​​​​​​​Koçberên Serêkaniyê: Bêyî rizgarkirina herêmên dagirkirî aramî li Sûriyê ne pêkan e

Komîteya Koçberên Serêkaniyê got: "Bêyî rizgarkirina Efrîn tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, mirov nikare behsa aramî û serkeftina li Sûriyê bike."

​​​​​​​Koçberên Serêkaniyê: Bêyî rizgarkirina herêmên dagirkirî aramî li Sûriyê ne pêkan e
17 adar, 2022   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi boneya salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Berdewamiya dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din xeteriyê li ser aştî û aramiya tevahî Sûriyê çêdike. Ji ber ev erdnîgarî xwedî mîrateke dîrokî û civakî ye.

18`ê Adarê salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve ye. Ev dagirkerî herêmên din ên Sûriyê jî digre nava xwe. Armanc ji vê yekê têkbirina tevgera şoreşgerî ya demokratîke.

Wek her kes dizane ku dagirkirina Efrînê piştî komployek û bazarên erzan ji aliyê Rûsya, Tirkiyê û aliyên din ve hate kirin, li beramberî vê yekê jî bêdengiyeke ji aliyê gelek aliyên erebî, navneteweyî û herêmî ve heye.

Dewleta Tirk li hember çareserkirina aloziya li herêmê ku ev 11 salin dewam dike bendaveke xurt e. Ev dagirkerî bi hemû derfetê parçebûna erdnîgarî û civakî di hundirê Sûriyê ferz dike. Her wiha bi rêya guhertina demografî li Efrîn û Serêkaniyê hewl dide nasnameya herêmên kurdan yên resen reş bike. Siyaseta tirkkirinê û guhertina nîşaneyên dîrokî, ferzkirina meteryalên perwerdeya radîkal  pêk tîne. Her wiha destekê dide çeteyan û çalakbûna şaneyên terorîstên DAIŞ`ê ku bûne barekî giran li ser Sûriyê û gelê wê.

Îsrara dewleta Tirk di dagirkirin û parçekirina herêmên Sûriyê de herî dawî Serêkaniyê û Girê Spî weke Efrîn û herêmên din, xeteriyeke mezin ne tenê li ser herêmên dagirkirî, lê belê li ser tevahî Sûriyê çêdike. Mirov nikare behsa aramî û serkeftina li Sûriyê bike bêyî ku Efrîn û tevahî herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, werin rizgarkirin.

Em êş û zehmetyên gelê Efrînê yê koçber parve dikin. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî, mirovî, saziyên NY`yê û hêzên çalak ên li Sûriyê dikin ku derbarê sûcên ku dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî pêk bîne de roleke eşkere û berpirsyar bi cih bîne.

Em teqez dikin ku guhertina demografî qirkirina şêniyên resen ên Efrînê û hewldana îmhakirina nasnameya sûrî ye.

Em di Komîteya Koçberên Serêkaniyê de teqez dikin ku Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din dê tevî dagirkirinê jî ser bilind bin û dê bingeha berxwedanê bimînin ku gelek destkeftî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xistin. Em di daxwazên xwe yên rizgarkirina herêmên dagirkirî de berdewam in. Bêyî sistbûn û bêyî teredud ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên dagrker ji nîrên dagirkeriyê û ji bo vegera ewle ya şêniyên resen bixebitin."

ANHA