Li Ukraynayê şer dewam dike: 3 milyon mirov koçber bûne

Destwerdana Rûsyayê ya li hember Ukraynayê dewam dike. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêka destwerdanê ve nêzî 3 milyon mirov li Ukraynayê koçber bûne.

Li Ukraynayê şer dewam dike: 3 milyon mirov koçber bûne
18 adar, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Destwerdana Rûsyayê ya li hember Ukraynayê di roja xwe ya 23’yan de berdewam dike. Vê sibehê li bajarê Lvîv ê Ukraynayê teqîn çêbûn. Şaredarê bajêr diyar kir ku êriş li ser herêma balafirgehê hatiye kirin.

Dorpêça li ser bajarê Mariupolê jî dewam dike, ku bajarekî stratejîk ê bendergehê ye. Rayedaran diyar kir ku di nava hefteyekê de 30 hezar kes ji bajêr hatine derxistin. Li gorî îdiayên rayedarên Ukraynayê, avahiya şanoyê ya ku bi sedan kes lê bûn, roja çarşemê hate bombekirin.

Şaredariya Mariupolê ragihand ku bombebarana artêşa Rûsyayê ya li ser bajêr dewam dike. Li gorî agahiyan ji sedî 80’yê avahiyên li bajêr hilweşiyane lê ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehate piştrastkirin.

RÛSYAYÊ LI DONBASS QEDEXEYA FIRÎNÊ RAGIHAND

Rûsyayê herêma Donbas wek qade li firînê qedexe, ragihand. Li wê herêmê Donetsk û Lûhansk hene ku bi rengekî yekalî xwe wek komar ragihandin û alîgirên Rûsyayê ne.

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî diyar kir ku herêmên esasî û krîtîk ên ku hêzên Rûsyayê hewl didin bi dest bixin, hîn jî di bin kontrola wan de ne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer ve 3.1 milyon mirov ji Ukraynayê derketine.

‘PÛTÎN SÛCDARÊ ŞER E’

Her wiha sûcdariyên ku Rûsyayê bi sûcê şer tewanbar dikin, zêde dibin. Wezîrên karên derve yên dewletên koma G7’an daxuyanî dan û got "Kiryarên sûcên şer ên li Ukraynayê dê li pêşiya edaletê ya navneteweyî hesab bidin." Serokê DYA'yê Joe Biden jî ji bo serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got "Sûcdarê şer e".

Kongreya DYA'yê jî ragihand ku ew amade ne statuyên bazirganiyê yên Rûsya û Belarûsê di ber çavan re derbas bikin. Ev yek jî dê bibe sedema rûdana zêdebûna buhayê gumrikê yê ji bo cezakirinê.

Rûsyayê her wiha li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşî li erêkirina biryareke têkildarî şerê li Ukraynayê girt. Rûsyayê nerazîbûn nîşanî pêşniyarkirina pêşnûmeyekê kiribû ku êrişa li ser sivîlan red dike.

SEROKÊN DYA Û ÇÎNÊ DICIVIN

Li gorî nûçeyên medyaya rojavayî ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên dîplomatîk, Rûsyayê nekariye ji hevalbendên xwe yên mîna Çîn û Hindistanê piştgiriyê wergire. Tê payîn ku serokê DYA'yê û serokkomarê Çînê îro li ser rewşa li Ukraynayê hevdîtinekê bikin.