​​​​​​​'Nakokiyên takakesî yên Şîe û Kurd li pêşiya çareseriya siyasî dibin asteng'

Hêzên siyasî yên iraqê hewl didin hevbendiyan ava bikin û nakokiyên xwe çareser bikin da ku girêka hilbijartinên serokkomariyê çareser bikin ku rê li ber hilbijartinên hikumetê were vekirin. Şîrovekarekî siyasî diyar dike ku nakokiyên di navbera mala kurdî û mala şîayê de li pêşiya çareseriya siyasî dibin asteng.

​​​​​​​'Nakokiyên takakesî yên Şîe û Kurd li pêşiya çareseriya siyasî dibin asteng'
18 adar, 2022   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞEYMA ELÎ

Piştî demekê ji rawestandina dosyaya hilbijartina serokkomarê Iraqê, 26'ê Adarê wekî roja hilbijartina serokkomariyê hat destnîşankirin. Heta niha ev mijar pirsgirêk a herî mizin di dosyaya siyasî ya Iraqê de ye, ji ber ku bêyî bidawîkirina vê pirsgirêkê wê hilbijartinên serokê hikumetê û avakirina hikumetê ne pêkane bin.

Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî roja 26'ê Adarê wekî roja hilbijartina serokkomariyê Iraqê destnîşan kir. Her wiha lîsteya dawî ya namzetên serokkomariya Iraqê eşkere kir ku bi giştî 40 kes namzet in.

Li gorî daxuyaniya parlamantoyê, 40 namzet li gorî yasa, şert û mercên namzetiya erka serokkomariyê bi cih anîn.

Ji namzetan, serokkomarê Iraqê yê berê û nûnerê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih, her wiha  nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wezîrê hundirîn yê hikumeta Başûrê Kurdistanê ê ji malbata Barzanî Rêber Ehmed ye. Her du alî ku hewl didin vê erkê jî bi dest bixin.

Li gorî peymana di navbera PDK û YNK'ê de ku divê erkê serokkomariyê para YNK'ê be û erkê serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê para PDK'ê be, lê PDK'ê di nav hewldanan de ye da ku erkê serokkomariya Iraqê bigire.

Di sala 2006'an de erka serokkomariya Iraqê para Celal Talebanî, piştî wefata wî Fuad Mahsûm û Berhem Salih ev wezîfe wergirtin. Her wiha Mesûd Barzanî û pitşî wê Nêçîrvan Barzanî wezîfeya serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê wergirtin.

' HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN E '      

Li ser vê yekê şîrovekarê siyasî yê Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ANHA'yê re axivî û got: "Bê guman dosyaya serokkomarê Iraqê hîn jî di çarçoveya avakirina hikumeta nû de mezintirîn pirsgirêk e. Wekî tê azanîn di destûra Iraqê de serokkomar tê hilbijartin, piştre jî serokkomarê nû serokê bloka herî mezin ji bo avakirina hikumetê erkdar dike.

Şîrovekarê siyasî diyar kir ku di vê dosyayê de du pirsgirêk hene ku rê li ber pêvajoya avakirina hikumetê digirin û wiha domand: "Pirsgirêka yekemîn nakokiyên li ser hilbijartina serokkomariyê di nav aliyên siyasî yên Kurdistanê de ye û pirsgirêka duyemîn li ser pêvajoya avakirina hikumetê di navbera aliyên siyasî yên Şîa de ye. Hîna helwesta birêz Sadir serwer avakirina hikumeteke ku piraniya wê siyasî bi rêya hevpeymaniya bi hevpeymaniya israr dike ku nûneratiya Suniyan dike û PDK'ê nûneratiya Kurdan dike. Di heman demê de, hêzên siyasî yên Şîa bi taybet ên ser bi Îranê ve hîn jî li ser avakirina hikumeteke lihevkirî israr dikin, wekî ku di avakirina hikumetên berê de, çi hikumeta Adil Ebdulmehdî û çi hikumeta Mistefa Kazimî."

' NAKOKIYÊN ŞEXSÎ DI NAVBERA BERZANÎ Û SALIH DE '

Li ser pirsgirêkên li pêşiya hilbijartina serokkomarê şîrovekarê siyasî yê Iraqê got: "Di qonaxa dawî de lihevkirina siyasî û dabeşkirina cihan di navbera her du aliyên Kurdî de pêk hat. Diyar e ku erka serokkomariyê para YNK’ê û serokatiya Herêma Kurdistanê para PDK'ê ye, lê bi nêrîna min ji sala 2017'ê ve an ku ji dema hewldana referandomê li herêma Kurdistanê ya Iraqê, gelek guhartin di hîmên siyasî de çêbûn, nexasim li Herêma Kurdistanê. Ji wê zêdetir jî gelek guhartin di rêveberiya siyasî ya YNK’ê de çêbûn, serok Celal Talebanî jiyana xwe ji dest da, Dr. Berhem Salih ji YNK’ê ye û careke din vegerî. Ev hemû hîman hişt ku guhartin di hîmanên lîstokê de çêbibe û lihevkirinên di navbera her du partiyan de werin guhartin."

Li gorî şîrovekarê siyasî yê iraqî, têkildarî serokê komarê, mijarên şexê di çarçoveya têkiliyan de heye, di navbera Barzanî û Berhem Salih de nakokiyên şexsê hene, ji ber vê yekê PDK'ê namzetiya Berhem Salih red dike.

Girêdayî senaryoyên muhtemel ên ji bo wezîeya serokkomariyê şîrovekarê siyasî ev tişt got: "Heta niha tu nîşaneyên ber bi çareserkirina vê pirsgirêkê ve tune ne. Hikumet bi piranî projeya xwe ya hilbijartina serokê komarê dewam dike. Ez texmîn dikim ku ew xwedî kapasîteya hilbijartina serokkomarê Komarê ye. Lê xala cuda ya di vê çarçoveyê de birêz Berhem Salih jî têkildarî hevbendiya sêalî xebata aliyekî pêk tîne. Hewldan hene ku hin parlamenteran bi aliyê xwe ve bikişîne, her wiha hin rêbaz hene ji bo hin parlamenteran tên pêşkêşkirin ku dengê xwe nedin namzetê PDK’ê û bidin Berhem Salih."

Dadgeha Ferderal a Iraqê biryar dabû ku ji bo hilbijartina serokkomarê nû, du ji sê parên piraniya endamên parlamenterê bi dest bixin. Bi wê re di rûniştinê de bi beşdariya sêyek ji hejmara gişît ya endamên parlamentoyê pêk tê. Ev jî dihêle hêzên siyasî yên li Iraqê hevalbendiyan ava bikin, da ku gelek endamên parlamentoyê ji bo Salih wergirin.

'JI ALIYÊ NÊZBÛNA EL-SEDIR Û EL-MALIKÎ VE TU PEYAMÊN ERÊNÎ TUNE NE'

Piştî qutbûna bi demeke dirêj di navbera serokê şepêla El-Sedirî Muqteda El-Sedir û serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malikî de peywendiyeke di navbera her du aliyan de pêk hat.

Nivîsgeha El-Sedir pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê şepêlê peywendiyek bi Mesûd Barzanî û serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî, serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnî Nûrî El-Malikî û serokê Hevbendiya Serweriyê Xemîs El-Xencer re daniye û hin dozên girîng ên têkildarî rewşa Iraqê nîşan kirin.

Li gorî çavdêran, van nîşaneyan hişt ku El-Sedir peywendiyê bi El-Malikî re deyne. El-Sedir veto ji ser El-Malikî rakir ku beşdarî hikumetê bibe. Ji wê zêdetir jî çarenûsa sererastkirinê ku serokê şepêlê li ser diaxive û El-Malikî bi gendeliya li welat û ketina sêyeka Iraqê di 2014’an de di destê DAIŞ’ê de tawanbar kir.

Têkildarî mijarê şîrovekarê siyasî yê iraqî ev tişt got: " Xuya ye ku peyamên erênî yên ku ji peywendiya birêz Muqteda El-Sedr û Nûrî El-Malikî, serokwezîrê berê çêbûne, derketine holê.  Li gorî agahiyên derketine, krîz wê were çareserkirin. Her wiha li ser avakirina hikumeke lihevkirî erênkirinek ji hêla Muqteda El-Sedir ve heye ku dixwaze bi beşdarbûna hemû hêzên siyasî yên şîayê were avakirin.Li gorî daxuyaniya, fermandarê Feyleqa El-Qudis Qasim Qaanî yê ku serdana Henane kiriye û bi Muqteda El-Sedir re civiye zext li şepêla Sedr kiriye da ku beşdarbûna hemû hêzên şîayê qebûl bike. Lê helbet birêz Sedr pirsgirêkên wî yên şexsî bi Nûrî El-Malikî re hene. Dibe ku ev yek xwezaya nakokiyên giran di herdu aliyan şîrove dike. Lê heta niha tu pêşbiniyek ji krîz re tune ne. Di civîna ku bi birêz El-Sedir re çêbûye de, Mihemed El-Helbûsî û Xemîs El-Xencer jî amade bûn, her wiha Hadî El-Amirî û Falih El-Feyad wekî nûnerên Çarçoveya Hemahengiyê amade bûn. Tu encam ji civînê derneketin. Dûvre Muqteda El-Sedir têkildarî hikumeta piranî ya niştimanî ne rojhilat ne jî rojava twittek weşand ku bersiva fişarên Îranê nade. Li ser vê yeêk tu encam ji çi xebata peywendiya di navbera El-Malikî û El-Sedir de derneketin."

'DESTWERDANÊN DERVE LI PÊŞ AVAKIRINA HIKUMETA PIRANÎ ASTENG IN'

DYA’yê piştî destwerdana li dijî Iraqê di 2003’yan de pergala "dabeşkirina mezhebî" danî. Li gorî wê erkên serokatiyê li welat di navbera pêkhate û etnîkan de li gorî bingehên mezhebî tên belavkirin. Desthilata siyasî ya li welat hîna li gorî vê pergalê dimeşe, gelek vê pergalê wekî pirsgirêk dibînin.

Li gorî pergala kota (parvekirinê), erka serokkomariyê para Kurd e, erka serokwezîriyê para Şîe ye û erka serokatiya parlamentoyê ji para sunne ye, vê yekê jî diyardeya gendeliya li welat bi xwe re anî.

Têkildarî xeteriyên vê pergalê, şîrovekarê siyasî ev tişt got: "Mijar niha cuda ye. Muqteda El-Sedir li hikumeteke ne ya dabeşkirinê digere. Li hikumeta piranî ya siyasî digere ku navê piraniya niştimanî lê dike, ji ber ku dixwaze Kurd û Sunne tê de beşdar bibin. Ev hikumet jî berovajî ya berê ye ku hikumeta dabeşkirinê bû."

Şîrovekarê siyasî anî ziman ku heke lihevkirinê li ser komek ji hêmanên sereok çêbibe derfet heye ku hikumeta piranî bi ser keve û got, pirsgirêka siyasî û destwerdanên hêzên derve, nexasim Îran û Amerîka nahêlin hikumetek li gorî demên wê yên destûrî were avakirin.

Şîrovekar da zanîn ku beriya lidarxistina hilbijartinan rola dewleta Tirk hebû û ev tişt got: "Ji ber ku dewleta Tirk têkilî bi rêveberên pêkhateya sunnî re der barê hewldanên civandina El-Helbûsî û El-Xencer de pêk anîn."

Şîrovekarê siyasî destnîşan kir ku ji piştî 2003’yan de rola dewleta Tirk di bûyerên li Iraqê de heye û wiha pê de çû: "Rola wê bi awayekî aktîf û rasteqîn ji 2011’an ve eşkere bû. Rola dewleta Tirk ji rola gelek hêzên herêm mezintir e, dibe ku rola wê ji gelek dewletên ereb jî bi hêztir be.

Şîrovekarê siyasî yê iraqî wiha got: "Em baş dizanin ku hevbendiya Seweriyê ya ku El-Helbûsî û El-Xencer li hev civandiye, bi sponseriya Tirkiye û Îmaratê bû, bi wê re ew yek ji nîşaneyên lidarxistina têkiliyên Îmarat-Tirkiyê û avakirina hevbendiyeke serweriyê mîna mala sunnî bû. Her wiha  hevkariyeke li ser asta bilind bi bi PDK’ê re heye. Serdana Nêçîrvan Barzanî ya dawî ji Tirkiyê re û hevdîtina wî bi Erdogan û berpirsên mezin ên Tirkiyê re nîşaneyê vê yekê ne."

'QEYRANA ABORÎ DÊ REWŞA SIYASÎ ALOZTIR BIKE'

Li gel krîza siyasî ya li Iraqê krîza aborî ya dijwar ji ber tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukrayna derket. Di encamê de di hefteya borî de bi sedan iraqî li paytexta Iraqê Bexdayê û Nasiriyê yê başûrê welat xwepêşandanek li dijî bihabûnê li dar xist. Çavdêr bi fikar in ku ev krîz mezintir bibe û bi xwe re qeyranên nû li welat bînin ku bandorê li xebata siyasî bike.

Şîrovekarê siyasî yê iraqî anî ziman ku ne dûr e ku krîza aborî bandorê neyênî li xebata siyasî bike û ev tişt anî ziman: "Bê guman çi krîzeke aborî li dewletê çêbibe dê bandora xwe bi awayekî mezin li rewşa siyasî bike. Em serhildan Cotmeha 2019’an tînin bîra xwe, ji sedemên wê yên bingehîn aborî bû. Girseya gel bi sedema bedbînî û xizantiyê daketin qadan."

Şîrovekarê siyasî yê iraqî wiha dawî li gotina xwe anî: "Bê guman heke dema krîza siyasî dirêj bike û bi lez hikumetek neyê avakirin û vê hikumetê yekser dest bi çareyên rewşa aborî neke, em li pêşberî krîzên siyasî yên mezin rû bi rû bimînin, dibe ku mîna di serhildana 2019’an de çêbûye, xebata siyasî têk bibe."

ANHA