Enwer Sofî jiyana xwe daye ziman û pirsgirêka Kurd

Enwer Sofî bi rêya helbestan ziman û çanda kurdî parastiye û di nava civaka xwe de bi navê `Cegerxwînê Dêrikê` tê nasîn.

Enwer Sofî jiyana xwe daye ziman û pirsgirêka Kurd
Enwer Sofî jiyana xwe daye ziman û pirsgirêka Kurd
Enwer Sofî jiyana xwe daye ziman û pirsgirêka Kurd
Enwer Sofî jiyana xwe daye ziman û pirsgirêka Kurd
1 cotmeh, 2026   05:55
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Helbestvan Enwer Sofî (Bavê Şêrgo) berî 76 salan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik dibe. Temenê wî dibe 4, malbata wî ji Silêmaniyê koçberî bajarê Dêrika Hemko dibe û bavê wî berî wan derbasî bajarê Dêrikê dibe û li gundê Kanî Neimê bi cih dibe.

Ji zaroktiyê ve xwendin û nivîsandin bala wî dikişîne û xwe fêrî zimanê fransî dike, digihêje asta ku bi zimanê fransî helbestan binivîse. Piştî ku fêrî fransî dibe êdî derfeta wî çêdibe ku bi rêya heval û derdora xwe fêrî zimanê kurdî bibe. Di temenê xwe yê 23 salî de fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dibe.

Helbestvan Sofî gelekî li helbestvan Cegerxwîn, Ehmedê Xanî û Mela Seîd guhdar dike û ji wan fêrî nivîsandina helbestan dibe.

Sîstema Baasê li dibistanan axaftina bi zimanê kurdî qedexe kiribû. Sofî dibistana amadeyî dixwîne û rojekê ji ber bi zimanê kurdî axiviye, wî digirin û îşkenceyê lê dikin, di îşkenceyê de guhê wî yê rastê ziyan dibîne û êdî ew nema bi guhê rastê dibihîze.

Sofî di temenê xwe yê 23 salî de dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike, ji bo helbestên wî nekevin destê dewletê, vedişartin.

Piştî Serhildana Qamişloyê (2004) Sofî biryarê dide nema helbestên xwe veşêre yan jî bişewtîne. Êdî helbestên xwe diweşîne û 6 dîwanan; Gelawêj, Çerxe, Ronahî, Birûsk, Deşt û Zozan dinivîse, niha jî 2 dîwan nivîsandine lê hîna çap nekirine.

Helbestvan Sofî niha endamê Yekitiya Rewşenbîran a Rojava ye û her tim cihê xwe di çalakiyên çandî û wêjeyî de digire.

Di Mihrîcana Helbesta Kurdî ya Qamişloyê de Sofî û 54 helbestvanan xelat wergirtin.

Sofî ji bo zimanê kurdî got: "Zimanê kurdî zimanê aştî û hezkirinê ye, ew zimanê me yê dayikê ye û divê hemû rewşenbîr û gelê Kurd bi pênûs û berhemên xwe xwedî li zimanê kurdî derkevin, biparêzin û ji cîhanê re isbat bikin ku em bi zimanê xwe ve girêdayî ne.”

(np)

ANHA