Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin

Li avahiya Parêzgariya Hesekê ji bo guhdarîkirina gazincên cotkaran ên têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên wan civînek pêk hat. Rayedaran diyar kir ku fature di demeke nêz de dê bên serfkirin.

Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
Têkildarî derengmayîna serfkirina fatureyên cotkaran civînek hat lidarxistin
1 cotmeh, 2026   14:31
HESEKÊ

Cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî, endamên Nivîsgeha Rêveber a Meclisa Parêzgehê Xalid Îbrahîm û Vîviyan Beho Osê, li avahiya parêzgariyê bi hejmarek cotkaran re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de derengmayîna serfkirina fatureyên mewsima çandiniyê û bandora wê ya li ser çandiniya herêmê hatin nîqaşkirin.

El Hîlalî da zanîn ku civîn bi armanca guhdarîkirina li daxwazên cotkaran û nîqaşa sedemên derengmayîna serfkirina fatureyan hat lidarxistin, parêzgeh di rewşeke îstîsnayî re derbas dibe, depoyên genim jî bi berhemên mewsimê berê dagirtî ne, hejmareke depoyên genim hatin guhertin, her wiha metirsiyên girêdayî cihê depokirinê hene û vê yekê hiştiye ku serfkirin dereng bikeve.

El Hîlalî diyar kir ku parêzgeha Hesekê yek ji parêzgehên xwedî berhemên çandiniyê ye, ew li ser asta Sûriyeyê ji sedî 60 berhemên çandiniyê dide, miqdara ku gihîştiye destê dewletê nêzî milyonek û 600 hezar ton e.

Endamê Nivîsgeha Rêveber Xalid Îbrahîm jî destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de li gazincên cotkaran guhdar kir. Îbrahîm da zanîn ku aliyên peywendîdar ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatê didin meşandin, soz hene ku fatureyên cotkaran dawiya meha Cotmehê werin serfkirin.

(sb)

ANHA