Li ser zimanê şahidan kêliyên komkujiya Mehmûdiyê

Şahidên komkujiya taxa Mehmûdiyê bi van gotinan kêliyên komkujiyê bi bîr tînin: "Qêrîn û girî serwer bûn, parçeyên laşan li ser rê belav bûn. Cihê komkujiyê bibû gola xwînê."

Li ser zimanê şahidan kêliyên komkujiya Mehmûdiyê
16 adar, 2022   00:39
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – XANDÎ ELO

Koçbera bi navê Gunay Mistefa di 40 saliya xwe de ye, ji gundê Arabo yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Gunay Mistefa şahida komkujiya taxa Mehmûdiyê ye ku dewleta Tirk a dagirker di 16'ê Adara 2018'an de (Salvegera komkujiya Helebçe) bi balafiran pêk anîbû. Di encama komkujiya li vê taxê de 21 kes şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

Gunay Mistefa kêliyên wê komkujiya bi êş bi bîr tîne û dibêje ku dê di bîra şêniyên Efrînê de bîne.

'LI EFRÎNÊ ÊŞ Û BERXWEDANÎ'

Gunay Mistefa kêliyên destpêkirina êrişên dagirkirinê wiha parve dike: "Tişta ku li Efrînê qewimî êş û berxwedanî bû. Li gundê Arabo wekî koordînasyona Kongra Star dixebitîm. Bi destpêkirina êrişan re ji ber tevgera mezin a balafirên şer ên li ser kantonê me nedikarî wesayîtan bi kar bînin, ji ber vê yekê karê me li ser lingan bû. Karê me yê sereke ew bû ku biçin gundan û şêniyan hişyar bikin ku ji gund dernekevin. Gotina min a sereke ji şêniyan re 'Ji gundê xwe dernekevin, heger hûn jê derkevin hûnê poşman bibin û bêjin em ê kengî vegerin'. Me tirs nas nedikir, bi şevê û di bin baran û topan de ez û hevala xwe  dixebitîn. Min her sê zarokên xwe li gund di şikeftekî de dihiştin û diçûm kar. 38 rojan em bi vî rengî dixebitîn, me birîndar derman dikirin û wan radikir nexweşxaneya Avrîn û me pêwîstiyên şervanan dabîn dikirin."

Gunay Mistefa her wiha behsa bîranîna şervaneke şehîd kir û got: "Beriya ku em ji gund derkevin bi du rojan şervaneke bi navê Fîdan hat gel me û got, hîs dike ku wê vê carê şehîd bikeve. Em li derdora wê kom bûn, me stran gotin û xwarin jê re amade kir. Ew şervan ji Rojhilatê Kurdistanê bû û ji bo piştgiriyê hatibû Efrîn. Hîna negihiştibû nuqteyê balafir şer lê da û şehîd bû."

Piştî ku gundê Arabo tê dagirkirin, Gunay û malbata xwe berî didin taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê.

Li ser vê yekê Gunay Mistefa dibêje: "Me berî da taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê û bi malbatekê re di malekê de rûniştin. 16'ê Adara 2018'an bi dehan top li derdora malê ketin û bi balafirên şer êrişî taxê kirin. Em 11 kes di mal de bûn. Ez di xew de bûm, ji ber dijwariya teqînan ku gelekî nêzî min ketin, mîna ku difiriyam li min hatibû. Min nedizanî çi qewimî. Hîna di şokê de bûm, min hêvî dikir ku zarokekî min tenê sax bimîne, ji ber ku hêviya ku hemû sax bimînin min qut kiribû. Bi lez ji mal derketim min dît ciwanek bi navê Ehmed zarokên min rizgar kirin û biribûn jêrzemînekê. Dema min dît min spasiya xwedê kir.

Lê zaroka min a mezin Zîlan ji hişê xwe ve çû û rûyê wê di xwînê de mabû. Em vegeriyan mal. Dema ku top dibariyan keça min di serşoyê de bû û di wir de ma heta ku rewş aram bû. Nedizanî ku em ji mal derktin. Dema min ew dît, gilî kir û ji min re got, çima hûn derketin û tiştên xwe li dû xwe hiştin. Dilê wê xurt bû ne ditirsiya, ji bo me hemûyan çavkaniya moralê bû."

'MIN RIZGAR BIKIN, NAXWAZIM BÊM GIRTIN'

Gunay Mistefa wê serpêhatiyê wiha didomîne: "Em vegeriyan jêrzemînê ku 50 kes di wir de hebûn, piraniya wan derketin, tenê 7 kes di nav de yekî 70 salî hebû man. Kesê bi teman ji min re got, 'keça min derkevin, heger min bigirin wê min bikujin, lê heger we bigirin wê tiştên xirabtir bi we bikin. Va nêzî Efrînê bûne û dengê wan tê guhê me dibêjin kafir va em tên'. Girî û qêrîn serwer bû. Hemûyan kesek an zêdetir ji malbata xwe winda kir. Di wê kêliyê de hevjînê min hat û keça min a mezin li pişta xwe kir ji ber ku nedikarîbû bimeşe. Dema ku em ji Efrînê derketin her dever bi xwîn bû. Di rê de ciwanekî lingî wî hatibû jêkirin dikir hawar û digot 'Min rizgar bikin ez naxwazim min bigirin'. Jinek ducanî jî hebû, bi destê zarokek xwe girtibû û yek din li pişta xwe kiribû, bi xwas û kalînekê ji mirinê direviya. Her wiha ciwanekî din dayika xwe ya bi temen li pişta xwe kiribû ku tiliyên lingên wê bi erdê ve dikişiyan. Dema em gihiştin çiyayê Lêlûnê jinekî bang dikir ku cenazeyê kurê wê rakin û wê defin bikin da ku bê gor nemîne, ji ber ku nedikarî cenaze rake. Min nedikarî van hemûyan tehemûl bikin. Min çavê xwe girtin heta ku em gihiştin Şehbayê."

Keça Gunay Mistefa, Zîlan Xelîl (18) bi van gotinan behsa rojên êrişên dagirkirinê dike, "Min pir ji wênekêşiyê hez dikir. Dema ku top li gundên me û derdorê diketin min wêne û dîmenên wê dikişandin. Ji nivisandinê jî hez dikim. Di wan rojan de min rojnivîsên xwe û hevalên hatin û yên ku çûne û hestên me dema ku topên mirinê li ser me dibariyan dinivisandin."

Zîlan Xelîl li ser komkujiyê jî  got: "Me xwe ji malbatê veşart  û çûn parka Mehmûdiyê da ku bilîzin. Dema ku top li nêzî me ketin me xwe avêt erd da ku ziyan neghêje me. Hevalan me fêrî wisa kiribû. Rojekê em di mal de bûn, topek nêzî me ket û stûnê kehrebeyê li belkona malê ket. Wê kêliyê ez ji odeyê derdiketim û ji hişê xwe ve çûm. Min nedizanî çi qewimiye. Welê min xeyal dikir ku vegerim parkê, bilîzim û têkevin hêlanê. Lê min nedikarî û xeylanên min li ber ba çûn. Zarokên ku beriya çend saetan me bi hev re dilîst şehîd bûn. Ev kêlî bandor li min kir, heta demeke dirêj min nedikarî biaxivim û tim ji hişê xwe ve diçûm. Nayê bîra min em çawa koçber bûn, hefteyekê di nav nivînan de mam."

ANHA