Di teqîna li Dêrazorê de 2 kes birîndar bûn 

Li ser benda kontrolê ya gundê Cezra Bo El Himêd ê Dêrazorê bombeyek teqiyabû. Hêzên ewlekariyê da zanîn ku di encama teqînê de erebeyek şewitiye û 2 kes birîndar bûne.

Di teqîna li Dêrazorê de 2 kes birîndar bûn 
1 cotmeh, 2026   15:28
DÊRA ZOR

Beşa Delîlên Sûc a Gerînendetiya Ewlekariya Navxweyî ya parêzgeha Dêrazorê da zanîn ku di encama teqîna bombeya li ser benda kontrolê ya gundê Cezra Bo El Himêd de, agir bi erebeyekê ketiye û 2 kes birîndar bûne.

Nûçegîhanê ajansa me ji çavkaniyên herêmî û ewlehiyê ragihandbû ku li ser benda kontrolê ya gundê Cezra Bo El Himêd teqîn di erebeyekê de çêbûye.

Hêzên ewlekariyê da zanîn ku wan dest bi lêkolînkirina bûyerê kiriye û heyanî niha nasnameyên kesên bombe bi erebeyê ve teqandiye, ne diyar e.

(np)