Gerîla TV dîmenê çalakiya li Şemzînanê weşand

Îro Gerîla TV dîmenê çalakiyê weşand, ku gerîlayên YJA Starê 15'ê Îlona 2021'ê li bejahiya Şemzînanê  lidarxistibû û di encamê de 6 dagirkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Şemzînanê weşand
18 adar, 2022   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

15'ê Îlonê saet di 08:40'î de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Şkeftan derket û ber bi gundê Katûna ve diçû, bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me yên YJA Starê. Di çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran ji qadê bir.

Ev çalakiya serketî ya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin, ji bo tolhildana 6 hevrêyên me pêk hat, ku li Girê Sor di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de bi çekên kîmyewî hatibûn şehîdxistin."