`Xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê ne`

Siyasetmedar û rewşenbîran diyar kir ku xweparastin û tevgera li gorî şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê li hember planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

`Xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê ne`
14 adar, 2022   01:32
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Di serî de dewleta Tirk a dagirker, gelek alî dixwazin projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêbazên cûda tune bike. Ev jî bi rêya destekdayîna ji komên çete re, ferzkirina ambargoyê li ser herêmên rêveberiyê û êriş û sûcên rojane yên li dijî şêniyên herêmê tê kirin.

Ji rêveberên meclisa PYD`ê ya li Til Temirê Idrîs Yûnis ji ANHA`yê re wiha axivî: "Armanca êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e. Ew jî têkbirina projeya  Rêveberiya Xweser e."

Idrîs Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji sala 2012'an ve êrişên herêmê dike, destpêkê bi rêya çeteyên xwe û niha jî bi artêşa xwe di nava bêdengiya hêzên navneteweyî û yên aktîv de êriş dike.

'BINPÊKIRINA ÊRIŞÊN DAIŞ`Ê YÊN LI SER GIRTÎGEHA SÎNAA PLANÊN DIJBERAN EŞKERE KIR'

Yûnis îşaret pê kir ku ku êrişên dawî yên dijwar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha tevgera siyasî yên ji derve û hundir de yên piştî têkbirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê ser girtîgeha Sînaayê, armanc û hewldanên aliyên dijber eşkere dikin.

Idrîs Yûnis da zanîn ku aliyên dijber bi gelek rêbazan hewl didin projeya şêniyên herêmê têk bibin û wiha pê de çû: "Li gel van êrîşan, em dibînin ku gelek alî ambargo li ser herêmê ferz dikin û bi rêya girtina deriyên sînor  aboriya herêmê dikin hedef."

Yûnis di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya hêzên garantor (DYA û Rûsya) û got, ev bêdengî hewldan û lihevkirinên aliyên herêmî û navneteweyî nîşan dide ku dixwazin projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

'XWEPARASTIN RÊBAZA BERSIVDAYÎNA HEMÛ ÊRIŞAN E'

Her wiha endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya Akademiyên Civaka Demokratîk Ebduletîf El-Bedewiye got, êrişên li dijî projeya Rêveberiya Xweser didomin û wiha axivî: "Her kes êrişên derve, di serî de êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne. Li gel van êrişan şerê taybet jî tê meşandin."

El-Bedewiye da zanîn ku rêbaza yekene ya ji bo bersivdayîna van êrişan xweparastsin e û ev tişt bilêv kir: "Divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazan li hember van êrişan bisekinin. Xweparastinê esas bigrin û destekê bidin hêzên leşkerî. Vê erkê ji QSD`ê tenê re nehêlin. Divê her kes erka xwe li hember herêmê pêk bîne."

'TEVGERA LI GORÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ MISOGERIYA SERKEFTINÊ YE'

El-Bedewiye destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtinê dikarin li hember van êrişan bisekinin û got: "Me ev yek di êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê yên bi desteka derve li ser Hesekê de dît. Dema şêniyên herêmê hevgirtî bin û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî tev bigere wê li hemberî planên li ser herêmê serkeftinê misoger bikin."

El-Bedewiya îşaret bi girîngiya perwerdeyê kir û ev tişt got: "Perwerde bingeha her tiştî ye. Rola xwe ya mezintirîn di zanebûna gel de li hember êrişên derve û hundir pêk tîne. Ji ber vê yekê jî divê her kes bi zanebûn li hember êrişên li ser herêmê  tev bigere."

Ebduletîf El-Bedewiya di dawiyê de bang li şêniyên herêmê kir ku di parastinê de xwe nespêrên hêzên leşkerî tenê, ji bo parastina herêmê û destkeftiyên wê her tiştî bidin heta ku bighêjin çareseriyên siyasî ku ji aliyê hemû gelê Sûriyê ve were erêkirin.

(bx)

ANHA