got: "Dewletên zilhêz û hin aliyên din naxwazin dosya çeteyan çareser bibe, ji ber ku ger werin darizandin dê dawî li vê pirsgirêkê were û ev jî ne li gorî daxwaza van dewletan e."

Alan Îsa Derwîş wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hemû dewlet dixwazin ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçe, nexasim ên ku berjewendiyên wan di herêmê de hene."

(eh)

ANHA