​​​​​​​Şehîd Omer Elûş li Kobanê hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi merasîmekê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê şehîd Omer Elûş bi bîr anî.

​​​​​​​Şehîd Omer Elûş li Kobanê hat bibîranîn
16 adar, 2022   12:50
KOBANÊ

Nûnerên partiyan, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Kantona Girê Spî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîd Omer Elûş mûm hatin vêxistin, paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got: “Şehîd Omer Elûş bi kesayeta xwe ya pêşeng pirek di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava kir.”

Şahîn wiha domand: “Bi saya kesayetên mîna wî, em niha bi hev re di bin sîwana pergaleke demokratîkê de dijîn.”

Her wiha Şahîn diyar kir ku dijmin tenê şervanan nake hedef, lê belê kesayetên mîna şehîd Omer Elûş dike hedef ku ji bo gelê xwe tê dikoşin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Divê em fêm bikin ku li ser şopa şehîdan bi hezaran kes dimeşin.”

Bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cela Hemzawî axivî û got: “Şehîd Omer roleke mezin di meclisa Reqayê de lîst. Em jê fêrî xebatên siyasî û dîplomatîk bûn.”

Cela Hemzawî wiha domand: “Ereban beriya Kurdan jê hez kir. Lê dijmin bi hedefgirtina wî xwest projeya li herêmê têk bibe.”

Piştre hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ednan Romyo axivî û got: “Şehîd Omer Elûş bi fikrê xwe yê demokratîk û biratiya gelan ji bo doza gelê Kurd tê koşiya, ji ber ku fêm kir ku bi karê birêxistinkirî aştî pêk tê.”

Her wiha di merasîmê de xwişka şehîd Omer Elûş Dîcle Elûş jî axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: “Ji bo min hemû şehîd Omer in. Tu cudahî di navbera wan de tune ye. Omer ji bo ku pêkhateyan komî ser hev bike, gavên mezin avêtin.”

Şehîd Omer Elûş di 15`ê Adara 2018`an de li mala xwe bi destê çeteyekî îstixbarata dewleta Tirk hatibû şehîdkirin.

(şx)

ANHA