Îsraîl ji berdewama şerê li Ukraynayê ditirse

Îsraîl hewl dide navbeynkariyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bike da ku armancên xwe yên siyasî û ewlehî pêk bîne. Helwesta Israîlê li ser krîza berdewam çawa dikare were fêmkirin?

Îsraîl ji berdewama şerê li Ukraynayê ditirse
14 adar, 2022   05:14
XEZE- OMER MÛSA

Di rojên derbasbûyî de serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett çû Moskova kir û bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya. Civîn nêzî 3 saetan dewam kir. Balkêş e ku ev serdan xwedî gelek wateyan e, ji ber ku ji dema destpêkirina tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê ev serdan a yekemîn ji bo serokê Rûsyayê bû. Li gor raporên Îsraîlê, ev serdan bi koordîneya Îsraîl bi Amerîka, Fransa û Almanya re pêk hat ku piştî wê jî bi telefonê bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re axivî.

Tevî ku çavkaniyên Îsraîlê red kirin ku Naftali Bennett ji bo rawestandina tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê tu însiyatîfek pêşkêşî bike, lê çavkaniyên din diyar kir ku Îsraîl hewl da ku peyaman di navbera rayedarên her du welatan de derbas bike. Hewldana Îsraîl ji bo serxstina her navbeynkariyek ji bo agirbestê li Ukraynayê, pirs li ser armancên wê derdikeve holê. Gelo Îsraîl çi dixwaze?

' ÎSRAÎL TÊKILIYÊN XWE YÊN BI RÛSYA Û WELATÊN ROJAVA RE NAXE XETEREYÊ '    

Ne mumkîn e ku Îsraîl têkiliyên xwe bi Rûsyayê re bixe xetereyê, ji ber ku girêdanên dîrokî hene ku têkiliyek stratejîk di navbera Moskove û Til Avîvê de çêkiriye. Koçberiya Cihûyên rûsî ber bi Îsraîlê ve ya piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê roleke girîng di avakirina vê peywendiyê de lîst. Ji ber vê yekê Îsraîl bi girîngiya têkiliyên bi Rûsyayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re, baş dizane. Ev yek Îsraîl dixe rewşeke hestiyar de lê ne mûmkîne ku vê rewşê derbas bike.

Îsraîl ji encamên berdewamiya şer ditirse. Tevî ku axaftin bi giranî girêdayî qada ewlehiyê û girîngiya wê ji bo Îsraîlê ye,  lê zirara aborî û civakî yên muhteme Îsraîlê bi fikar dike. Dema ku encamên civakî ji holê wenda dibin, lê ew ji bo Îsraîl xetereyek rast nîşan didin. Her ku îhtîmala ku Îsraîl helwesteke tund li ser tevgerên leşkerî  yên Rûsyayê li Ukraynayê bigire kêm bû, xuya bû welatên rojavayî û Amerîka ku helwesta hestyar a Îsraîlê ya der barê krîzê de fêm kirine.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hesen Ebdo destnîşan kir ku di krîza Ukrayna û Rûsyayê de Îsraîl têkildarî ewlehî û hebûna xwe xwedî hesabên cuda ye. Fikarên Îsraîlê heye ku rewşa di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bikeve nava Îsraîlê, ji ber ku li Îsraîl nêzî mîlyonek Rûsî û hejmareke mezin ji Cihûyên Ukraynayê hene.

Ebdo diyar kir ku dibe ku ev giraniya civakî, Îsraîl bike qadek pevçûnê li ser krîzê. Ebdo her wiha da xuyakirin ku zêdetirî mîlyonek Rûsî ku di nav de Cihû hene li Îsraîlê ne, ev kes hêzek hilbijartî û bibandor di jiyana Îsraîlê de û hêzeke civakî ya mezin temsîl dike.

Ebdo her wiha got: "Tiştê ku nahêle Îsraîl têkiliyên xwe bi welatên rojavayî û Amerîkayê re bixe xetereyê ew e ku Rûsya ne welatekî dûr e û bûyerên ku li Sûriyê diqewimin kontrol dike, Rûsya biryar dide ger derî li pêş Îsraîl li Sûriyê veke yan na. Li gel wê jî Rûsya, Îsraîl wekî mijareke ewlehiya neteweyî dinirxîne. Îsraîl têkiliyên aborî bi Rûsyayê re birêve dibe û di berjewendiya wê de ye ku ev têkilî berdewam bin. "              

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hesen Ebdo got her çend welatên rojava û Amerîka zextên li ser Îsraîlê bike jî, Îsraîl li gorî wan naçe, ji ber ku gurkirina krîzê dê zirarê bigihîne ewlehiya wê û çareseriya rast ji bo wê rawestandina şer e.

(dx)

ANHA