‘Derxistina navê PKK’ê ji lîsteyan dê domana dîrokê biguherîne’

Endamê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Sûriyê Silêman Ehmed diyar kir ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kes tev li kampanyaya derxistina navê PKK'ê ji “lîsteyên terorê” dibin û beşdarî roj bi roj zêde dibe.

‘Derxistina navê PKK’ê ji lîsteyan dê domana dîrokê biguherîne’
16 adar, 2022   07:06
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

'Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî’ di 13'ê Kanûna 2021'an de ji bo ku PKK ji “lîsteyên terorê” bê derxistin, dest bi kampanyayekê kir. Ji 30 welatan zêdetirî 30 hezar parlamenter, siyasetmedar, nivîskar û aktîvîstan piştgirî da kampanyayê.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 12 'ê Çileyê de beşdarî kampanyayê bû, û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku PKK ji “lîsteyên terorê” were derxistin, dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

/ar/uploads/files/2022/03/16/063712_162048_1-6-28129.webp

Endamê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Sûriyê û berdevkê Komîteya Azadî ji Rêbertî re ya Herêma Cizîrê Silêman Ehmed diyar kir ku bi taybet ji herêmên Ereban beşdariyeke xurt di hemleyê de heye.

Silêman Ehmed bal kişand ser girîngiya kampanyaya îmzeyan û destnîşan kir ku derxistina PKK'ê ji “lîsteyên terorê” dê domana dîrokê sererast bike û got “Şaşiya herî mezin a di dîrokê de ji bo gelê Kurd, tevlêkirina navê PKK'ê li 'lîsteya terorê' bû. Divê domana dîrokê li ser şopeke rast be û PKK di nava sîstema cîhanê de li cihê xwe yê heqkirî be."

'HEWL DAN PÊŞÎ LI ŞOREŞA AZADIYÊ BIGIRIN'

/ar/uploads/files/2022/03/16/063847_sileman-ehmed.webp

Silêman Ehmed têkildarî pêvajoya xistina PKK'ê nava lîsteyan, got: "Dema ku PKK xistin lîsteyan, şoreşên cîhanê têk çûbûn. Bi vî rengî hewl dan pêşî li şoreşa azadiyê bigirin. Lê belê PKK'ê di têkoşîna xwe de nîşanî cîhanê da ku ew ne 'rêxistineke terorîst' e, partiyeke şoreşger e ku azadiyê diparêze. Yên dixwazin domana rast a dîrokê serobin bikin, pêşî li dewleta Tirk vekirin ku li dijî gelê Kurd komkujiyê pêk bîne."

Silêman Ehmed da xuyakirin ku PKK'ê di şer de bi tu awayî sivîl nekirine hedef, lê belê dewleta Tirk ne tenê sivîlan, hemû tiştên li Kurdistanê tune dike û destnîşan kir ku dema PKK ji lîsteyan bê derxistin, dê hikmên li ser rêber Abdullah Ocalan betal bibin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bibe.   

Silêman Ehmed sedema piştgiriya xurt a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji kampanyayê re wiha rave kir: “Navnîşana hemû kesên ku li şoreşgerî û azadiyê digerin, rêber Apo û PKK'ê ne. Em dibêijn ‘Bê Serok jiyan nabe.” Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye, lewma em jî di nava çar dîwaran de ne. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi yekê dizanin û bi xurtî tev li kampanyayê dibin. Di vê kampanyayê de me dît ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêber Apo wek nûnerê îradeya xwe û azadiya xwe dibînin."

Silêman Ehmed wiha pê de çû: "Herî dawî hevalekî min ê bijîşk ê Ereb got komeke ciwanan hatiye cem wî û ji bo destekkirina kampanyayê îmze xwestiye. Ew ji wan re dibêje 'Ne tenê îmze, ez mohra bijîşkiyê jî lê bidim da ku her kes bizane bijîşkekî Ereb jî destekê dide kampanyayê.”

Ehmed got li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de jî kampanyayê dimeşînin û piştî ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan di nava gelên din de jî hatiye naskirin, piştgiriya ji kampanyayê re jî zêde dibe û got: “Heta hin kes dibêjin em îmzeya xwe ne bi pênûsan lê bi xwîna xwe bidin.”

DANEYÊN HEYÎ DILSOZIYA GEL A JI RÊBER OCALAN RE NÎŞAN DIDIN’

Silêman Ehmed herî dawî têkildarî kampanyayê ev agahî parve kirin: "Gel bi coş û peroş beşdarî kampanyayê dibe. Ji herêmên Kurdan, Ereban, Suryanan û Ermenan bi hezaran îmze tên. Li cihekî mîna Kobanê ku komkujî lê hatiye kirin û koçberî jê çêbûye jî, zêdetirî 70 hezar îmze hatin berhevkirin. Ji Tebqa, Reqa û Minbicê jî bi hezaran îmze hatine. Bi tenê li Minbicê 90 hezar îmze berhev bûn. Li Hesekê û Qamişloyê bêhtir tên berhevkirin. Ev hemû dane nîşanî me didin ku gelê me çi qasî xwedî li Rêbertî derdikeve.”

ANHA