ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-03-2022
16 adar, 2022   00:00

-Meclisa Navçeya Dêrikê bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Hesekê û Dirbêsiyê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeyên başûrê Hesekê cenazeyên sê şehîdan li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê oxir dikin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Holê bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê çalakî tên lidarxistin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê pîrozbahiya Newrozê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Tirbespiyê şahiyek li hola Nadî Siyahî li dar dikeve û ji aliyê dayikên şehîdan ve agirê Newrozê tê dadan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêşbireke helbestan li navenda Mihemed Şêxo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîmê bîranîna şehîdên meha Adarê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan li dar dixe, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Cebel El-Ekrad Ebdurehîm El-Eyûb li goristana Şehîdan dispêrin axê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şahidên komkujiya taxa Mehmûdiyê bi van gotinan kêliyên komkujiyê bi bîr tînin: "Qêrîn û girî serwer bûn, parçeyên laşan li ser rê belav bûn. Cihê komkujiyê bibû gola xwînê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê komkujiya Helebçe şermezar kir û gotin, ev komkujî encama siyasetên PDK`ê û partiyên din bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Tevî ku 34 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbas bûn, lê hewldanên pergalên dîktator ên dagirkerên Kurdistanê yên qirkirina kurdan dewam dikin. Dewleta Tirk ji van hewldanan re serkêşiyê dike. (BI WÊNE).

- Rojnamevan Erdogan Altan têkildarî hevdîtinên dewleta Tirk û PDK'ê got armanc jê sûdwergirtina ji şerê Ukrayna-Rûsyayê, pêkanîna plana êrişeke nû, desteserkirina xazê û xurtkirina desthilata PDK'ê ye. (BI WÊNE).

- Endamê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Sûriyê Silêman Ehmed diyar kir ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kes tev li kampanyaya derxistina navê PKK'ê ji “lîsteyên terorê” dibin û beşdarî roj bi roj zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Fîras Qesas got, şoreşa Sûriyê veguherî komek ji bûyer û diyardeyên ku bi xwe re mirin û wêranî anî. Her wiha anî ziman ku ji bilî projeya Rêveberiya Xweser tu hêviyên rizgarkirina welat ji zilm û tarîtiyê tune ne. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê bandor li sûkên Lubnanê kir. Ji roja destpêkirina şer ve bihaya zeytê li sûkê bilind bûye û gelek cûreyên din, di serî de ard û zeyt nemane. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Li Tirkiyê dewl dan modeleke taybet çêkin ku gelekî pesnê wê didan û jê re digotin sîstema ‘serokkomariyê’ yan jî ‘serokatiyê’.

ANHA