Qurbaniyên êrişa li dijî endezyar û karmendan tên oxirkirin

Bi sedan şêniyên gundewarên Humsê cenazeyên 7 qurbaniyên hedefgirtina erebeyeke Şîrketa El Metîn oxir dikin.

Qurbaniyên êrişa li dijî endezyar û karmendan tên oxirkirin
1 cotmeh, 2026   15:26
HUMS

Bi sedan şêniyên bajarokê Fahil û gundewarên Humsê, cenazeyên 7 qurbaniyên hedefgirtina erebeya endezyar û karkerên Şîrketa El Metîn oxir dikin. 

Duh (30 Îlon) danê êvarê li ser pira Misyaf a nêzî herêma El Hola ya Humsê, êrişî erebeya ku tê de endezyar û karmendên Şîrketa El Metîn hebûn, hate kirin. Di encamê hedefgirtinê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişê aliyên fermî tu agahî parve nekirine.

(sb)

ANHA