Dê li Şamê ji bo rêkarên entegreya hêzên ewlehiyê rêzehevdîtin pêk bê 

Wê têkildarî rêkarên taybet bi pêvajoya entegreya hêzên ewlehiyê, tişta ku di vê çarçoveyê de pêk hatiye û gavên bê çi ne, şandeyeke hikumetê ya Parêzgeha Hesekê bi serokatiya Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî berê xwe da Şamê.

Dê li Şamê ji bo rêkarên entegreya hêzên ewlehiyê rêzehevdîtin pêk bê 
1 cotmeh, 2026   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên taybet ji nûçegihanên ajansa me re diyar kirin ku şandeyeke hikumetê ya Parêzgeha Hesekê bi serokatiya Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ji bo temamkirina rêkarên taybet bi pêvajoya entegreya hêzên ewlehiyê berê xwe da Şamê.

Li kêlek Mezlûm Ebdî, di şandeyê de Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û Cîgirê wî Mehmûd Xelîl (Siyamend Efîn) heye, her wiha hejmarek gerînendeyê beşên ewlehî li parêzgehê cihê xwe di nava şandeyê de digirin.

Li gorî çavkaniyan bêyî diyarkirina demên hevdîtinan, wê ji bo nîqaşkirina rêkarên taybet bi pêvajoya entegreya hêzên ewlehî, xala ku pêvajo gihîştiyê û qonaxên bê yê vê pêvajoyê, wê şande li Wezareta Karên Hundirîn a li Şamê rêzehevdîtinan li dar bixe,

Çavkaniyê destnîşan kir ku li kêlek Wezîrê Karên Hundirîn û berpirsyarên wezaretê, wê civînên bi rêya Mezlûm Ebdî ve werin birêvebirin.

(sb)

ANHA