Li hemberî zihniyeta paşverû serî hilda û jinan ji tundiyê diparêze

Hilat Mihemed bi hêza ku ji fikir û felsefeya rêber Ocalan wergirtiye, li hember zihniyeta paşverû ya nijadperestî û xistina jinan di çarçoveyeke teng de tê dikoşe.

Li hemberî zihniyeta paşverû serî hilda û jinan ji tundiyê diparêze
14 adar, 2022   00:46
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Siyaset û kiryarên rejîma baviksalariyê yên li dijî jinan ji her kesî re eşkere ne ku rola jinan û paşguh dike û dîroka wan înkar dike.

Lê dema ku jin li hemberî zihniyeta baviksalarî didin ser rêya berxwedan û têkoşînê, bê guman dê armancên xwe pêk bînin. Têkoşîna jinan a di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê (19’ê Tîrmeha 2012’yan) de hêz û rastiya cewherê jinan ji tevahî cîhanê re îsbat kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan çîrokên jinên berxwedêr ên şoreşger hene. Ji wan jina bi navê Hilat Mihemed e ku ji bo pêkanîna armancên xwe û yên gelê xwe li hemberî hemû astengiyan têkoşînê dike.

JIYANA DI BIN NÎRÊ ZIHNIYETA BAVIKSALARIYÊ DE RED DIKE

Hilat Mihemed, mîna gelek jinan e ji aliyê rejîmên mêrê serdest ve tundî li ser wê hate meşandin û bi navê urf û adetên civakî yên kevnar azadî û biryara wê hatibûn astengkirin.  Lê Hilat jiyana di bin nîrê vê rejîmê de nepejirand û bi hêza ku ji fikir û felsefeya rêber Ocalan wergirtiye, li hember zihniyeta paşverû ya nijadperestî û xistina jinan di çarçoveyeke teng de, sekinî.

Hilat Mihemed têkildarî rewşa xwe ya beriya Şoreşa Rojava û naskirina fikirê rêber Ocalan dibêje: "Di sala 2009'an de ku temenê min 17 salî bû bi berdêlî zewicîm. Bi salên destpêkê yên şoreşê re an ku di sala 2013'an de hevjînê min şehîd ket û zarokekî du salî ji min re hişt."

DEST Bİ TÊKOŞÎNA AZADİYA FİKİRÎ DİKE

Têkildarî sekna li hember hin astengiyan, Hilat Mihemed wiha domand: "Piştî şehadeta hevjînê min, civakê bi nêrîneke dogma li min dinêrî û hin pirsgirêkên malbatî li hemberî min derketin, lê min guh neda wan. Min soz da xwe ku li aliyekî rêya hevjînê xwe bişopînim û li aliyekî din xeyalê xwe yê pêkanîna azadiya fikirî bi cih bînin. Bi vê yekê têkoşîna min dest pê kir."

Bi ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin di 10’ê Mijdara 2013’yan de, Hilat Mihemd tev li wan hêzan dibe ku destpêkê 10 endamên jin derbas nedikir. Bi wê re heta roja îro têkoşîna xwe berdewam kir. Her wiha Hilat Mihemed ji wê demê ve erka parastina her jinek di civakê de pêk tîne.

Hilat Mihemed bal kişand ser destpêka tevlêbûna xwe nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û wiha tîne ziman: "Min gotegot dibihîstin. Digotin, çima tu careke din nazewicî, çawa di vî karî de dixebitî? Çawa tu li bendên ewlehiyê disekinî? Tevî wan gotegot û astengiyan min rêya ku dest pê kiriye, berdewam kir."

Hilat Mihemed ev tişt got: "Min xwendina xwe ya qonaxa navîn jî berdewam kir. Min dema xwe di navber kar, mal û xwedîkirina kurê xwe de bi rêxistin dikir. Li kêlek wê jî beşdarî gelek pêngav û çalakiyên li herêma Cizîrê bûm."

Xewn, xeyal û armancên Hilat Mihemed digel vê yekê sînordar neman, lê belê hewl dide xwe bi pêş bixe û enerjiya xwe xurt bike û wiha xuya kir: "Ez hewl didim xwe bigihînim tevahî jinên rastî tundiyê hatine û bi xurtî ji bo rizgarkirina hemû jinan ji urf û adatên civakê tê dikoşim."

Hilat Mihemed ku yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Cizîrê ye bang li tevahî jinan kir ku li hember hemû astengiyan bisekinin û teslîm nebin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ez bi hêvî me tevahî jinên cîhanê dest bi rizgarkirina xwe ji zihniyeta baviksalarî bikin û ji her şêweyan zextan re teslîm nebin."

(fr)

ANHA