PYD’ê ji ber tevgerên leşkerî yên PDK’ê li Herêmên Parastinê hişyarî da

PYD’ê tevgerên leşkerî yên PDK’ê yên li herêmên gerîlayan şermezar kir û got: "Ev qonaxa hestiyar hişyariyê li ser îhtîmala rûdana şerekî dide ku dê ji bo gelê Kurd karesteke be."

PYD’ê ji ber tevgerên leşkerî yên PDK’ê li Herêmên Parastinê hişyarî da
16 adar, 2022   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî liv û tevgerên PDK'ê yên li herêmên Başûrê Kurdistanê ku gerîla lê hene, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li gorî agahiyan, PDK'ê careke din hêzên leşkerî û maşîneyên zixrî derbasî herêmên gerîlayên azadiyê kirin. Ji Nîsana 2021'an ve, li van herêman di navbera hêzên dagirkeriya Tirk û gerîla de şer rû dide. Faşîzma Tirk di êrişên xwe de ku saleke ranewestiyaye tu armancên xwe pêk neanîn. Her wiha hêzên PDK'ê li ser rêyên çiyayî yên ku gerîla lê hene, bend danîn û bi vê yekê rasteraste destekê dide hêzên dewleta Tirk a dagirker. Di vê pêvajoya hestiyar de liv û tevgerên xwe yên leşkerî li van herêman zêde dike. Ev yek nîşaneyên rûdana şerekî di navbera gerîla û hêzên girêdayî PDK'ê de ye ku mîna şerên berê kareseteke mezin ji gelê Kurd re bîne. Hêzên gerîla ji gelê Kurd ê her çar aliyê Kurdistanê pêk tê û li her derê gelê Kurd diparêze. Gerîla bersiva êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr dide. Her şerek li hemberî gerîla wê bandorên mezin li xizmên gerîla û tevahî gel bike, wê demê wê PDK'ê jê berpiryar be.

Ji ber vê yekê em bang li PDK’ê dikin ku siyasetên xwe di ber çavan re debas bike, ev siyaset dikeve xizmeta qirkirinê ku itîfaqa faşîst a Erdogan- Bahçelî pêk tîne û destkeftiyên gelê Kurd dixe bin xeteriyê.

Her wiha em bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê xwe dikin ku bi hev re li dijî siyasetên PDK`ê ku dikeve xizmeta dijminên me, bisekinin. Ji ber ku ev siyaset dê bibe sedema parçebûn û belavbûna gelê me."

(fr)

ANHA