Salvegera 5’an a damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate pîrozkirin

Bi beşdarbûna girseyeke mezin salvegera 5’an a damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate pîrozkirin.

13 adar, 2022   15:27
MINBIC

Bi diruşma "Bi vîna me ev rêveberî hate damezrandin" Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê şahiya salvegera 5’an a damezrandina xwe li hola Çand û Hunerê ya li naverasta bajêr li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên QSD’ê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Saziyên Civaka Sivî, partiyên siyasî, saziyên taybet bi jinan, birîndarên şer û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Cuma Heyder, cîgira Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Şehrîban Çawîş û Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivîn. Di axaftinan de salvegera 5’an a damezrandin Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate pîrozkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî got: "Em vê roja binirx, salvegera 5’an a damezrandina vê rêveberiyê, pîroz dikin. Dema em dibêjin damezrandina rêveberiya Minbicê, anku bajarê şaristanî, dîrok, wêje û çand û tê de tevahî pêkhate hene."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û wiha got: "Em kêfxweş in ku em di vê roja binirx de, roja salvegera 5’an a damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi we re ne. Sozek bû ku em Minbicê bikin bajarekî nimûne ji tevahî Sûriyê re ye. Dema em xebata ku di vê 5 salan de binirxînin, em ê bibînin ku pêşxistineke mezin û gelek serkeftî pêk hatine."

Pişît axaftinê, sînevîzyonek li ser xebatên rêveberiyê yên 5 salan hat pêşandan. Paşê Koma Minbicê ya Navenda Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.

Koma Şehîd Botan Tirkmen a govenda tirkmenî, koma Aştiyê stranên bi zimanê kurdî, ciwana bi navê Qemer Ferîc stranek pêkêş kirin.

Di dawiyê de rêveberiyê hemû nivîsgeh, komîte, meclisên sivîl û leşkerî xelat kirin, her wiha meclisa jinan, PYD’ê xelat kirin.

Piştî salekê ji rizgarkirina bajêr û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ’ê di 15'ê Tebaxa 2016'an , Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 12’yê Adara 2017’an de hate damezrandin.

(fr)

ANHA