Tevgera Xwendekarên Demokratîk navenda xwe li Tebqayê vekir

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi merasîmekê navenda xwe bi navê Şehîd Viyan Kobanê li Tebqayê.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk navenda xwe li Tebqayê vekir
13 adar, 2022   15:37
TEBQA

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi armanca bi rêxistinkirina xwendekarên bajarê Tebqa û gundewarên wê, navenda xwe bi navê Şehîd Viyan Kobanê li taxa duyemîn a bakurê bajarê Tebqayê vekir.

Bi dehan endamên Komîteya Perwerdeyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, malbatên şehîdan û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.

Di merasîma vekirinê de bi navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Tebqa û gundewarên wê Hevseroka Navenda Viyan Kobanê, Selca El-Îsa axivî, vekirina navendê pîroz kir û wiha got: "Em ê ji bo rêxistinkirina xwendekaran li ser esasê neteweya demokratîk û çûna ber bi rêya şoreş û rizgarkirinê ve, bixebitin."

Her wiha hevserokê Komîteya Ciwan Û Werzîşê ya Tebqayê Mehmûd El-Yetîm got, vekirina navendê encama keda mezin a tevgera xwendekaran e û got: "Armanca vekirina navendê ku parastina mafên xwendekaran bike, hewayeke baş ji wan re peyda bike da ku rola xwe ya  pêşeng di civakê de pêk bîne."

Paşê deriyê navendê ji aliyê hevjîna şehîd Mahir El-Ewed, Nadiya El-Ewed ve hate vekirin. Mahir El-Ewed Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema ku erka xwe bi cih dianî, li bajarê Tebqayê, şehîd bû.

Merasîma vekirina navendê bi govendê bidawî bû.

Tê zanîn ku endama Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê di encama bombebarana balafireke bê mirov a dewleta Tirk li ser bajarê Kobanê di 25`ê Kanûna 2021`an de, şehîd bû.

(bx)

ANHA