Gelo wê nakokiyên her du hikumetan Lîbya vegerînin çargoşeya yekemîn

Bi dayîna baweriyê ji hikumeta nû re û girêdana hikumeta kevn bi desthilatê ve, fikarên lîbyayî ku rewş vegera mîna çargoşeya yekemîn zêde dibin. Pisporên kar û barên Lîbyayê texmîn dikin ku diyalogeke yekser di navbera El-Debîbe û Başaxa de pêk were da ku desthilatê bi rêyên aştiyane were radestkirin.

Gelo wê nakokiyên her du hikumetan Lîbya vegerînin çargoşeya yekemîn
14 adar, 2022   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA EÎ

Piştî ku parlamento bawerî da hikumeta serokwezîr Fethî Başaxa, serokê hikumetê yê berê Ebdulhemîd El-Debîbe yê ku erka wî bi dawî bûye, bi desthilatê ve girêdayî ye û qebûl nake ku desthilatê radestî hikumeke ne hilbijartî bike.

Fethî Başaxa di 3’yê vê Adarê sonda destûrê xwar û bû serokê nû ya hikumeta Lîbyayê. Lê desthilatên li Terablusê asîman girt û rê neda gelek wezîran ku ji Tebreqê biçin da ku sond bixwin.

Destpêka Adarê, Parlamantoya Lîbyayê bi piraniyan endaman, bawerî dan hikumeta Başaxa ku li şûna hikumeta Wehda El-Weteniya ya bi serkêşiya Ebdulhemîd El-Debîbe hate erkdarkirin. Lê hikumeta El-Debîbe hîna jî qebûl nake ku desthilatê radest bike.

Li gorî daxuyaniya şêwirmendê hikumeta Fethî Başaxa, Ehmed El-Rîwayatî, zêdetirî 13 wezîran beşdarî civînê ku bi bûyereke girîng wesifan nebûn, ji ber ku ku hêzên girêdayî hikumeta Wehd nehişt ew tev li rûniştinê bibin.

Başaxa li pêş parlamentoyê qedexekirina asîmanê û nehiştina derketina hin wezîran ji Tebreqê ku sond bixwînin şermezar kir.

Tevî girêdana El-Debîbe bi desthilatê ve, serokê hikumeta nû ya Lîbyayê ragihand ku ew ê biçe Terablusê û got, dê ji bo misogeriya veguhestina desthilatê wê tedbîr hebin.

Başaxa ev tişt got: "Me berjewendiya welat di ser berjewendiya takakesî re girt û me îsbat kir ku desthilata qanûnsaz dikare biryarên xwe yekalî bide."

Başaxa wiha domand: "Em ê dest bi lêkolînkirina hemû bijarte û tedbîrên guncaw bikin da ku  desthilata li paytexta Terablusê bi hêza qanûnê, ne bi qanûna hêzê werbigirin."

DIYALOGA RASTERAST DI NAVBERA EL-DEBÎBE Û BAŞAXA DE

Têkildarî senaryoyên muhtemel ên piştî dayîna baweriyê ji hikumeta Fethî Başaxa re, pisporê têkildarî karûbarên Lîbyayê, Ebdulhadî Rebî wiha got: "Me qonaxa texmînan derbas kir, senaryoyeke tenê li pêş me maye. Ew jî diyaloga rasterast di navbera Başaxa û El-Debîbe de ye ku desthilatê radest bike û garantiyên bide El-Debîbe ku dozger lêpirsîna wî neke, hin xizmên xwe yên nû di erkên rêvebirinê de erkdar kirine neguhere, ji wan jî di balyozxane û desteyên mezin de. Her wiha divê pabendî peymanên bi hin aliyên derve û hundirê îmze kirin bin. Lê heta niha Başaxa vê yekê red dike. Lê diyar e ku piştî redkirina rageşiya leşkerî ji hêla navneteweyî ve û pêkanîna diyalogê, dê ev yek bi diyalogê pêk were."

Balyozê DYA’yê û nûnerê wê li Lîbyayê Richard Norland roja yekşemê ragihand ku serokwezîrê Fetehî Başaxa û serokê hikumet Wehde El-Weteniye Ebdulhemîd El-Debîbe amade ne ku tev li mûzakereyên lezgîn bibin.

ŞERTÊN EL-DEBÎBE YÊN RADESTKIRINA DESTHILATDARIYÊ

Li aliyekî din jî şîrovekarê siyasî yê Lîbyayê Idris Îhmîd wiha got: "Amerîka û dewleta Tirk hewl didin ku ev diyalog di navbera El-Debîbe û Başaxa de li dar kevin. Lê em nizanin ku ajandeyên vê diyalogê çi ne û gelo dê El-Debîbe desthilatê radestî Başaxa bike yan şertên din hene?"

Idris Îhmîd diyar kir ku El-Debîbe li beramberî radestkirina desthilatê ji Başaxa re El-Debîbe şert danî, şert ew e ku destûrê jê re were dayîn ku di hilbijartinên pêş de bibe namzet û wiha domand: "Ev mijar jî bandorê li krîza rasteqîn a Lîbyayê dike. Lê xebatên van aliyan di pêkanîna îstîqrarê li welat de nabe piştevan. Parlamanto bi rêya erkdarkirina Fethî Başaxa gavek avêt, lê ev gav ne hesabkirî bû û ji aliyê hikumeta El-Wehde El-Weteniye û hinek aliyên li welat ve rastî nerazîbûnê hat. Piranî alî û gelê Lîbyayê guhartinê dixwazin û dibînin ku hikumeta di erkên xwe xwe bi bin ket, bi taybet di erkên mîna lidarxistina hilbijartinan, mijara lihevkirina niştimanî û gendeliyê. Li vir jî hîna rewşa Lîbyayê ne zelal e."

Piştî dayîna baweriyê ji hikumeta Fethî Başaxa re 50 parlamenterî ragihand ku blokeke muxalif damezrand, da ku tedbîrên parlamentoyê yên birêvebirina hikumeta Başaxa û rêxistinkirina hilbijartina di 14 mehan de pêk bîne û bang kir ku welat ji vê qonaxên demkî derxin û hebûnên siyasî yên niha red dikin.

Her wiha bloka xwe navê "parlamenterên li dijî demdirêjkirinê" bi daxuyaniyekê bang kir ku qonaxên demkî bi dawî bikin, parlamentoyê sererast bikin û destekê bidin rêveçûna hilbijartinan.

Li ser vê yekê Ebdulhadî Rebî wiha got: "Redkirina guhartina hikumetê ji aliyê hin parlamenterên ve tiştekî naguhere. Ji ber ku di civîneke eşkere de li pêş cîhanê bawerî da Başaxa. Başaxa û alîgirên wî ji bilî derbasbûna paytextê û pêkanîna desthilatê li wir û destpêkirina diyalogên rasterast bi El-Debîbe re tiştekî din qebûl dikin. Dibe em bibînin ku her du li hev rûnên da ku çareyeke aştiyane pêk bînin."

SEWQIYET, TENÊ EŞKEREKIRINA HÊZÊ YE

Li paytexta Terablusê di 10’ê vê Adarê de sewiyqatên mezin hebûn da ku derbasbûna hikumeta Lîbyayê ya bi serokatiya Fetehî Başaxa ji paytextê re ewle  bike, her wiha komên çekdar jî ketin rewşeke awarte û vê yekê jî fikar li gel nûnertiya navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên herêmî û navneteweyî yên din çêkir.

Têkildarê mijarê, Rebî vegera nakokiya çekdarî dûr xist û wiha berdewam kir: "Mijar naghêje şerê çekdarî, tenê sewqiyatên dualî ne ku hêza xwe eşkere bikin ku diyalog pêk were."

Idrîs Îhmîd jî li ser vê yekê da zanîn ku hin alî hewl didin ku şer çênebe, ji ber piranî aliyên çekdar naxwazin şer li paytextê çêbibe û vegere çargoşeya yekemîn.

TU XWESTEKA RAGEŞIYÊ TUNE YE

Girêdayî helwesta civaka navneteweyî, pisporê karûbarên Lîbyayê Ebdulhadî Rebî wiha pê de çû: "Civaka navneteweyî niha bi şerê Rûsya û Ukrayna re mijûl e û naxwaze eniyekî nû ya rageşiyê veke. Ji ber wê hewl dide bi rêya aştiyane û diyalogê pêk were. Lê têkildarî kî rewabûn û destekî dide, civata navneteweyî dudilî ye. Bi rastî, wê destek da ku hikumeta El-Debîbe çêbibe. Lê ev hikumet bi bin ket. Her wiha civata navneteweyî dizane ku Başaxa xwedî têkiliyên wî xurt in, bi taybet ew dizanin ku altarnatîfa wan hemûyan an Xelîfe Hefter e yan jî Seyfulîslam El-Qezafî ye. Têkiliya van her duyan jî bi Rûsyayê re xurt e. Ji ber wê li gel wan tu pirsgirêk tune ye ku bi Başaxa yan El-Debîbe re têkiliyan deynin û dê mijara çareseriyê ji hundir re bihêlin, lê bi şertê ku şer careke din çênebe. Da ku dayîna petrolê û tawîzdayna petrola rûsî ya ceza li ser hene, misoger bikin."

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Idrîs Îhmîd jî got, civata navneteweyî niha dûrî krîza Lîbyayê ye û bi rewşa Rûsya û Ukraynayê mijûl e û wiha dawî li gotina xwe anîn: "Daxuyaniyên balyozê amerîkî Richard Norland û şêwirmenda navneteweyî Stephanie Williams hewldaneke ku nêrînan li ser lidarxistina hilbijartinan nêzî hev bike."

(fr)

ANHA