Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin

Mamoste û xwendekarên li Til Temir û Dirbêsiyê, Kongra Star a li Qibûr El Qeracinê bi daxuyaniyan daxwaza berfirehkirina qada xwendina zimanê kurdî kirin.

Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî hat kirin
1 cotmeh, 2026   13:41
HESEKÊ

Ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyê de, li bajarên Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên protestokirinê hat lidarxistin.

Li gundewarên bakurê bajarê Til Temir mamoste û xwendekarên dibistana El Mensef daxuyaniyek dan, daxuyanî ji hêla mamoste Gulmedan Nayif ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê mafê civaka kurdî di perwerdeya bi zimanê dayikê de were misogerkirin, zimanê kurdî di saziyên perwerdeyê li gorî bingeheke akademîk were dayîn, wêje û mîrateya kurdî were parastin.

Li bajarokê El Qeracine yê gundewarê Til Temirê, Kongra Star li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla endama Rêveberiya Kongra Star Îbtîsam El Şahîn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê nasname, çand û kevneşopiya kurdî were parastin, zarokên civaka Kurd jî perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibînin.

Li bajarê Dirbêsiyê xwendekarên dibistanan Şehîd Roza Cûdî, daxuyaniyek dan, daxuyanî ji hêla xwendekar Leyla Îsmaîl vehat xwendin.

Di daxuyaniyê de xwendekaran girêdana xwe ya bi mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nîşan dan, daxwaz kirin ku zimanê kurdî were parastin.

(sb)

ANHA

Dirbêsiyê 

TEL TEMIR