Dewleta Tirk Efrîn veguherand navenda êrişên li dijî mirovahiyê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 4 salên dagirkirinê de kantona Efrîn veguherand navenda sûcên li dijî mirovahiyê, zêdetirî 8 hezar 280 welatî revandin û zêdetirî 720 kes di nav de 85 jin qetil kirin. Her wiha 64 cihên dîrokî û 30 mezarên olî wêran kirin.

Dewleta Tirk Efrîn veguherand navenda êrişên li dijî mirovahiyê
18 adar, 2022   00:41
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

18'ê Adarê ji bo şêniyên Efrînê rojeke reş e ku ji bîra wan naçe. Beriya 4 salan mîna vê rojê û piştî berxwedaneke mezin a 58 rojan li hemberî hemû çûreyên çekên pêşketî, bi sed hezaran efrînî ber bi Şehbayê ve hatin koçberkirin. Di ser dagirkirina Efrînê re 4 sal derbas bûn. Rojane sûc li dijî mirovan têne kirin. Hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, di serî de şêniyên Efrînê yên li 5 kampên li Şehbayê bi sûcên şer û sûcên qirkirina etnîkî bi nav dikin.

'JI BO KOÇBERKIRINÊ Û SEPANDINA DAGIRKIRINÊ RÊBAZÊN CÛDA BI KAR TÎNIN'

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo behsa bîlançoya 4 salan a sûcên li kantona Efrînê kir.

Îbrahîm Şêxo got: "Di 4 salên derbasbûyî de, tevî astengî û wergirtina agahiyan ji kantonê, dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe ku ji zêdetirî 20 koman pêk tê, zêdetirî 8 hezar û 280 sivîl revandin, di nav de jin û zarok hene, çarenûsa piraniya wan nayê zanîn."

Şêxo da zanîn ku di 4 salên dagirkirinê de zêdetirî 750 welatî, di nav de 84 jin hatin qetilkirin û got: "Me 70 sûcên êrişên zayendî yên li ser jinên Efrînê yên di girtîgehên li Efrîn û derveyî de tomar kirin."

Şêxo îşaret pê kir ku xwezaya Efrînê ji sûcên dagirkeran nefilitîn û wiha domand: "Ji roja dagirkirinê ve, dagirkeran zêdetirî 340 hezar dar birîn, zêdetirî 12 hezar dar şewitandin. Her wiha sêyek ji rûbera çandiniya ya kantona Efrînê şewitandin."

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser avakirina avahiyên mêtîngeriyê jî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hewldana temakirina siyasetên guhertina demografî, ji roja dagirkirina Efrînê ve li tevahî navçeyên kantonê dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kir. Ev yek bi rêya komeleyên bi navên mirovî û îslamê tê kirin, ji wan komeleya Eta Bîla Hidûd, komeleya Kuwêt a xêrxwaziyê ya geşkirin û pêşxistin a cîhanî û komeleya Eyş Bî Kerama ya Filistînê."

Komeleyên navborî roleke mezin di avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê de lîstin. Ji wan avahiyan, ên li gundê Avraza, Baflon û gundê Hec Hesne yê navçeya Cindirêsê. Di van avahiyan de malbatên ji herêmên ku dewleta Tirk li gorî danûstanên Astana û Soçî radestî Rûsya û hikumeta Şamê kirine, hatine bicihkirin.

Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê Selah Sîno sûcên 4 salan ên li dijî deverên dîrokî û mezarên olî eşkere kir. Selah Sîno got: "Ji roja destpêkirina êrişan li ser kantona Efrînê ve, wekî Gerînendeya Şûnwaran me wêrankirina 64 cih û girên şûnwarî û wêrankirina 30 mezarên hemû mezhebên li kantona Efrînê belge kirin."

Sîno da zanîn ku piraniya cihên dîrokî yên ku bê serûber hatin hedefkirin ji sala 2011'an ve di lîsteya UNESCO'yê de ne, ji wan devera Eyn Dara û perestgeha wî ku di sala 1956'an de hate keşifkirin. Sîno da zanîn ku ev cih di roja duyemîn a êrişên de hate hedefkirin û ji sedî 60 perestgehê hat wêrankirin.

Sîno bi domdarî got: "Ji derverên din ên xwedî girîngiyeke cîhanî, Nebî Horî ye. Ev dever beriya dagirkirinê bi cûreyên cûda yên çekan hate hedefkirin û piştî dagirkirina kantonê bi maşîne û trêksên mezin hate wêrankirin."

Selah Sîno bal kişand ser astengiyên ku di belgekirina sûcan de dikişînin û wiha axivî: "Dagirkerên li Efrînê bi tu awayan nahêle şênî û çalakger xwe bigihînin deverên şûnwarî yên hatine wêrankirin. Ji ber bîlançoya cihên şûnwarî yên hatine wêrankirin ji yên hatine belgekirin zêdetir in."

Sîno diyar kir ku domandina pêkanîna sûcan wê bibe sedema îmhakirina mîrasa çandî ya Efrînê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Efrînê Selah Sîno di dawiya axaftinên xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember sûcên li Efrînê dibin rabin, peyman û lihevkirinên navneteweyî mîna peymana Lahay pêk bînin, dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên dikin muhasebe bikin û wan ji Efrîn û hemû herêmên dagirkirî derxin.

‛ARMANCA DEWLETA TIRK ZINDÎKIRINA MÎSAQÎ MILLÎ YE’

Girêdayî vê yekê Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrînê Cibraîl Mistefa wiha got: "Ji dema Efrînê ve, dewleta Tirk û çeteyên wê hovantirîn cureyên sûcên dermirovî dikin. Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî, sûcên wan dikevin astên sûcên dermirovî, ji wan rêxistinan jî Komîteya Lêpirsîn a Serbixwe ya taybet bi Sûriyê di rapora xwe de da zanîn ku sûcên li Efrînê têne kirin dikevin xana sûcên qirkirina komî."

Der barê armanca dewleta Tirk ji van sûcên li Efrînê de Cibraîl Mistefa ev tişt got: "Bi vegera li dîroka dewleta Osmanî tê dîtin ku sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, temamkirina siyasetên dewleta Osmanî yên li dijî gelê Kurd bi taybet û li dijî hemû gelan bi giştî ye. Her wiha gelek komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîne şahideyên wê siyasetê ne."

Cibraîl Mistefa di dawiyê de bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember şêniyên kantona Efrînê rabin, dewleta Tirk û çeteyên wê muhasebe bikin û wan ji Efrînê derxin.

ANHA